Buldan: Mifteya li deriyê Îmraliyê dadan, li deriyê demokrasî aştî û edaleta Tirkiyeyê dadane

img
ENQERE - Hevseroka Giştî yê HDP'ê Pervûn Buldan, vê hefteyê di civîna komê de bêtir bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Buldan, destnişan kir ku mifteya li deriyê Îmraliyê hatiye dadan, li deriyê demokrasî, aştî û edaleta Tirkiye û vîna gelan hatiye dadan. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di civîna koma HDP'ê ya vê hefteyê de zêdetir li ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rawestiya. Buldan bal kişand ser biryara DMME'ê û hilbijartinên rêveberiyên herêmî jî. Di civîna koma HDP'ê de malbatên Karkerên TOKÎ yên Mamakê ku ji bo mafê xwe û heqê xwe bistînin dest bi çalakiyê kirine, Malbatên girtiyan ên ji Stenbol, Amed, Mêrsîn, Riha û Enqereyê hatibûn amade bûn. 
 
Buldan, ewil bal kişand ser salvegera bombekirina Rojnaleya Ozgur Ulkeyê ku 24 sal berê hatin bombekirin, wiha got: “Wê demê bombekirina avahiyê bi fermana Serokwezîra wê demê Çiller pêk hat. Di bombekirinê de Ersîn Yildiz jiyana xwe ji dest da. Bi dehan kes birîndar bûn. Avahiya rojnameyê ser û bin bûn. Ez hemû şehîdên çapemeniyê bibîr tînim. Piştî bombekirinê rojname bi manşeta “Ev agir dê we jî bişewitîne" derket. Agirê serhildanê yê çapemeniya azad qet venemirî. Agirê wê her geş e." 
 
Buldan, bal kişand ser 3'ê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê jî û wiha got: “Welatiyên me yên astengdar qet ne bi tenê ne. Em wekî HDP'ê her dem li pişt wan in. Em soz didin ku em dê bi hevre astengiyên li pêş wan rakin. Buldan bal kişand ser karkerên TOKÎ yên ku 2 salin ji bo mafê xwe têdikoşin û wiha axivî: "Karkerên TOKÎ ji bo mafê xwe bistînin di çalakiyê de ne. Di serdema AKP'ê de welat bû goristana karker û kedkaran. Bê guman em dê bi hevre hesabê vê zilm û zora li kedkaran tê kirin bipirsin. 
 
‘TECRÎD DI SERDEMA FAŞÎZMÊ DE MAYINDE BÛ
 
Buldan, polîtikaya AKP'ê û MHP'ê jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Îktîdara AKP-MHP'ê welat aniye ser piyê zinar. Tecrîdkirina Birêz Ocalan bêyî pêvajoya AKP'ê nayê nirxandin. Tecrîd di serdema faşîzma AKP'ê de bêtir giran, kûr û mayinde bûye. Melese ne tecrida kesekî ye. Mifteya li deriyê Îmraliyê hatiye dadan, li deriyê hemû welat, demokrasî, edalet û vîna jiyana gelan hatiye xistin. Bi tecrîdê hemû welat hatiye kîlîtkirin. Bê guman ne tenê Birêz Ocalan li Îmraliyê di hucreya biçûk û teng de hatiye asêkirin. Bi asêkirina Birêz Ocalan a hucreyê re, hemû welat û gelên li vî welatî dijîn hatine hucrekirin. Pêşeroja welat û gelan hatiye hucrekirin. Ev yek di heman demê de kemîna ku gelan tîne hemberî hev e. Em bibîr bixin ku komploya 15'ê Sibatê jî bi vê armancê bû. Lê Birêz Ocalan bi berxwedana xwe ev komplo pûç kir. Lê niha AKP bi tecrîdê komploya serdemê 15'ê Sibatê berdewam dike. Vê yekê bi tena serê xwe nake. Bi piştgiriya hêzên navneteweyî pêk tîne."
 
HÊZA OCALAN HEYE KU LÎSTIKAN XERA BIKE 
 
Buldan, anî ziman ku bi taybetî di 3 salên dawî de li ser gelê Kurd lîstikek tê lîstin û wiha axivî: "Lîstikek wisa mezin tê lîstin, dixwazin kurdan li bajar û çiyayê wan bi destketiyên wan bifetisînin. Vê lîstikê li Kerkuk  û Afrinê xwe nîşan da. Li Sûr, Cizîr, Şirnex, Gever û Nisêbînê bi lîstikên talankeriyê xwe berdewam kir. Hilbijêr dîl girtin û qeyûmên talanker û diz tayînî şûna wan kirin. Heman lîstik li dijî destekftiyên Bakurê Sûriye berdewam dikin. Bi vê yekê dixwazin Kurdan sedsalên din jî bê statu û bê nasname bihêlin. Ji ber ku Ocalan xwedî hêz e vê lîstikê xera bike, niha wî tecrîd dikin. Birêz Ocalan mirovê herî têkoşer û mirovê herî girîng e. Mirovê herî baş û rast difikire ye. Rêberekî dîrokî ku qedera Tirkiye û Rojhilat biguherîne ye. Teminata ku gelên Tirkiye bi hevre wehev bijîn e. Lê rejîma AKP-MHP ji bo gelan bîne hemberî hev di nava polîtîkayek pir talûke de ye. 
 
