Guzel: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin

img

AMED - Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ya ji bo piştevaniyê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê ket greva birçîbûnê ya ji bo 3 roan got: "Em ê bi berxwedanê ber bi serketinê ve biçin." 

Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê da destpêkirin di roja 28'an de ye. Tevî vê çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo piştevaniyê li girtgîgehan û li derve ji aliyê parlementer, siyasetmedaran û gel ve hatin destpêkirin jî didomin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel ku li avahiya HDP'a Amedê ji bo 3 rojan ket greva birçîbûnê, çalakiyên greva birçîbûnê nirxandin. 
 
Guzel, bal kişand ser çalakiya ku Guvenê da destpêkirin û anî ziman ku heta dawî li tecrîdkirina Ocalan neyê wê çalakiyên wan dewam bikin. Guzel bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li Mêrsînê ku polîsan avêt ser çalakiyê û 10 HDP'iyê di çalakiyê de bin çav kirin û bilêv kir ku dewlet dixwaze dengê civakê yê li hemberî tecrîdê bitepisîne. Guzel, destnîşan kir ku têkoşîna li hemberî tecrîdê ger li civakê berbelav bibe wê tecrîd bişikê û got: "Têkoşîna li hemberî tecrîdê li nav civakê belav bû. Gel bertek nîşan dide. Bertekeke mezin derdikeve holê. Lê belê dewlet jî hewl dide berxwedan li hemberî tecrîdê bişikîne." 
 
'POLÎTÎKAYÊN ŞER TÊN KÛRKIRIN' 
 
Guzel diyar kir ku daxwazên Guvenê daxwazên mafdar in û got: "Wê tecrîd bi awayekî bê şikandin." Guzel, anî ziman ku bi salan e Ocalan tê tecrîdkirin û got: "Ev tê wateya hepskirina fikr û ramanekê. Ji ber ji fikrên Birêz Ocalan ditirsin wî ji civakê îzole dikin. Hevdîtinên bi Birêz Ocalan re di çarçoveya hevdîtinên aştiyê de bûn. Bi tecrîdê re polîtîkayên şerî tên kûrkirin. Ev tecrîd li dijî gelan e ku doza aştiyê dikin." 
 
'WÊ BERXWEDAN BER BI SERKETINÊ VE BIBE' 
 
Guzel, anî ziman ku rewşa tenduristiyê ya Guvenê ber bi asteke krîtîk ve diçe. Guzel, diyar kir ku nexweşînên kronîk ên Guvenê hene û got: "Ger hebên vîtamînê neyên dayîn wê hêdî hêdî rewşên norolojîk jî derkevin holê. Dibe ku ji ber birçîbûnê masûlke jî bihelin. Wê êdî tenduristiya wê xirab bibe. Divê demildest dawî li vê tecrîdê bê da hevala me jî jiyana xwe ya asayî bidomîne." Guzel destnîşan kir ku cihê Guvenê ne girtîgeh e, meclîs e. 
 
Guzel, diyar kir ku ger tecrîd dewam bike wê çalakiyên wan î demokratîk jî dewam bikin û got: "Taliyê ya me ber bi serketinê ve bibe berxwedan e." 
 
MA / Mehmet Şah Oruç-Ozgur Paksoy