Temellî: Heta tecrîd hebe tu pirsgirêk çareser nabin

img
MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlamenterên HDP'ê yên li Mêrsînê li dijî tecrîdê ketin grevê birçîbûnê ziyaret kir û got: “Tecrîd meseleya hemû gelê Tirkiyeyê ye. Heta ku ev pirsgirêka tecrîdê çareser nebe tu pirsgirêkên din ên Tirkiye çareser nabin. Heta tecrid ranebe tu şensê me tune ku em pirsgirêkên din ên Tirkiye çareser bikin." 
 
Piştî duh polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girt û 10 endam û rêveberên HDP'ê binçav kirin, îro 3 parlamenterên HDP'ê li avahiya HDP'ê li dijî tecrîdê dest bi çalakiya grevê kirin. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, bi armanca piştgiriyê bide çalakiyê avahiya Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê ziyaret kir. Temellî li vir parlamenterên HDP'ê Fatma Kurtulan, Tulay Hatimogullari û Ridvan Turan ên bi armanc piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven a li dijî Tecrîdkirina Ocalan ketiye grevê, ziyaret kirin. Temellî, ani ziman ku piştî 10 endam û rêveberên wan ên duh ketin grevê û hatin binçavkirin, îro 3 wekilên wan ji bo 3 rojan çalakî dewir girtine û wiha got: "Li gel Mêrsînê li çar aliyên Tirkiye wekilên me li dijî tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine. Hevseroka KCD'ê Birêz Leyla Guven 26 rojin li dijî terîdê di greva birçîbûnê de ye. Me biryar da ku ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven li her çar aliyê Tirkiye çalakiyan pêk bînin. Lê duh polîsan bi ser avahiya Rêxistina me ya Mêrsînê de girtin. Li vir 10 hevalên me binçav kirin. Hevalên me mafên xwe yên demokratîk parastin. Bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven dest bi çalakiyê kirin. Mafê wan ê herî demokratîk, çalakiyên demokratîk in. Birêz Leyla Gaven dema ev çalakî pêk anî ji bo xwe nekiriye. Bi tevahî ji bo gelên Tirkiye, kedkar, jin û me hemûyan e. Li dijî şerê ku gelê Tirkiye mecbûrî wê tê hiştin e. Bang li hemû cemaweriya gelê Tirkiye dike û dibêje 'Werin em bi hevre vê tecrîdê rakin.' Ji 5'ê Nisana 2015'an heta niha tecrida kiran tê meşandin. Tencîd tenê bi Brêz Ocalan sînor namîne. Tecrîd li dijî aştî, demokrasî û pêşeroja Tirkiye tê meşandin. Me her dem got. Bi tecrîdkirina Komara Tirkiye, pirsgirêka Kurd bê çare tê hiştin. Ji ber ku pirsgirêka kurd bi muxatabên xwe pêkan e. Muxatabê vê meseleyê Birêz Ocalan li Îmraliyê terîdkiriye. Heta muxatabê vê meseleyê tecridkirî be, ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Em vê tecrîdê qebûl nakin û em dê nekin. Çawa hûn nikarin çalakiya Leyla Guven asteng bikin hûn dê nikaribin çalakiya me jî asteng bikin. Tecrîd meseleya hemû gelê Tirkiyeyê ye. Divê hemû gelê Tirkiye li dijî vê tecridê dengê xwe bilind bike."  
 
EM DÊ HETA DAWÎ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN
 
Temellî, anî ziman ku çareserî vîna wekhev, demokratîk û jiyana bi hevre û azad e û wiha bi dawî kir: "Em dê bi hevre û wek hev bijîn. Em dê li welatê hevpar û xwedi heman maf bin. Em dê di nava welatekî komara demokratîk de bijîn. Be bi îmha û înkarê. Têkoşîna me li ser vê esasê ye. têkoşîna me dê heta dawî bidome. Daxwaza me rakirina tecridê ye. Heta tecrid bi dawî bibe û daxwazên me pêk bên têkoşîn jî dê bidome." 
 
Temellî, piştî çalakvan ziyaret kir, derbasî Sîteya Naklivanan a Mêrsînê ziyaret kir û li pirsgirêk û daxwazên wan guhdar kir.