Temellî Enstîtuya kurd ziyaret kir

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stenbolê ziyaret kir. Temelî, diyar kir ku Enstîtuya kurd ne tenê wêjeya zimanê kurdî diparêze, di heman demê de piştgiriyê dide aştiya vî welatî û bi nasnameya xwe li holê ye. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, di çarçoveya ziyaretên li Stenbolê de ewil çû Komeleya Lêkolînên Kurdî  ziyaret kir. Rêveberên HDP'ê yên Stenbolê jî piştgirî dan temellî û bi hevre enstdîtu ziyaret kirin. Serokê Estituyê Sami Tan û rêveberên enstîtuşê heyeta HDP'e pêşwazî kir. Di ziyaretê de Temelî, axavî û wiha got: "Enstîtuya kurdî ku di salên 1992'an de hat avakirin û ji wê demê heta niha xizmeta wêjeya kurdî dike, xizmetek mezin ji ziman û wêjeya kurdî re kiriye. Estîtuya ku li gel hemû zextan li ser piyan ma, bi KHK'ê hat girtin. Dema em li pêşketina Tirkiye binerin em dibînin ku rejîma otoriter  a hişk li pêş me ye. Estîtuya kurd ne tenê xizmeta wêje û zimanê kurdî kiriye. Di heman demê de xizmeta aştiya vî welatî kiriye. Bi nasnameya xwe li vî welatî xizmet kiriye. Lê îro hişmendiya îktîdarê zimanê kurdî înkar dike. Dîsa hişmendiya berê ji nûve zindî dike. Kurdî wekî aloziya erebî û farisFi ku zimanê nayê zanîn pênase dikin. Ji zilma ku li dijî gelê kurd û nasnameya kurd dikin qet kêm nakin. Zimanê kurdî yek ji sedema me ya herî girîng a têkoşînê ye. Em ji xebatên enstîtuyê re serkeftinê dixwazin." 
 
Serokê Komeleya Lêkolinên Kurd Samî Tan jî ani ziman ku rêveberiya ku Tirkiye bi rêve dibe xwedî hişmendiya înkar û îttihat Terakkî ye. Tan, ji HDP'ê xwest ku ji bo zimanê kurdî li Stenbolê pêş bixin bi hevre xebatên hevbeş bimeşînin. Enstîtuyê pirtûka Hînker diyarî Temellî kirin. 
 
Temeli, dê piştre Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (İSİG) û Partiya Karkerên Tirkiye (TİP) ziyaret bike.