Temellî: Dema HDP namzetan diyar bike dê ji kedkar, jin û gelan bipirse

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, diyar kir ku Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan hewl dide mûdaxileyê pêvajoya namzetên hilbijartina herêmî ya HDP’ê bike û got: “Dema HDP biryarê bide, dê ji kedkar, jin û gelan bipirse.”
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û şandeya gel wî, çûn serdana Sendîkaya Kar a Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK)ê. Serokê Giştî yê Sendîkayê Remzî Çalişkan û rêveberên DÎSK’ê Temellî û şandeya gel wî pîşwazî kirin. Di hevdîtinê de pêşketinên di qada kedê de hatin nirxandin. Hevdîtin berî li çapemeniyê girtî bê destpêkirin Temellî û Çalişkan derberê rojêve de axivîn. 
 
Temellî, derbarê pêşketinên di qada kedê û girtina karkerên Balafira 3’yemîn de ev nirxandin kirin: “Li pêşiya me pêvajoyek zor heye. Vê pêvajoyê emê karibin bi karker û kedkaran derbas bikin. Tercîha HDP’ê ji aliyê kedê deye. Têkoşîna kedê, ji bo me rêya ronahiyê ye. Desthilatdariyê di serdama 16 salan de herî zêde êrîşî têkoşîna sendîkayê kir. Karkeran mîna koleyan didin xebitandin. Hemû Tirkieyeyê ev rastî dît. 24 karker girtin. Ev desthilatdar, bi hişmendiya dijminantiya karker û kedkaran êrîşên xwe berdewam dike. Ji bo desthilatdariya xwe kedxwariyê berdewam dike û xwezayê talan dike. Qeyûm tayînê hemû şaredariyên me kirin. Gelek hevalên me hatin îxraç kirin. Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan hewl dide mûdaxileyê pêvajoya namzetên hilbijartina herêmî ya HDP’ê bike. Dema HDP biryarê bide, dê ji kedkar, jin û gelan bipirse. Ger em welatek demokratîk dixwazin wê demê em dibêjin niha tam wextê wê ye.”
 
ÇALIŞKAN: EM BI POLÎTÎKAYÊN DIJMINANTIYA KEDÊ RE RÛ BI RÛ NE
 
Piştî Temellî Çalişkan, axaftinek kurt kir û wiha got: “Piştî darbeyê gelek kedkar ji kar hatin avêtin û hîna jî mexdûriyeta wan berdewam dike. Ji bo ku em mafê xwe biparêzin û pêş bixin, berî her tiştî pêdivî bi demokrasiyê heye. Yên têkoşîna demokrasiyê birêve dibin, divê bibin yek û li kêleka hev cih bigirin. Vaye karkerên Balafirgeha 3’yemîn girtin. Dijberiya li dijî daxwazên mirovî li holê ye. Em bi polîtîkayên dijminantiya kedê re rû bi rû ne.” 
 
Çalişkan, anî ziman ku qeyûm tayînê şaredariyan kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hevşaredar girtin. Li pêşiya me hilbijartina herêmî heyey. Em hêvî dikin ku gel vîna xwe bibîne. Em dixwazin bêjin em ê li kêleka têkoşîna kedê, têkoşîna demokrasiyê jî bi rêve bibin.”