HDP’ê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê bir Meclîsê

img
ŞIRNEX - Marlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyên Kaçmaz, binpêkirinên mafan ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên jiyîn, bir Meclîsê û ji Wezîrê Dadê Abdullah Gul pirsname pirsî. 
 
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên jiyîn de pêşniyar name da Meclîsê ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bibersivîne. 
 
Pirsên ku Wezîrê Dadê Gul bi bersivîne wiha ne: 
 
“*Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi awayekê keyfî nameyan nadin girtiyan û girtiyan dernaxin hevdîtin. Gel agahiya we ji vê yekê heye? 
 
*Di warê xwendina pirtûkan de ji bo girtiyan sînor hatiye danîn û ava di girtîgehê tim tê birîn. Gelo sedama birîna avê çiye?
 
*Dema ku girtina dibin salona sporê wan di yek rêzê de dibin û nîzama leşkerî ferzî girtiyan tê kirin. Dîsan gava wekîlên HDP’ê derdikevin televîziyonê, dengê wan tê birîn. Gelo tu eleqeya we bi van pêkanînan re heye?"