Kurtulan: Dawiya tirsê tuneye, dê HDP bi ser bikeve

img

ENQERE – Serokwekîla Koma  HDP’ê Fatma Kurtulan, derbarê rojevên heyî de nirxandin kir û got: “AKP’ê bi operasyonên binçavkirinê yên li dijî rojnameger û siyasetmedaran starta hilbijartina herêmî da. Bila vê baş zanibin dawiya tirsê tuneye. Teqez divê hilbijartinê de dê HDP bi ser bikeve.” 

 
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Fatma Kurtulan, derbarê pêşveçûn di rojevê de, li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.  Kurtulan, diyar kir ku li dijî partiya wan binçavkirinek zêde ya navenda wê Amede di 9’ê Cotmehê de hat destpêkirin û wiha axivî: “Berî binçavkirinan Serokê Giştî yê AKP’ê derbarê partiya me de gotin ‘dê qeyûm tayîn bikin.’ Me ev weke starta hilbijartinê ya AKP’ê nirxand.”
 
Kurtulan, anî ziman ku AKP’ê di demên dawî de êrîşên xwe  yên li ser partiya wan zêde kirine û wiha got: “Ji bilî girtin û binçavkirinan, ji 7’ê Hezîranê û vir ve, avahiyên partiyên me tên bombekirin, bombeyan di mîtîngên me de diteqîn in û bi her awayî êrîş dikin. AKP’ê di vê sedemê de bi êrîşan starta hilbijartinê da. Niha 25 hevalên me girtin. Dîsan di bîranîna 10’ê Cotmehê de li Wanê êrîşê hevalên me û parlamenterên me kirin û hevalên me birîndar kirin. Di operasyonên binçavkirinê de hevalekê me kêr kirin, berê çekê dan zarokan û hevalekê  me jî krîza dil derbas kir. Bila vê baş zanibin dawiya tirsê tuneye. HDP dê di vê hilbijartinê de bi ser bikeve. Ligel hemû êrîş û zextan jî HDP’ê dê bi hêztir beşdarî vê hilbijartinê bibe.”
 
‘AMEDSPOR NE BI TENÊ YE’
 
Kurtulan, êrîşa li ser Amedsporê jî nirxand û wiha bilêv kir: “Amedspor a çû maça Sakaryasporê, rastî hewldana lînçê hat. Ez bang li gelê Sakarya dikim, hin komên faşîst li ser navê we êrîşî Kurdan dikin Divê gelê Sakarya bertek nîşan bide. Amedspor ne bi tenê ye.” 
 
‘HINDIK MA BÛ BI QESRA DIFIRE BIŞÎNIN DYA’
 
Kurtulan,  bal kişand ser berdana rahîbê DYA Andrew Brunson jî û wiha rêz kir: “Em rewşa daraza Tirkiyeyê rexne dikin. Rewşa pergala darazê li holê ye. Herî dawî li ber çavnên cîhanê welatê me rezîl kirin. Di bûyera Denîz Yucel de jî me ev yek dît. Me dît ku rewşa dîlgirtinê dixin mijara bazara navneteweyî. Ligel ewqas rageşî hindik ma bû ku Erdogan Brunson bi qesra difire bişîne DYA’yê. Êdî wisan bûye, serbixwetiya darazê li vî welatî bûye yek ji pirsgirêkên herî bingehîn.”
 
‘AKP JI WELATIYAN RE DIBEJE XEYAL BIKIN’
 
Kurtulan, destnîşan kir ku di warê krîza aborî de AKP ji welatiyan re dibêje xeyal bikin û wiha pê de çû: “Êdî bernameya xizmetkirina AKP’ê darbe xwariye. AKP’ê  çav berdaye nanê welatiyan. Tirkiye kiriye bazara sermayeya hêzên navneteweyî û bi vê mizgînniya xizantiyê dide.”