Temellî: Îdir duh û îro ya me bû û sibê jî ya me ye

img

ÎDIR - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li Îdirê axivî û got: "Li Îdirê li dijî me îtîfaq hatiye avakirin. Îdir duh jî ya me bû û îro jî ya me ye û sibê jî ya me ye." 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta pêr e piştî navçeya Tozanê ya Îdirê derbasî Navenda Îdirê bû. Temellî ji aliyê girseya welatiyan ve hat pêşwazîkirin û li ber avahiya HDP'ê ya Îdirê bi gel re hat gel hev. Bi hezaran kes kom bûn û bi coşek mezin piştgiriya xwe ya ji bo HDP'ê da nîşandan. Bi dirûşman xwedî li HDP'ê derketin. 
 
Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş bi coşa "Ji îtîfaqan re enyad Îdir a me ye" derketin ser otobusê û gel silav kirin û kurte axaftin kirin.
 
Temellî jî li ser otobusê xîtabî gel kir û wiha got: 
 
"Îdir duh jî ya me bû, îro jî ya me ye û dê sibê jî ya me be. Em ê di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan û em ê li Îdirê demokrasiya herêmî carek din nîşanî her kesî bidin. Em ê carek din li Îdirê îradeya gel bafirînin û em ê hilberînin û birêve bibin. 
 
ÎDIR A MOZAÎKA GELAN E
 
Gelên Tirkiyeyê carek din li Îdirê îradeya xwe daniye holê. Azerî, terekeme, tirk û kurdan mil daye milê hev û hemû bi hev re dijîn. Hatina kêleka hev. Bi sedan sale li vir li rex hev dijîn. Hemin em li kêleka hevin wê demê em ê bi hev re jî birêve bibin. Wê îradeya gel bi ser bikeve. Çawa em duh bi ser ketin em ê îro jî bi ser bikevin. Em rê nedin feraseta yekperest. Çimkî tehamulî gelan nake. Wê di sindoqan de deng û rengê kurd, tirk, azerî û terekemeyan derkeve. Em ê îradeya jiyana bi hev re nîşanî wan bidin. Em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. 
 
DAWÎ LI TECRÎDÊ BÎNIN Û RÊ LI PÊŞIYA HIQÛQÊ VEKIN 
 
Em nakevin, naqetin û em ê jiyana nû bi hev re ava bikin. Ew ên jiyana nû ava dikin em wan silav dikin. Ji bo vê yekê ye em dibêjin bila dawî li tecrîdê were. Em li dijî tecrîdê têkoşîna xwe mezintir dikin. Çimkî ji ber tecrîdê li welêt bêhiqûqî heye. Tecrîdê ji 5'ê Nîsanê ve dest pê kir û li hemû Tirkiyeyê belav bûye. Demil dest tecrîdê rakin û rê li pêşiya hiqûqê vekin. 
 
EM Ê HILBERÎNIN 
 
Kar û barên we nîne. Hûn ji hemû mafan bêpar in. Dema kar tune be. Hejarî û birçîbûn heye. Nexweşxane nîne û bijîşk nînin. Baş e em ê van hemûyan çareser bikin. Em ê hilberînin û birêve bibin. Em ê tişta pêwîst bînin cih. Em ê cotkarên xwe re û gelê xwe re şaredariyek hilberîner bînin. Em ê di warê sewalkarî, tenduristî, çandinî û perwerdehiyê û aboriyê de ji gelê xwe re xizmetê bikin. Tişta em dibêjin ne xeyal in tişta em dibêjin rastî ne û bicih tînin. Butçe maf e û butçe ya gel e. Ji 31'ê Adarê re hindik ma. Em ê pemboyê xwe deynin û hilberînin. Em ê fabrîkaya pembo ava bikin. Em ê silka xwe deynin û silka xwe hilberînin. Em ê fabrîkayên silkê ji nû ve vebikin. Bixwe bawer bin û em ê bi ser bikevin. Yê me hêz û wêrekiya me heye. Em ê rê nedin bêhêviyê. Em ê hêviyan bi ser bixînin. Em ê teqez bi ser bikevin." 
 
Piştî axaftina Temellî girse bi berzkirina dirûşman belav bû.