Taşçier: Em gava duyem a Yekîtiya Netewî ya Kurd diavêjin

img

AMED – Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier anî ziman ku avakirina Platforma Zimanê Kurdî ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd gavek girîng e û di çarçoveya hilbijartina herêmî de jî lêgerîna îtîfaqê dê bibe duyemîn bingeha pêkhatina yekîtiyê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) beriya hilbijartina herêmî di nava hewldanên îtîfaqa bi partiyên kurd re ye. HDP hewldanên xwe yên îtîfaqê dewam dike. Beriya lêgerînê vê îtîfaqa hilbijartinê 9 partiyên siyasî yên kurd yekîtiya ziman pêk anîn û Platforma Zimanê Kurdî ava kirin. HDP jî di nava Platformê de cih digire. Di navbera partiyên kurd her çiqas hewldanên îtîfaqa hilbijatinê hebin jî lê heta niha îtîfaqek şênber ji aliyê raya giştî ve nehatiye xuyakirin. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier der barê mijarên yekîtiya neteweyî ya kurd û îtîfaqa hilbijartinê de axivî. 
 
Taşçier diyar kir ku gelê kurd bi salan e ji bo yekîtiya neteweyî têdikoşe û civîna yekîtiya neteweyî ya kurdî a di 2013’an de ya li Hewlêrê pêk bibîr xist. Taşçier got her çiqas ji çar aliyê welêt partî û saziyên kurd beşdarî konferansê bibûn jî li gel xebata 4 mehan jî xebatên yekîtiyê bêencam man. 
 
‘TIRSA HÊZÊN HEGEMONÎK’ 
 
Taşçier diyar kir ku bêencam mayîna xebatên yekîtiyê aciziya hêzên hegomonîk a li dijî kurdan bû û got: “Yekîtiya neteweyî ya kurd her tim rojevek bingehîn a gelê kurd e. Xebatên me peşk lê hat xistin, gihîştibû astek girîng. Daxwaza nûnerê ji her çar parçeyan jî ew e ku xebat li cihê lê maye dewam bike. Di vê demê de jî li Kurdistanê geşedanên girîng qewimîn.” 
 
‘DIVÊ KURD YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN’ 
 
Taşçier anî ziman ku lazim e gelê kurd li her çar parçeyan yekîtiya xwe ava bike û wiha dewam kir: “Divê partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl ji yekîtiyê re pêşengiyê bikin. Bi taybetî divê li Tirkiyeyê kurd yekîtiya xwe pêk bînin. Heke ev pêk were dê li her sê parçeyên jî bi awayek micid bandorê li ser bike. Li vir ji her demê bêtir xebatên me berdewam dikin.” 
 
‘PLATFORMA ZIMANÊ KURDÎ GAVEK ERÊNÎ YE’ 
 
Taşçier da zanîn ku avakirina Platforma Zimanê Kurdî ji bo Yekîtiya Neteweyî ya Kurd gavek gelek girîng e û partiyên kurd ên li Tirkiyeyê li ser zimanê kurdî yekîtiya xwe pêk anîn. Taşçier destnîşan kir k udi çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî ya di 31’ê Adara 2019’an de dê pêk were ji bo îtîfaqa hilbijartinê û Yekîtiya Neteweyî ya Kurd xebatên wan erênî derbas dibin û got: “Ev 40 sal e partiyên kurd ji hev dûr siyasetê dikin. Ji ber vê yekê ye xebatên yekîtiyê nagihîjin encamê. Îro em hin bêtir xebatek bi hêz birêve dibin. Yekîtiya hilbijartinê ango îtîfaq dê bi be duyemîn bingeha ji bo pêkanîna yekîtiyê.” 
 
‘DIVÊ EM LI DIJÎ QEYÛMAN YEKÎTIYÊ AVA BIKIN’ 
 
Taşçier da zanîn ku qeyûmên hatin tayînkirin hemû êrîşek li dijî vîna gelê kurd in û got: “Ji ber vê yekê divê gelê kurd bi ruhek yekîtiyê li dijî qeyûman sekna xwe nîşan bide. Heke di navbera partiyên kurd de îtîfaq û yekîtî pêk were dê hêzek baş bide gel. Me di mijara ziman de viya nîşan da, divê em di hilbijartinê de jî yekîtiya xwe ava bikin. Lazim e em li dijî polîtîkaya dewletê ya dij kurdbûnê derkevin û sekna xwe nîşan bidin.” 
 
‘XEBATÊN ME BI HILBIJARTINÊ RE NE BI SÎNOR IN’ 
 
Taşçier anî ziman ku xebatên wan ên yekîtiyê tenê ne bi hilbijartinê ve sînorkirîne û ji bo li çar parçeyan Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd bicive xebatên wan didomin. 
 
MA / Mehmet Şah Oruç-Ozgur Paksoy