Temellî: Em dê bi namzetên gel qeyûman paqij bikin

img
BEDLÎS - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di gera xwe ya Bedlisê de bal kişand ser bêhiqûqiyên li welat pêş dikeve û ji her kesî xwest li dijî vê bêhiqûqiya pêş dikeve dengê xwe bilind bikin û got: "Ez bang li hemû kesên xwedî wîcdan dikim. Dengê xwe bilind bikin. Îtîraz bikin. Em dê bi namzetên xwe yên îtîfaqa gel van qeyûman paqij bikin û bavêjin." 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Sezaî Temellî, piştî ziyaretên li Wan û Colemêrgê derbasî Bedlisê bû. Gel û rêveberên HDP'ê Temellî, li Qada Fuarê ya Tetwanê pêşwazî kir. Temellî, piştî bigirseyî hat pêşwazîkirin derbasî Rêxistina HDP'ê ya Bedlisê bû. Temellî, li vir geşedanên siyasî nirxand û wiha got: "Niha dem hatiye ku em ji vê zilmê xelas bibin. Gel li vîna xwe ya siyasî xwedî derkivin.  Ev ne mijara niqaşê ye. Gelê me dê di demek nêzîk de vina xwe ya siyasî ji destê vana derxe. Niha qeyûm malê xezînê, zeviyên şaredariyê, hebûna malên şaredariyê pêşkêşî hevkarên xwe dike. Em dê van qeyûman ji vir bavêjin û paqij bikin. Niha êdî keyayan jî ji peywirê digirin. Ev hişmendiya qeyûmparêz, ji bo serdestiya xwe li her derê zextan zêde dikin. Zilma xwe zêdetir dikin. Muxtarên ku diçin Qesrê wan dişînin îspanyayê. Lê muxtarên gel bi 'têkiliya terorê"  tawanbar dikin. Berî her tiştî divê em vê hişmendiyê teşîr bikin. Ji vê feraseta dewletê ya ceberût tu xêr nayê. Tişta ew dikin gelan û civakê dikin dijminê hev. Tenê şer û tundiyê pêş dixin." 
 
JI BO DEMOKRATÎKBÛNA VÎ WELATÎ PÊDIVÎ JI AŞTIYÊ HEYE
 
Temellî, bal kişand ser daxwaza MHP'ê ya efûyê û fermana Serokomar a xebaten efûyê û wiha got: “Ji bo ev welat demokratîk bibe pêdivî ji aştiyê heye. Pêdivî ne ji efûyê ji aştiyê heye. Em bê bi pêşxistina demokratîkbûna rêveberiyên herêmî rê li pêş demokratîkbûna Tirkiyeyê vekin. Divê berî her tiştî Qanûna Têkoşîna bi Terorê (TMK) re bê rakirin. Hebûna TMK'ê li dijî mafên mirovan ên demokratîk û azadiyê ye. Ji bo tunekirina siyaseta demokratik heye. Parlamento, nûnertiya gelan dike. Divê guh bide daxwazên gelan. Divê gel guhdar bike û li gorî daxwazên gel biryarê bide. Ez dîsa bang li parlanentoyê dikim. Em bi hevre berpirsiyariya xwe ya li hemberî civakê pêk bînin. Ji bo em xwe ji bin tesîra qesrê rizgar bikin divê em li gorî daxwazên gel gavan bavêjin. Ev meclîs kêm e. Leyla Guven li şûna li meclîsê be, li girtîgehê ye. Di serdema 27’an de têkoşûna rûmetê ya meclîsê ye. Ger ku Leyla Guven ne li meclîsê me, meclîs kêm e."  
 
'DEM DEMA EM LI DIJÎ GOTINÊN NIFRÎNÊ LI WELATÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN E'  
 
Temellî, da zanîn ku êdî dema guhertina Tirkiyeyê hatiye û wiha lê zêde kir: "Ez bang li hemû gelan û gelê me dikim. We deng dabe kijan partiyê bidin, lê divê hûn li dijî van şertan nerazîbûnên xwe bînin ziman. Li dijî van gotinên nifrinê divê em li welatê xwe  xwedi derkevin. Em cudahiyan bînin cem hev û bi hevre dengê xwe bilind bikin. Em nirxên hev biparêzin. Em dikarin bi hevre Komara Demokratîk ava bikin. Ger ku em komara demokratîk ava bikin dê aramî, aştî û demokrasî bê vî welatî. Ez bang li hemû kesên xwedî wîcdan dikim ku em dengê xwe bilind bikin. Em van şertan îtîraz bikin. Ez bang li parlamentoyê dikim. Em bi hevre şerma serdema 26’an teşîr bikin. Bila hevşyaredar û rêveberên me yên girtî tev bên berdan." 
 
 
Temell, daxuyaniyên Erdogan ên der barê Minbicê de jî rexne kir û wiha pêde çû: "Wekî Efrînê niha heman lîstikê li ser Minbiçê jî dilîze. Me berê got 'Mudaxaleyî Efrînê nekin' Lê li me guhdar nekir û mudaxele kir. Îro kes nikare li Efrînê bijî. Bi vî şerî Efrîn xistin halê ku kes nikare lê bijîn. Em dibêjin bila gelê Suriyeyê bi xwe biryara xwe bide. Divê ji aştiya Sûriye û Tirkiyeyê netirsin. 
 
Temellî, pirsgireka krîza aboriyê jî nirxand û wiha bi dawî kir: "Li Tirkiye xizanî gihiştiye asta herî jor. Betaliya kesên jin û ciwan gihiştiye ji sedî 30. Li şûna îktîdar pirsgirêka betaliyê çareser bike ji bo xwe qesrê nû çê dike. Li şûna pirsgirêka kesên teqawît çareser bike herî zêde pereyan ji Diyanetê re xerç dike. Niha 100 hezar mamosteyên ku nehatine tayînkirin hene. Li şuna van pirsgirêkan çareser bikin, em li axa întîharan dijin. OHAL ji bo kedkar û kurdan hat îlankirin û bû mayînde. Em dê di van 5 meh û nîvan de bi hevre xwe bi rexistin bikin û em dê bi hevre bi ser bikevin. Li Bedlîsê jî nelirêtî û xizanî heye. Em dê bi têkoşînê van pirsgirêkan çareser bikin." 
 
Temellî, piştî axaftinan esnaf ziyaret kirin.