Temellî: Fikira Ocalan pêş xist tu car nayê tecrîdkirin

img
WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, beşdarî kongreya HDP'ê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bû û diyar kir ku wan bi çerebe û tecrûbeyên xwe yên dîrokê HDP ava kiriye û wiha got: "Yê me bi hêz dike têkoşîna me ye. Yê têkoşîna me jî bi hêz dike bawerî û fikra me ye. Yê ku ev fikr û vîna siyasî pêş xist jî Brêz Ocalan e. Silav ji Birêz Ocalan re. Ev fikr tu carî nayên tecrîdkirin." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi dirûşmeya “Em xwe bi rêxistin bikin azad bibin" 2’emîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona  Dawetê ya Beyaz Sarayê pêk anî. Di kongreyê de hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, parlanenterên HDP'ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Murat Sarisaç, Muazzez Orhan, yên Colemêrgê Saît Dede, Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din amade bûn. li salonê pankarta “Jin jîyan Azadî" û alên HDP'ê hatin vekirin. 
 
TEMELLÎ: HDP FIKRA OCALAN SLAV JI OCALAN RE 
 
Kongre bi hilbijratina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Piştî axaftinên vekirinê hatin kirin Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, 6'emîn salvegera avakirina HDP'ê pîroz kir. Temellî diyar kir ku HDP îro 6 salî ye û wiha got: "Me 6 salên pir bi rûmet bi hevre derbas kir. Bi ked, têkoşîn û sekna we ya bi biryar em gihiştin îro. Me ne tenê 6 sal, me bi dehan sal li pişt xwe hişt. Tekoşîna salên 1960’an, 70’ê, 80’ê, 90'an, 2000’an heye. Me bi hêz û biryara vê têkoşân salên borî xwe bi hêz kir û heta îro hatin. Ji bo em HDP’ê fam bikin tenê 6 salên borî ter nake. Ji bo vê yekê divê em li dîrokê vegerin. Ji salên 70’ê de têkoşîna şoreşgerî çawa pêş ket. Têkoşina azadiya kurd di salên 80’an de çawa pêş ket divê baş û rast bê famkirin. Biryara têkoşînê û sekna me û dîsa li dijî zilm û zordariyê serî neteweandin sal bi sal em bêtir xurt kirin û anîn îro. Li pişt me têkoşîna 40 salan heye. Têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê heye. Bi bi van tecrube, cerebe û têkoşinê HDP ava kir. Beriya wê Kongreya Demokratik a Gelan (HDK) hebû. Ya ku têkoşina me ava kir jî fikrek hebû. Yê ku ev fikr pêş xist û siyaset anî heta îro Birêz Ocalan e. Em slavên xwe ji Birêz Ocalan re dişînin." Dema Temellî Ocalan silav kir, axaftina Temellî, bi çepik, lîrandinê demek dirêj hat qutkirin û girseya li salonê bê navber dirûşmeyên “Bê Serok Jîyan nabe” berz kirin."  
 
‘JI TIRSAN ÊRÎŞ DIKIN Û TECRÎD DIKIN'
 
Temellî, ku axatina wî bi dirûşmeyan qut bû dîsa berdewam kir û wiha got: “Ji ber ku ji Ocalan ditirsin wî tecrîd dikin. Ji ber ku ji me ditirsin bi hezaran hevalên me îro girtî ne. Ji ber ku ji HDP’ê ditirsin bê navber êrîşî HDPê dikin. Tişta ku jê ditirsin aştî, demokrasî û jiyana azad û mirovane ye. Ji heq, hiqûq û edaletê ditirsin. Ji ber vê yekê heq, hiqûq û edalet nehiştin. Rastî gel û HDP ye. Ji rastiyê ditirsin. Di 6 salên avakirina me de me 6 hilbijartin li pey xwe hişt. Di van hilbijartinan de li dijî me hemû bazar û îtîfaqên qirêj pêş xistin. Hemû cureyên zextan pêş xistin. Walî, Qeymeqam, midiriye polîsan û hemû rêbaz xistin meriyetê û mafê hilbijartina demokratîk xezp kirin. Tevî hemû astengî û zextan dîsa gel bi ser ket. Me 3 caran benda danî pêş me bi ser wan de hilweşand. Ji niha de dest bi hîleyên xebatên hilbijartinê kirin. Di gava ewil de hevalên me li Amedê binçavkirin û girtin. Em li ku xebatên hilbijartinê pêş bixin û têkoşîna demokrasiyê bidin li wir kampanya hilbijartinê ya AKP’ê derdikeve pêşberî me. EV kampanya AKP’ê binçavkirin, girtin e. Em dê hesabê vê yekê li pêş daraza serbixwe û bê alî bipirsin." 
 
