Buldan bersiv da Erdogan: Ne hedê we ye me ji vir derxin

img

ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan li Qilebanê axivî û diyar kir ku îtîfaqa kurdan a hat avakirin kes nikare xera bike û wiha bersiva Erdogan da: "Ne hedê we ye hûn me ji vî welatî derxin." 

 
Şandeya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan ku ji Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz pêk tê navçeyên Qileban û Elkê yên Şirnexê ziyaret kir. 
 
HEMÛ KES BEZIYA PÊŞIYA KONVOYÊ 
 
Heyetê bi dorê bajarokên Gundikê Melê û Sêgirkê ziyaret kir û tevî barîna berfê jî bi govendê hatin pêşwazîkirin. Heyet ji vir derbasî Navçeya Qilebanê bû û konvoya şandeyê kêlî bi kêlî ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Kesên ku muzîka otobusa hilbijartinê ya HDP'ê bihîst û beşdarî konvoyê bûn. 
 
Li navenda navçeyê gel bi kêfxweşî heyetê pêşwazî kir. Gelek kes bi cilên xwe yên herêmî beşdarî vekirina buroyê bûn. Li ber buroyê li ber stranan govend hat gerandin. 
 
Beriya axaftina heyetê, Namzetên HDP'ê yên Hevşaredariya Qilebanê Ferîde Yaman û Selahattîn Urun gel silav kirin û gotin "Serkeftin ya me ye." 
 
BUCAK: QILEBAN WÊ BERSIVEK BAŞ BIDE 
 
Di hevdîtina bi gel re ewilî Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak axivî û got: "Li cîhanê û başûr kurd azad in. Çimkî kurd xwe bi xwe birêve dibin. Em li Tirkiyeyê ne elît in. Li ser gelê me zext heye. Ji bo vê yekê 31'ê Adarê girîng e. Em bi bawerin wê gelê me yê Qilebanê bersivek xweş bide dewleta tirk. Divê em bi ruhê îtîfaqê di 31'ê Adarê de bersiva herî baş bidin qeyûman û wan ji van deran biqewirînin." 
 
OZTURK: LI DIJÎ TECRÎDÊ DERKEVIN 
 
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk jî da zanîn ku ji bo dengê aştiyê bê qûtkirin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin û xwest her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. 
 
Pervîn Buldan jî axivî û wiha got: 
 
"Ji bo em îro li Qilebanê ne ji bo me serfirazî û rûmet e. Şirnexê her tim nirx û partiya xwe parastiye û layîqî nirxên xwe bûne. Bila gumana tu kesî tune be em ê di 31'ê Adarê de serkeftinek mezin bi dest bixin. Ji niha ve encama serkeftî ya 31'ê Adarê li hemû gelê me yê Botanê û tevahiya gelê me pîroz be. 
 
ROBOSKÎ BIFIKIRIN Û DENGÊ XWE BIKAR BÎNIN 
 
Dema mirov dibêje Qileban ewil Komkujiya Roboskî tê bîra mirov. Roboskî her tim di dilê gelê me de êş û birînek kûr e. Yên vê êşê bi me didin kişandin bila viya baş dizanibin, em ê tu carî Komkujiya Roboskî jî bîr nekin. Heta kujer neyên darizandin wê ev birîn neyê girtin. Komkujiya Roboskî bi zanebûn li dijî gelê kurd pêk hat. Dema em roja 31'ê Adarê çûn ser sindoqan em hemû êşa gelê Roboskî û gelê kurd bînin hişê xwe û em wisa dengên xwe bikar bînin.
 
BI ÇI RÛYÎ TÊN DENG DIXWAZIN 
 
Gelê Qilebanê wê tu demê dengên xwe nede tu partiyek din. Tu kesî ji Komkujiya Roboskî re dengê xwe dernexist. Niha jî çawa radibin tên dengên we dixwazin û çawa û kîjan rûyî tên cem we. Ji bo em komkujiya Roboskî derxin ronahiyê, em carek din soz didin we ku em ê têbikoşin. 
 
HEDÊ XWE BIZANIBE 
 
Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan di her mitîngek xwe de partiya me dike hedef. Îro tenê HDP li qadan e. Tu kes nîne. Tayyîp beg her roj li cihekî behsa tişekî tenê dike. Ji HDP'iyan re dibêje 'yallah Kurdistan.' Niha bi ser 6 milyon kes re dengê xwe dide HDP'ê. Tu wek serokkomarek tu mafek te nîne tu welatiyên Tirkiyeyê biqewirînî. Ne hedê te ye ku tu kesek biqewirînî. Çimkî li Tirkiyeyê tenê partiyek behsa aştî û demokrasî û azadiyê dike. Ew jî HDP ye. Lê wê nikaribin me ji têkoşîna me sar bikin û gav bi me bidin paşavêtin. 
 
ÎTÎFAQ WÊ QET XERA NEBE 
 
Digotin kurd tu carî nikarin werin gel hev û îtîfaqê ava bikin. Lê me tiştek yekem pêk anî û em bi partiyên kurd re diçin hilbijartinê. Heta mirinê jî wê ev îtîfaq dewam bike. Ev daxwaza bi milyonan e. Em soz didin we ku wê ev îtîfaq tu carî xera nebe. 
 
QEYÛMAN NIRXÊN ME SERÛBIN KIRIN 
 
Qeyûman heqaretê li gelê me û nirxê wan kirin. Nirxên me serûbin kirin. Wan qeyûman ava vexwarinê ya gelê Qilebanê asteng kirin. Çima kirin? Ji bo ku kurd bi rehetî nejîn. Kurdan mehkûmî sefaletê dikin. Lê em ê hemû bi hev re di 31'ê Adarê de wan bibînin. Çimkî ev şaredarî yên gel in. Wê gelê me şaredariyan birêve bibe.  
 
EM LI PEY DAXWAZA WAN IN 
 
Leyla Guven û girtiyên zîndanan li dijî tecrîdê bedena xwe dane ber mirinê û li ber xwe didin. Ev daxwaza wan rewa ye. Wezareta Dadê neçar e qanûnên xwe pêk bîne. Hêj ku hevalên me jiyana xwe ji dest nedane daxwaza wan qebûl bikin. Em hemû Leyla Guven in û li pişt daxwaza wan in. Bila tecrîd rabe û greva birçîbûnê bi dawî bibe." 
 
Buldan û şandeya xwe ji bo buroya hilbijartinê vekin derbasî Navçeya Elkê bûn.