Ozturk: Ger dîroka wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye

img

AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, bal kişand ser zextên di demên dawî de zêde bûne û got: “Birêz Ocalan çi dema biaxive, dengê wî yê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bilind dibe. Ji bo ku civak vî dengê nebihîse, tecrîdê girantir dikin. Lê ger dîrokek wan a zilamê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye.” 

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven a bi boneya şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 32’yan de berdewam dike. Dîsan bi heman armancê girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiye û herêmê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û çalakiya wan jî di roja 13’emîn de berdewam dike. Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên di şexsê Guvenê de hatin destpêkirin nirxandin. 
 
Ozturk, bal kişand ser “komploya navneteweyî” ya di sala 1999’an de li dijî Ocalan pêk hat û wiha axivî: “Bi vê tecrîda li Îmraliyê, armanc dikin ku ramanên Ocalan ên alternatîfa modernîteya kapîtalîst in li Rojhilata Navîn belav nebin. A rastîn komploya li dijî Ocalan kirin dewrê, negiha armanca xwe. Birêz Ocalan bi berxwedana xwe komplo pûç kir. Pêkanîna tecrîdê ya li ser Ocalan ji Nîsana 2015’an ve tê kûrkirin. Di her serdama ku Tirkiye biryara şer dide de, tecrîda li ser Ocalan jî tê girankirin. Ji ber baş bi bandora Birêz Ocalan a li ser kurdan û gelên Rojhilata Navîn dizanin. Bi mîlyonan kes dibêjin Birêz Ocalan vîna min e. Birêz Ocalan ji bo azadî, aştî û demokrasiya gelan, kesayeteke girîng e.”     
 
'LI DIJÎ ZILMÊ DÎROKEKE ME YA BERXWEDANÊ HEYE'
 
Ozturk, di dewama axaftina xwe de got: “Bi kûrkirina tecrîdê, dixwazin peyama ‘Em ê we tune bikin, em ê we di jenosîdê re derbas bikin û em ê vîna we serobin bikin’ bidin gelê kurd û gelan. Dîroka mişt dîroka berxwedanê ye. Kurdan hemû destkeftiyên xwe bi berxwedanê bi dest xistine. Heya niha tu kesî bi xêra xwe tu maf nedane gelê kurd. Tiştên heya niha bi serê Kurdan ne anîbûn, di 3 salên dawî de anîn serê kurdan. Hemû êrîşên xwe li ser kurdan ceribandin. Bajarên wan serobin kirin û bi hezaran kurd girtin. Gelo bi ser ketin? Na bi ser neketin. Ger hîna em li vir in, wê demê ew qet bi ser neketin. Ger dîrokeke wan a zilmê hebe, a me jî dîroka me ya berxwedanê heye.”
 
'DENGÊ AŞTIYÊ KÊM DIKIN'
 
Ozturk, da zanîn ku tecrîd li dijî hiqûqa navneteweyî ye û got: “Çi dibe bila bibe, bi tu awayî tecrîd nayê qebûl kirin. Birêz Ocalan çi dema biaxive, dengê wî yê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê bilind û belav dibe. Bi vê re rewşa heyî diguhere. Di pêvajoyek wiha de rêbereke ku divê dengê wî bilind bibe Birêz Ocalan e. Lê ji bo ku civak vî dengî nebihîse, tecrîdê girantir dikin. Armanc dikin gel û Birêz Ocalan ji hev qût bikin.”
 