'HIŞMENDIYA QEYÛMÊ DÊ JI SER VÊ AXÊ KOÇ BIKE'
 
Temellî, bal kişan ser tayînkirina qeyûman û anî ziman ku ev rejîma otoriter tu tuştî tahammul nake û ew dê di hilbijartinê de vê qeyûman ji ser vê axê koç bikin. Temellî, wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi OHAL'ê qeyûm tayînî nêviyê Tirkiye kirin. AKP'ê Tirkiye kir Komara Qeyûman. Em dê di hilbijartina 2019'an de hemû qeyûman paqij bikin û bavêjin. Paqijkirina qeyûman a ji vî welatî dê bibe rûmet. Teqez em dê vê yekê bi ser bixin. Her kes dizane ku qeyûm pere li ku xerç kiriye. Dê deyên xwe jî bi xwe re bibin û biçin. Em wekî HDP'ê mafê butçeyê wekî mafê herî pîroz dihesibînin. Em butçeya zelal û bi tevlêbûna her kesî esas digirin. Endamên meclîsê û şaredarên me ne ji ber sûc girtî ne. Encama êrîşên rejîma faşîst û qeyûmparêz e. Ka binerin qeyûman çi kirin. Dizî û nelirêtî kirin. Zeviyên şaredariyê û xezîneyê firot. Dixwazin şaredariyan tevî deynan teslîmî HDP'ê bikin. Lê em dê wan tevî deynê wan bişînin. Teqez dê deynê xwe bidin û biçin. Erdogan dibêje 'Em dê disa qeyûm tayîn bikin' Ev bezarî û lawaziya wan nîşan dide. Wisa Serokomar çênabe. Em dê bi vinek xurt li hemberî wî rawestin. 
Nasnameya gelê kurd, gelê suryanî û nasnameyên din ji aliyê îtîfaqa cumhur ve hatiye dîlgirtin û xistine bin ipotekê. Baweriya gelê elewî, xirîstiyan baweriya me tevan e. Têkoşina wan têkoşîna me tevan e. Niha dem dema ku em milê xwe bidin hev û bi hevre têbikoşin e. Ger ku azadî, demokrasî û aştî bê tax û navçeya me, dê azadî, aştî û demokrasî bê tevahiya vî welatî." 
 
'EM DÊ BAJARÊ JIN, CIWAN Û KEDKARAN AVA BIKIN' 
 
Temellî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jin û ciwanan jî û wiha lê zêde kier: "Em dê bajarê jin, ciwan û kedkaran ava bikin. Em dixwazin bajarê me bajarê jinê be. Em dixwazin tundiya li dijî jinê bi dawî bibe. HDP partiya jinê ye. Aştî bi têkoşîna jinê pêkan e. Bi vê wesîleyê ez hemû hevrêyên jin silav dikim. Siyaseta HDP'ê siyaseta ciwan û kedkaran e. Kes nikare dengê heqîqetê tune bike. Niha krîza aborî her ku diçe kûr dibe. Têkoşîna me ya li dijî van polîtîkayên hikûmetê didome. Tevî hemû hewldanên me yên aştî û demokrasiyê AKP plana têkçûnê û şer dixe meriyetê. Birêz Ocalan, digot 'AKP zorê li me dike' raste wisa jî bû. Ji ber ku ev îktîdar tenê şer dizane. Piraniya butçeyê li şer diçe. Dema hatiye ku em ji hêza li ser xwina me siyasetê dike re bêjin raweste. Ez bang li hemû civaka Tirkiye dikim. Di bin kriza aborî de hişmendiya şer heye. Tevî vê krîza aborî butçeya qesrê 3 qat zêde bû. Têr nabe." 
 
Temellî, bang li partî û hemû hêzên muxalif jî kir û xwest li dijî vê yekê hêza xwe bikin yek û bi hevre têbikoşin. Temellî, piştî kongreyê derbasî navçeya Artêmetê bû û karkerên Tekstil Kentê ziyaret kir. 
 
Kongreya HDP'ê jî piştî axafin û xwendina raporan bi hilbijratinê bi dawî bû. Di hilbijartina kongreyê de Oznur Bartin û Bahattin Karaman bûn hevserokên HDP'ê yên Navçeya Rêya Armûşê.