Temellî: Bela xwe di miriyan dide, ev çawa dijminantî ye

img
BEDLÎS -  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di hevdîtina gel a Bedlisê de bal kişand cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û wiha got: “Gor û goristanan tune dihesibîne. Bala xwe di miriyan dide. Ev çawa mirovahî û dijminatî ye." 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, piştî ziyareta Norşînê derbasî Bedlîsêbû. Temellî li Bedlîsê bi gel re civiya û bal kişand ser derxistina cenazeyan a Goristana Xerzanê. Temellî, derxistina cenazeyên li Goristana Garzan bibîr xist û got: “Goristanan hildiweşînin, cenazeyan derdixe. Ev dijminahiyek çiqas xedar e. Temellî, ji aliyê gel ve bi coş hate pêşwazîkirin, ji navenda bajar derbasî ser Rêya Kazim Dirik bûn. Di serdanê de namzetên hevserokatiyê yên şaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan û Farûk Îşker silav dan gel. Zekiye Îlbasan wiha got: “Em neviyên Seîdê Nûrsîn e. Me ji wan çanda berxwedan û têkoşînê girtiye. Em ê bi wê berxwedanê 31’ê Adarê bi ser bikevin.” Farûk Îşler jî got: “31’ê Adarê em ê şaredariyê bistînin.”
 
Piştre jî Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî silav da gel û wiha got: “80 milyonî dikin terorîst. Ew jî têr nekir pîvaz û bacan kirin terorîst. 31’ê Adarê tê biçî. 267 cenaze ji Goristana Garzan a li Bedlîsê derxistine û nedane malbatan. Goristanan hildiweşînin, cenazeyan derdixin. Ev dijminahiyeke çiqas xedar e.”
 
Temellî anî ziman ku Bedlîs warê Saidê Kurdî ye û wiha got: "Bedlîs bajarê dîrokê ye. Hikûmet bûye rejîma bê hiqûqiyê. Niha radibin dibêjin qeyûm hiqûqî ye. Na ne hiquqî ye. Yên piştgiriyê didin qeyûm dê bi qeyûm re herin. Di cîhanê de di milê kontrola BGT'ê de Tirkiye di rêza yekem de ye. 80 milyonan dikin terorîst. Bi vê yekê jî nayên ser pîvaz û frengan jî dikin terorîst. "