‘DAXWAZÊN GUVEN DAXWAZÊN ME NE’
 
Ozturk, behsa girîngiya çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê kir û got: “Pêkanînên hovane yên Esat Oktay bi berxwedanê têk çûn. Ji bo pêvajoya şer bi dawî bibe Birêz Leyla dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Daxwazên Guvenê daxwzên me ne jî. Girtiyên siyasî û HDP’î hemû xwedî li daxwaz û çalakiya Guvenê derdikevin. Çalakiya Guvenê da destpêkirin, çalakiyeke wijdanî ye û divê hemû beşên civakê yên xwedî wijdan xwedi li vê çalakiyê derbikevin. Ancax bi vî awayî wê ev çalakî bi encam bibe. Beşên çepgir, sosyalîst û demokratîk, ancax bi têkoşîneke hevpar dikarin faşîzma heyî têk bibin. Ji bo em ji vê tarîtiyê derbikevin, dê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Hemû gelên Tirkiyeyê ji bo rakirina tecrîdê divê têbikoşin û xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê derbikevin. Ji bo hesasiyetek rû bide ev 3 roj in em serdana rêxistinên civaka sîvîl dikin û hemû serdanên me jî erênî derbas dibin.” 
 
'LI TIRKIYEYÊ HIQÛQ TUNE YE'
 
Ozturk, da zanîn ku ligel biryara der barê berdana Demîrtaş a DMME'yê jî, girtina Demîrtaş dijî hiqûqê ye û got: “Di vir de hîle heye. Li Tirkiyeyê hiqûq tune ye. Erdogan çi dibêje, daraz jî wê pêk tîne. Li dijî siyasetmedarên kurd dijminantiyeke mezin heye. Berê, ev yek vedişartin, lê îro bi awayekî aşkere dikin. Bedelên vê yekê jî hemû gelên Tirkiyeyê dide. Ji ber ku biryara DMME'yê nayê qebûlkirin, pêkanînên girîng li dijî Tirkiyeyê dixin dewrê.” 
 
'ÇIMA WEZÎRAN JÎ NADARIZÎNIN'
 
Ozturk, bertek nîşanî cezayê girtîgehê yê li Parlamenterê HDP’ê yê Enqerê yê berê Sirri Sureyya Onder û Parlamenterê HDP’ê yê Amedê yê berê Îdrîs Balûken hat birîn, da û got: “Dibin navê ‘Pêvajoya çareseriyê de’ hin tişt hatin kirin. Ev hevdîtin bi awayekî derhiqûqî kirin. Di vê pêvajoyê de bêvila kesekî jî xwînî nebû. Hêvî çêbûn. Ma Îdrîs Balûken çekgirt destê xwe û şer kiriye? Gelo çi kir? Siyaseta demokratîk bi rê ve bir. Di nava şandeya Îmraliyê de cih girt. Di dema peymana Dolmabahçeyê de HDP’î û wezîr hebûn. Tê îdîakirin ku Tirkiye dewletek hiqûqî ye. Wê demê çima wezîran jî nadarizînin? Ez nabêjim ew hevdîtin sûc bûn. Li şûna van hevdîtina zêde bikin, hevalên me kirin girtîgehan. Ev 40 sal in bi çakan nekarîn pirsgirêka kurd çareser bikin û dê tu carî nikaribin bi vî awayî çareser bikin. Di dawiyê de, ev pirsgirêk dê li ser maseyê bê çareserkirin.”
 
'YEKITIYA GELÊ KURD GIRÎNG E'
 
Herî dawî Ozturk bal kişand ser girîngiya yekitiya gelê kurd û got: “Kurd ji bo pêşeroja xwe divê biryaran bidin û bên gel hev. Ger yekitiya me tune be û em di rewşek parçekirî de bin, wê demê em ê nikaribin bi ser bikevin.  Îro li Herêma Kurdistana Federe buroyên Tevgera Azadî hatin girtin. Ev girtin li dijî yekîtiya neteweyî ne. Ev rewş rê li ber bêhêviyan vedike. Gelo rayedarên Herêma Federe dê bi van girtinan çi bi dest bixin? Li Tirkiyeyê jî partiyên me hatin girtin. Gelo karin tiştekî bi dest bixin? Na. Ev rewş rê li ber bêhêvîtiyê vedike. Divê dest ji van pêkanînên şaş berdin.” 
 
MA / Mehmet Şah Oruç - Ozgur Paksoy