TEQEZ DÊ BIŞKÊ
 
Buldan, da zanîn ku berxwedana li Zindana Amedê bilind dibe dê teqez kîlîda deriyê Îmraliyê bişkîne û wiha berdewam kir: "Berxwedana li Zindana Amedê dê teqez mifteya deriyê Îmraliyê bişkîne. Heta niha komplo çawa hatin pûçkirin, em dê van komployan jî pûç bikin. Ji bo tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kir û li hemû welat belav bide bê şikandin berpirsiyariya me tevan e. Berpirsiyariya me ya dîrokî  ye. Divê her kes li dijî vê komployê dengê xwe bilind bike û li er xwe bide. Ger ku em bi hevre li ber xwe bidin, teqez em dê vê tecridê bişkînin. Ji ber vê yekê divê hemû gelê me li dijî tecrîdê li çalakiya Guven xwedî derkevin." 
 
‘TIŞTA TIRKIYE BIKE DIVÊ BIRYARA DMME'Ê PÊK BÎNE
 
Buldan, bal kişand ser biryara DMME'ê û wiha lê zêde kir: "DMME'ê der barê Hevserokê Giştî yê Berê Selahattin Demirtaş de biryara berdanê da. Lê Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ferman da dadgehan û biryar red kirin. Tişta ku Tirkiye bike divê biryarê pêk bîne. Divê bi lez Demîrtaş azad bikin. Disa Îdris Baluken û hemû hevalên me yên hatine hilbijartin serbest berdin. 
Buldan bang li Komîteya Weziran a Konseya Avrupa jî kir û xewst bi lez têkevin tevgerê. 
 
Buldan, li ser rewşa girtîgehan jî axivî û wiha got: "Di serdema AKP'ê de hêjmara girtiyan 260 hezar derbas kir. Niha mirov li girtîgehan li erdê radizên. Kî di axive wan davêjin girtîgehan. Lêgerina dazî dikin. ÎŞkence dikin. Malbatên ji Colemêrgê diçin Edîrne zarokên xwe ziyaret dikin. Ev zilme. Em vê yekê şermezar dikin. Em dixwazin ev zext tev bi dawî bibin. Ger ku tiştek bi girtiyan bê AKP berpirsiyar e."
 
31'Ê ADARÊ DÊ BIBE REFERANDÛM
 
Buldan, herî dawi bal kişand ser rewşa hilbijartinê û wiha bi dawî kir: "31'ê Adarê dê ji bo me bibe referandum. Divê em ew qas dengan bistînin her tiştî bigherîn. Her dengek guhertinek e. Ji ber ku ji me ditirin hemû hevalên me dîl digirin. Rojê berê endamên me yên navendî ku Parlamentera me ya Berê Birêz Mulkiye Bîrtane jî di navde gelek kes bi awayekî bê hiqûq û bê zagon binçav kirin. Dîsa li Mêrsînê Hevseroka me ya HDP'ê jî di navde 10 kes binçavkirin. Em dixwazin bi lez hevalên me berdin. Soza me ji Sakîneyan, Mehmetan, Malzulan û gelek kesên din re heye. Ger ku em sozekê bidin em pêk bînin. 
 
WERIN EM BI HEV RE DÎROKE BINIVÎSIN Û EM LÎSTIKÊ XERA BIKIN
 
Me di 7'ê Hezîranê de, 24'ê Tîrmehê de lîstik xera kirin û em bi ser ketin, werin em dîsa van lîstikan bi hevre xera bikin û em bi hevre bi ser bikevin. Niha hedefa AKP'ê dixwaze Sûriyeya Bakur teslîmî çeteyan bike û Sûriyeya Bakur bê kurd bihêle. Lê ev hewldana wan vala ye. Kobane neket û dê nekeve. Sûriyeya Bakur jî neket û dê nekeve. Dê Çeteyên ku talanker û wêranker nikaribin li Bakurê Sûriye bijîn. Ji 31'ê Adarê re pir hindik ma. Divê em bi rûhê seferberiyê 31'ê Adarê bi dest bixin. 31'ê Adarê dê bibe roja Serkeftinê."