Oluç: Erdogan dabeşiyê dike û Soylu jî xwe diteqîne

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Saluha Oluç anî ziman ku Serokkomar Erdogan bi taybetî di mitîngên xwe yên li Derya Reş de daxuyaniya "Bicihimin Kurdistanê" da û got: "Erdogan dixwaze welat dabeş bike. Dixwaze welatiyên Derya Reş û kurdan bîne hember hev. Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu jî dema behsa me neke dibêje 'ez diteqim.' Berpirsê bêewlehiya hilbijartinê Soylu ye." 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç li Navenda Gitşî ya HDP'ê der barê rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist. Oluç bersiv da gotinên "Bicihimin biçin Kurdistanê" ên Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û wiha got: "Me bavûlên xwe kom kirin, bilêtên xwe birîn û heta çend rojan em ê ber bi Iraqê bi tevli hilbijêrên xwe ve biçin. Armanca desthilatdariya AKP-MHP'ê ew e ku hemû hilbijêrên me biçin Iraqê û bajarên wek Amed, Wan û Mêrdînê û navçeyên wan bistîne. Em vê agahiyê didin wan. Em dikenin lê giriyê mirov bi rewşê tê. Lê wê tu hilbijêrên me û tu kes jî viya qebûl neke. Em gotin û helwesta Serokomar ên 'Bicihimin biçin' qebûl nakin û em ê serê xwe ji vê yekê re netewînin." 
 
‘ERDOGAN CIVAKÊ DABEŞ DIKE'
 
Oluç diyar kir ku Erdogan zimanek cudakar û nefretê bikar aniye û got: "Gotinên wî nefretê diafirîne. Pir eşkere civakê dabeş dike. Heke behsa dabeşkirinê bê kirin jî ew Serokkomar Erdogan e ku bi gotinan civakê dabe dike. Civakê nagihîne hev. Cudakariyê dike. Bi taybetî jî di mitîngên Derya Reş de van gotinan dibêje. Dixwaze welatiyên Derya Reş û kurdan bîne hember hev." 
 
‘ERDOGAN GELEK CARAN KURDÎSAN ANÎ ZIMAN' 
 
Oluç bi bîr xist ku Erdogan di sala 2013'an de di komcivîna partiya xwe de Kurdistan anîbû ziman û wiha domand: "Vê yekê gelek caran aniye ziman. Xîtabî girtekên Meclîsê kiribû. Wê têgeha wan rojan bikar dianî lê îro yên vê têgehê bikar tînin mafê 'bicihimin biçin' di xwe de dibîne. Serokkomarek nikare bêje pênaseya dîrokî, erdnîgarî û civakî nîne. Ev hilbijartinek xwecihî ye. Ev pêşbaziyek siyasî ye û pêvajoyek siyasî ye. Divê her kes edebê xwe li gorî vê yekê bikar bîne." 
 
‘XEBATÊN ME LI HER DEVERÊ DIDOMIN' 
 
Oluç bal kişand ser rojeva hilbijartina xwecihî û wiha got: "Li navçe û bajarên kurdan namzetên me herî kêm du caran bi gel re tên gel hev û mitîngên navçeyan li dar dixin. Xebatên me bi kêfxweşî û kelecanek mezin didomin. Xebatên me hêla rojavayê Tirkiyeyê jî berdewam dikin. Xebat wê heta 31'ê Adarê dewam bikin. Em ê plansaziya Newrozê jî derbixin û bi xebata hilbijartinê re bikin yek. Ji bo pêvajoya hilbijartinê bêbûyer û bêprovokasyon derbas bibe tişta ji destê me tê em dikin. Tevî vê yekê jî zext li ser partiya me tên kirin." 
 
‘EM WEZÎRÊ DADÊ HIŞYAR DIKIN' 
 
Oluç bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtîgehan û wiha got: "Tenduristiya Leyla Guven di astek krîtîk de ye. Li girtîgehan grevên birçîbûnê belav dibin. Daxwaz mirovî û hiqûqî ye. Divê ev daxwaz ji aliyê îktîdarê ve bê nirxandin û gavên pêwîst demildest bên avêtin. Em li benda vê yekê ne. Em carek din Wezîrê Dadê hişyar dikin û bang lê dikin."  
 
‘EZ BEHSA HDP'Ê NEKIM EZ Ê BITEQIM' 
 
Oluç serdegirtina avahiya rêxistina wan a HDP'a Amedê û 5 endamên partiya wan ên di greva birçîbûnê de bûn hatin binçavkirin şermezar kir û wiha dewam kir: "Têketina polîsan a avahiyên partiyan ne mimkin e ku hiqûqî be. Lê mixabin li holê hiqûq nemaye. Çimkî Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ye. Yanî ew bi xwe xebatên hilbijartinê birêve dibe. Wê rojê gotiye 'ez di her axaftina xwe de bi çend gotina behsa HDP'ê nekim, ez ê biteqim.' Dema ew neaxive em jî di xwe de kêmasî hîs dikin. Em dibêjin gelo kevir bi serê wî de bariyane. Suleyman Soylu kesek yekem ê sersedemê bêewlehiya hilbijartinê ye. Soylu wek tetikkêşê gotinên AKP'ê ye û bûye berdevkê gotinên wan. Heqaretên giran li her kesî dike. Heqaretên giran li CHP'ê, Partiya Saadet û Partiya ÎYÎ jî dike. Dema Erdogan heqaret dike Soylu jî li paş nasekine. Heke hilbijartin di şertên adil û demokratîk de pêk neyê berpirsyariyê wê Suleyman Soylu ye." 
 
Di dawiya civînê de rojnamegeran pirsan ji Oluç kir û bi bersivdayînê bi dawî bû.