Buldan: Tişta ku parlamentoyê nekir, Guven dike

img
ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan têkildarî hevdîtinên budçeyê di Desteya Giştî de axivî û got: “Tecrîda li ser Ocalan welat ber bi krîz û kaosê ve dibe. Parlamentera me Leyla tiştên ku vê parlamentoyê ne karin bikin û çavên xwe ji pirsgirêkan re digire dike û ji bo vê 33 rojin di çalakiyê de ye.”
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîv Buldan, li ser Teklîfa Qanûna Budçe ya Rêveberiya Navendî ya sala 2019’an di Desteya Giştî de axivî. Di Desteya Giştî ya hemû kadroyên HDP’ê tê de amade bûn de, wêneyê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Colemêrgê Leyla Guven a 33 rojin di greva birçîbûnê de heye hat vekirinç.
 
Buldan bi silavkirina girtiyên siyasî dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Ji ber ku Parlementera me ya Colemêrgê Leyla Guven girtiye, bi hejmarek kêm em li vê derê kom bûn. Pergala Hiqûqî ya Serokkomariyê ‘otorîter’, ‘tekparêz’ û ‘zordeste.’ Ne azadîxwaz û bi ewleye. Daraza siyasî bi fermana Qesrê tevdigere. Ev rejîm, dixwaze pergala parlementoyê û siyaseta demokratîk tesfiye bike. Di rejîma nû de tenê mafê koletiyê heye. Tu mafê Kurd, Elewiyan, Ermeniyên Sûryaniyan, Êzidiyan, baweriyên cuda, jin, zarok, ciwan, kedkar û gelên bindest tuneye.” 
 
‘NE BUDÇEYA GEL, BUDÇEYA QESRÊ YE’
 
Buldan, têkildarî budçeya li Desteya Giştî hat nirxandin ev tişt gotin: “Ev budçe ne ya gele, budçeya ‘qesrêye.’ Tabloya li welat, dibe ku ji paçeyên Qesre xweşik xuya bikin. Lê tiştên gel dijîn, pir bi êşin. Gelo edalet li ku derê ye? Wekhevî û wijdan li derê ma?
 
‘BI TECRÎDÊ DEST PÊ KIRIN’’
 
Buldan, bal kişand ser tecrîdan li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha bilêv kir: “Bi tecrîda li se Ocalan dest bi pêvajoya şer kirin. Tecrîda li Îmraliyê, li dijî hemû welate. Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ev 33 rojin di greva birçîbûnê deye. Çalakiya wê di heman demê ji bo aştiyê ye. Îro Guven tiştên ku parlamentoya ne karî bike û çavên xwe ji pirsgirêkan re digire, dike. Ev Meclîs gava bi qanûna torbe mijûl dibe, parlamentera me jî, ji bo tecrîd bê rakirin, aştî û çareserî li vî welatî pêş bikeve têdikoşe. Divê hûn vî dengî bibîhin. Divê tecrîda bêhiqûq dimildest bê rakirin. Divê parlamento peywirê bigire û guh bide daxwazên parlementera me Guven.”
 
‘BUDÇE TUNDIYÊ XWEDÎ DIKE’
 
Buldan bang li jinan jî kir û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hemû jinên ku rastî tundiya dewlet û zilaman tên! Ên ku tundiya krîza civakî ya aborî dijîn dîsan jinin. Navê jinan di butçeyê de tuneye ku behra wan jî hebe. Ji xwe her roj jin tên kuştin, ma çi pêdiviya wan bi budçeyê heye. Niha ev feraset heye. Mantiqê budçeyê jî heve.” 
 
‘TEQEZ DÊ DEMOKRASÎ QEZENC BIKE’
 
Buldan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bawer bikin ev rejîm, çiqas civakê bitirsîne dê ewqas li ser piyan bimîne. Ger tirs bi dawî bibe, ev desthilatdar jî dê bi qede! Ji xwe temenê vê pergalê wisan ne pir dirêje.  Teqez dê demokrasî qezenc bike. Ji bo vê divê em cesûr bin. Divê em netirsin. Divê me tu carî bê hêvî nebin. Hêviyê aştiyê li vî welatî dê tu carî  netepisin û dê tu carî straên azadiyê bêdeng nebin.”