Onlu: Rêya ji krîzê derketin di Îmraliyê re derbas dibe

img

RIHA - Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu yê beşdarî konferasna partiya xwe ya Riha bû, diyar kir ku rêya ji krîzê derketin di Îmraliyê re derbas dibe û got: “Em vê krîzê bi hêzên demokratîk û kedkar, yekitiya neteweyî ya li Kurdistanê re derbas bikin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê, ji bo amadekariyên kongreya bajêr a di rojên pêş de konferans lidar xist. Konferans li avahiya partiyê pêk hat, Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alîcan Onlu, parlamenterên HDP’ê yê Riha Ayşe Surucu û Omer Ocalan, rêvberên partiyê û gelek kes beşdarî bûn. Pankarta “Em xwe ji bo kongreya asayî bihêz dikin, em ê xwe birêxistin bikin û rêveberiyên herêmî qezenc bikin’ bi salona konferansê ve hati kirin. Alîcan Onlu di konferansê de axivî û wiha got: “Ji bo krîza pêvajoya li Tirkiye û Rojhilata Navîn tê jiyîn, tekane hêza çareseriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalane. Ji ber vê bi awayekê zanebûn  tecrîtê kurtir dikin.” 
 
‘HEMÛ GEL DIVÊ LI DIJÎ FAŞÎZMÊ XWE BIRÊXISTIN BIKIN’
 
Onlu, anî ziman ku faşîzim xwe li herêmê bi sazî dike û wiha bilêv kir: “Divê hemû gelên herêmê li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin bikin. Li hemberî faşîzma pêş dikeve, rêxistinbûyîna HDP’ê qelse. Divê em vê qelsbûna xwe derbas bikin. Ji ber şerê heyî kriza aborî ya li herêmê mezintir dibe. Rêya ji krîzê derketin di Îmraliyê re derbas dibe. Ji ber vê tecrîta li ser Ocalan, di heman demê de li ser tevahiya gelên herêmê tê meşandin. Ji bo ku gelên Rojhilata Navîn azad bibin, berî her tiştî divê tecrît bê rakirin û pirsgirêka nasnameya Kurdistanê çareser bibe.”  
 
Piştî axaftina Alîcan Onlu, konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.