Buldan: Piştî hevdîtinên li Îmraliyê aloziyê dest pê kir

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: "Piştî li dawî li hevdîtinên li Îmraliyê hatin, li Tirkiyeyê serdema krîza îro dest pê kir. Divê em deng bidin dengê çalakiya Leyla Guven."
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP'ê yên li Meclîsê ku ji bo piştgiriya Leyla Guven di çalakiya greva birçîbûnê de ne civîneke çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de ewil Buldan axivî û got: "Tecrîd mijareke ku pêwendiya xwe bi paşeroja Tirkiyeyê heye. Dixwazim bêjim ku divê teqez hin tişt werin kirin û ji bo rakirina tecrîdê divê guh bidin dengê Leyla Guven. Piştî li dawî li hevdîtinên li Îmraliyê hatin, li Tirkiyeyê serdema krîza îro dest pê kir." 
 
'DADGERÎ, EDALET, HIQÛQ Û DEMOKRASÎ QEDIYA' 
 
Buldan bal kişand ser misogerkirina cezayên li Selahattîn Demîrtaş, Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Balûken hatine birîn jî û got: "Ev briyar bi fermana Erdogan hate dayin. Me zanîbûn ku dadgerî, hiqûq serbixwe nînin, lê belê me doh careke din dît ku dadgerî û edalet li binê piyan e. Ne tenê karê dadgeriyê hate qedandin, her wiha edalet, hiqûq û demokrasî jî hatin qedandin."
 
Buldan got: "Em ê sibe di civîna Desteya Rêveberiya Navendî de bi taybetî li ser çalakiyên xwe yên ji niha û pê ve biaxivin."
 
SANCAR: TECRÎD LI HER DERÊ BELAV DIBE
 
Mîthat Sancar jî wiha got: "Em dibînin ku bi destpêkirina tecrîda li Îmraliyê re şer pêl bi pêl li gelemperiya Tirkiyeyê belav dibe. Ji ber vê yekê, cezayên li hevalên me yên hêja; Demîrtaş, Onder û Balûken hatin birîn doh hatin pejirandin. Tecrîd nîşan dide bê sîstema li Tirkiyeyê wê çawa be. Tê dîtin ku di dosya Balûken de karên dema pêvajoya çareseriyê cihekî berfireh girtiye. Doza ku Demîrtaş û Onder jî lê tên darizandin, yekane mijara wê axaftina li Newrozê bû. Ew axaftin wê çaxê ji aliyê medya alîgirê desthilatdariyê ve weke banga aştiyê hatibû ragihandin û jê re li çepikan xistibûn. Heke em dixwazin bi hev re paşeroja xwe ava bikin, divê em bi hev re têbikoşin. Divê her kes li vê derê bi me re bin. Em silavên xwe ji temamiya civaka Tirkiyeyê re dişînin."