Demîrtaş: Ez cezayê daraza ku bi emrê îktidarê biriye nas nakim

img
STENBOL -  Cezayê bi îdiaya "propgandaya rêxistinê" li Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureyya Onder hat birîn hat pesendkirin. Demîrtaş bertek nîşanî vê biryarê da û got: "Ez ne cezayê daraza bi emrê îktîdarê daye û ne jî gefên wê nas nakim." 
 
4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê li Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hat birîn, ji aliyê Daîreya 2'yan a Ceza ya Dadgeha Îstinafê ya Stenbolê ve hat pesendkirin. Bi vê biryarê re 3 sal û 6 meh cezayê li parlementerê HDP'ê yê berê Sirri Sureyya Onder hatibû birîn jî hat pesendkirin. Demîrtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê bertek nîşanî vê biryarê da û got: "Ez ne cezayê daraza bi emrê îktîdarê daye û ne jî gefên wê nas nakim." 
 
Demîrtaş got: "Bikin, nabêjim 'nekin' lê ev qasî jî aşkere, bi xeşîmî û riswayî nekin. Ez ne cezayê daraza bi emrê îktîdarê daye û ne jî gefên wê nas nakim. Hûn tenê bi fizîkî min û hevalên min di hundur de radigirin. Wekî din hûn her tiştî winda dikin. Du salên em di hundur de ne, em wekî HDP mezin dibin lê hûn biçûk dibin û belengaz dibin. Em ê li hemberî faşîzmê tim bitêkoşin û em ê bi ser bikevin. Wê roj bê hemû dadgerên daxilî vî sûcî dibin hesab bidin. Hûn nikarin me teslîm bigirin. Hûn nikarin çok bi me bidin şikandin. Divê gelê me li dor partiya xwe bibe xelek û ji bo têkbirina faşîzmê bi biryardarî û baweriyî li ber xwe bide. Ji milkê dil silav ji bo herkesî. Têkoşîn dewam dike..."