Temellî: Heta Ocalan azad bibe wê ev têkoşîn bidome

img
RIHA – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di kongreya rêxistina xwe ya Rihayê de axivî û got: “Heta ev tecrîd bi dawî bibe û Birêz Ocalan azad bibe wê ev têkoşîn dewam bike.” 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê 2’yemîn Kongreya xwe ya Awarte li Salona Dawetê ya Şehîtlîk Çamlik li dar xist. 
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û parlamenterên HDP’ê yên Rihayê û bajarên herêmê, ji malbata Şenyaşar Emîne Şenyaşar, malbata Îbrahîm Ayhan ê demek beriya jiyana xwe ji dest da, malbata rojnameger Rohat Aktaş ê li jêrzemîna Cizîrê jiyana xwe ji dest da û rêveberên rêxistinên civakî yên sivîl û gellek welatî beşdarî kongreyê bûn. Jin bi cilên xwe netewî beşdarî kongreyê bûn. Li salonê pankartên “Em ê li dijî qirkirina siyasî serê xwe netewînin”, “Malbata Şenyaşar û şehdî şoreşê bêmirinin”, “Jin jiyan azadî” û “Em ê tecrîdê bişkênin, faşîzmê hilweşînin” daliqandin. Wêneyên Îbrahîm Ayhan û Muhsîn Melîk jî hatin daliqandin. 
 
‘ÇARESERÎ BI RAKIRINA TECRÎDÊ PÊKAN E’ 
 
Kongreyê piştî strandina Hozan Serwan ê herêmî dest pê kir. Rêz hat girtin. Ewil Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî û diyar kir ku tekane çareseriya aloziyên li Tirkiyeyê bi rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêkan e. 
 
Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Nîmetullah Erdogmuş jî axaftinên kurt kirin.
 
‘RIHA DESTPÊK E’ 
 
Pişt re Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî derket kursî û axivî. Temellî di kongreyê de wiha axivî: “Dema pêşiya me em ê hemû bi hev re Rihayê ji vê zîhnetiya ceberut rizgar bikin. Riha destpêkek e. Riha siberoja me ye. Ji bo em xwedî li wê siberojê derkevin em li vir in û di nav gel de ne. Em ê bi gel re têbikoşin. Ev ax bi xêr û bereket e. Em ê aştiyê binîn ser vê axê. Vî welatî edalet û wîjdana xwe winda kir. Vê îxtîdarê edaletê ji salonên dadgehan derxist. Ev rejîma otorîter rejîma yek zilamî ye. Li dijî vê bê edaletiyê wê berxwedana me her hebe. HDP ev e. 
 
BAZARIYA BRUNSON TUNDIYE 
 
Brunson bi bazariyekê hat berdan. Ev bazarî tundî û bê edaletiyek mezin e. Cezakirina kesan ji qesrê tê. Dibêje ‘Keşe binçav bikin’ binçav dikin. Dibêje ‘bigirin’ digirin. Dibêje ‘berdin’ berdidin. Ev e edalet. Aramî û ewlehiya tu kesî nema. Nêrîna dê mêze bike nemaye. Hêviyên vî welatî didizin. Her ku HDP hebe wê hêvî mezin bibin. Em ê li dijî van hemû tiştan wek partiya hêviyê rêya xwe dewam bikin. 
 
WELAT HATIYE TECRÎDKIRIN 
 
Heta ku tecrîdkirin Birêz Ocalan û azad bibe wê ev têkoşîn dewam bike. Ev tecrîd li ser hemû welat hatiye sepandin. Ev tecrîd li er gelan ên ku li benda çareserî û aştiyê ne hatiye sepandin. 
 
EDALET DI ÇAVÊ DAYIKA EMÎNE DE YE 
 
Edaletê ji salonan qewirandin. Heke hûn li edaletê bigerin werin edalet di çavê dayika Îbrahîm Ayhan û dayika me Emîne Şenyaşar de ye. 
 
EM Ê QEYÛMAN PAQIJ BIKIN 
 
Em ê xwedî li siberoja xwe derkevin. Li pêşiya me hilbijartinên herêmî hene. Em ê hemû bên cem hev û li dijî faşîzmê derkevin. Em ê mil bidin milê hev û hemû qeyûman ji vê erdnîgariyê paqij bikin û bişînin. Ew jî vê yekê dizanin ji ber wê ditirsin. Di xewnên şevan de kabûsan dibînin. Hûn bûne kabûsa nav dilê wan.” 
 
Wek ku hosteyê mezin Yilmaz Guney digot ‘Bila dost û dijmin dizanibe teqez em ê bi ser bikevin.” 
 
Piştî axaftinan raporên xebat û malî hatin xwendin. Di hilbijartina 555 delegeyên dengê xwe bikaranîn de Aliye Kizildamar û Îbrahîm Halîl Akbaş bûn hevserokê HDP’a Rihayê.