MYK’a HDP’ê dicive: Ji bo çalakiya Guven ‘Plana Çalakiya Lezgîn’ di rojevê de ye

img

ENQERE – Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê dicive. MYK’a dê çalakiya Leyla Guven, hilbijartina herêmî û birîna cezayên li parlamenterên berê yên HDP’ê bigire rojeva xwe. 

Desteya Rêveberiya Navendî ya (MYK) Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda giştî ya partiyê kom dibe. Di rojeva MYK’ê de hilbijartina herêmî, grevên birçîbûnê û cezakirina parlamenterên HDP’ê yên berê heye. 
 
HILBIJARTINA DIYARKIRINA NAMZETAN
 
HDP’ê rêbaza diyarkirina nazmetan nîqaş kiriye û aşkere kiribû ku dê hilbijartina diyarkirina namzetan pêk bîne. MYK di divîna xwe de dê li kîjan bajarî bikevin hilbijartinê diyar bike. HDP li cihê bi îtîfaqê bikeve hilbijartinê hilbijartina diyarkirina namzet pêk nayne. Her wiha dê der barê serlêdana namzetiyê de gelo dê demê dirêj bike an na jî biryarê bide. 
 
 JI BO ÇALAKIYA GUVEN ‘PLANA ÇALAKIYA LEZGÎN’
 
MYK di civîna xwe de dê li ser rewşa çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan raweste û der barê vê çalakiyê de tê payîn “Plana Çalakiya Lezgîn” derbixe. 
 
DÊ LI SER CEZAKIRINA HILBIJÊRÊN XWE NÎQAŞ BIKE 
 
MYK dê civîna xwe de balê bikişîne ser cezakirina parlamenterên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş, Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Baluken. Rêveberiya HDP’ê van cezakirina wek “cezakirina pêvajoya çareseriyê” dinirxîne. MYK dê di civîna xwe de li dijî van cezakirina xeta têkoşînê nîqaş bike. 
 
MA / Bêrîvan Altan