HDP li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê amadekariyên namzetên bi îdîa dike

img
ENQERE - Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê li bajarên kurdan bi pêşhilbijartina bernamzetan namzetan diyar bikin. HDP, li bajarên rojava jî xebatên ji bo kesên xwedî îdîa ku ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin û pejirandin dikin. Li gorî Kulîsan li Stenbolê Celal Dogan, li Îzmirê Sirri Sakik, li Edeneyê Fatma Kurtulan û li Mêrsînê jî navê Ayhan Bilgen tê axaftin. 
 
Hilbijartina 31'ê Adarê ya Reveberiya Herêmî nêzîk ma. Ji niha de partiyên têkevin hilbijratinê namzetên xwe diyar dikin. AKP û MHP'ê dîsa ji bo hilbijartina herêmî jî di nava xwe de îtîfaq avakirin. AKP û MHP’ê namzetên xwe diyar kirin. Lê HDP'ê diyar kir ku dê serlêdana bernamzetan heta 12'ê kanûnê dirêj bike û piştî serlêdanan dê li bajarên kurdan bi pêşhilbijartinan namzetan diyar bikin. Li bajarê metrepolan jî hem li gorî hilibjartinê hem jî li gorî îtîfaqên hêzên herêmê dê namzetan diyar bikin. Navenda HDP'ê ji bo namzetên îtîfaqan û xebatên hilbijartinê dest bi xebatan kirin. Duh Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) li ser namzet û profîlê namzetan niqaş kirin. Di civîna duh de hem li ser tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û hem jî li ser namzetan niqaş hatin meşandin. Di niqaşan de hat diyar kirin ku li bajarên ku dengê wan lê zêde dê bi rêya sindoqan namzetan diyar bikin. Li cihê ku rêjeya dengê wan lê kêm jî bê bi tifaqa hêzên herêmî namzetan diyar bikin. Dîsa dê navend jî hin namzetan diyar bikin û di rojên pêş de bi raya giştî re parve bikin .
 
Li gorî kulisan tê diyar kirin ku dê li Stenbol, Îzmir, Edene û Mêrsînê bi rêya îtîfaqan namzetan diyar bikin. Li gorî kulisan HDP ji bo Stenbolê Celal Dogan, Ji bo Îzmirê Sirri Sakik ji bo Edeneyê Fatma Kurtulan û ji bo Mêrsînê jî wekîlê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bilgen tê axaftin.