Sinorê nû yê navbera KBY û Sûriyeya Bakur: Xeta boriyê ya Bexda û Ovakoy

img

STENBOL - Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federe piştî referandum pêk anî, Tirkiye û Irak ketin nava xetek nû ya rêya bazirganiyê. Di nava vê mehê de dê xeta bazirganiyê diyar bibe. Tê diyar kirin ku rêya bazirganiyê û xeta boriyê ya navbera Ovakoy-Beşde, dê di navbera Rêveberiya Herêmî ya Kurdistan û Bakurê Sûriye de sînorekî ava bike. 

Deriyê bazirganiya nû yê Tirkiye yê bi Iraqê re bike, wekî deriyê navbera Ovakoy-Fişhabur hat diyar kirin. Piştî Rêveberiya Herêma  Kurdistana Federe di 25'ê Îlona 2017'an de referanduma serxwebûnê pêk anî, Tirkiye ambargo danî ser herêmê. Li ser vê yekê ji bo bazirganiya Tirkiye û Iraqê ya li ser sinorê Xabûrê niqaşên nû hatin destpêkirin. Li şûna deriyê sînor ê Xabûrê-Halîl Îbrahîm, li deriyekî nû geriyan. Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan û Seroke Iraqê Haydar El-Îbadî di 14'ê Tebaxê de li Enqere hevdîtin kirin. Piştî hevdîtinê hat diyar kirin ku biryar dane deriyê bazirganiyê yê nû deriyê Ovakoy û Fişhaburê bibe  xeta boriyê yê Ovakoy-Baxdeyê. 
 
Piştî hevdîtina Tirkiye û Iraqê balafirên şer ên TSK'ê herêma Şengalê bombe kir. Di êrîşa bombeyî de Endamê Kordînasyona  Civaka Êzîdî, Zekî Şengalî bi sûîkastê hat kuştin. Di 10'ê cotmehê de ji Tirkiye heyetek çû bi hikûmeta Iraqê re li ser xeta boriyê ya Ovakoy-Bagdatê hevdîtin kir. Tê payin ku di vê mehê de Ovakoy-Telafer-Musul-Baxda xeta bazirganiyê zelal bebe. Tê diyar kirin ku xeta nû ya bakirganiyê dê ji Fişhaburê heta Telaferê seranserî xeta sinorê sûriye dirêj bibe. Dê bibe wekî sînroê navbera Herêma Federal a Kurdistanê û Bakurê Sûriye. Bi vî şiklî xeta bazirganiyê ya navbera Tirkiye û Iraqê tê başurê Kurdistanê û Bakurê Sûriye perçe bike. 
 
MA / Yasin Kobulan