Kurtulan: Divê AKP polîtîkayên xizmeta Tirkiye dike pêş bixe

img
ENQERE - Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, têkildarî geşedanên di rojevê de li meclîsê civîna çapemeniyê pêk anî û xwest hikûmeta AKP’ê polîtikayên ku xizmeta Tirkiye dike pêş bixe. 
 
Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fatma Kurtulan, têkildarî geşedanên dawî li meclîsê civina çapemeniyê pêk anî. Kurtulan, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha got: "Tirkiye ji ber pirsgirêka rêveberiyê bi cîranan re di nava krizê de ye. Polîtîkaya dawî ya li Tahranê li ber çavan e. DYA, Rûsya, Ewropa, Îran, peyaman bi riya Tirkiye didin hev û Tirkiye dikin maşika xwe. Ne lîstikvanek bi hêz e. Tirkiye di polîtîkayên derve de nikare xwe bi rêve bibe. Me demek dirêj têkiliyên Tirkiye yên bi DAIŞ'ê re anî ziman. Lê yên ev yek anîn ziman hatin cezakirin. Niha siyasetmedar û rojnagerên ji ber vê yekê girtî hene." 
Dijminantiya Tirkiye ya li dijî kurdan û dostaniya bi El-Nusra û DAIŞ'ê re girêdayi polîtîkayên wê yên derve ne. Putin, dema der barê cîhadîstan de bang li Erdogan kir ku agirbestê îlan bikin got ‘li vir nûnerê DAIŞ'ê tune ye' Li ber çavê hemû cîhanê got ‘Ma hûn nûnerê DAIŞ'ê ne". 
 
Kurtulan, anî ziman ku piştî tevgera Tirkiye ya li Efrînê mirov ji cih û warên xwe koç bûn û gelê Efrînê malê wan hat talankirin û wekî ganîmetê li hev par kirin û wiha got: "Tirkiye herî zêde bi îranê de li ser dijminantiya kurdan dibe yek. Aktîvîstên kurd Ramîn Hossein Panahi, Zanyar Muradî û Luqman Muradî ji aliyê rejîmê ve di 8'e Îlonê de hatin darvekirin. Êrîşên ÎRanê yên li dijî kurdan bê navber berdewam dikin. Herî dawî li navçeya Koyê kirin. Gelek mirov hatin kuştin. Em bang li hemû kesên ku wekî Îranê difiririn dikin. Ger hûn destê xwe ji xwîna kurdan dernexin dê taliya we xerab be. Taliya we dê bibe wekî ya Saddam. Em serî natewînin û bîat nakin. Cezayê ku li hevserokê Giştî yê berê Selahattin Demirtaş Endamê Heyeta Îmraliyê Sırrı Sureyya Onder hatiye birîn nayê qebûlkirin. Di 2013, wekî destpêka pêvajoya nû ya aştî û çareseriyê tê qebûlkirin. Di vê destpeka pêvajoyê de 3 siyasetmedarên kurd li Parîsê hatin qetilkirin. AKP’ê di vê demê de xwest pêvajoyê tev li hev bike. Hevalên me 3 jinên kurd bibîr anîn û axaftin kirin. Ji ber vê axaftina wan 3 sal şûnde doz hat vekirin û niha ceza li wan dibarîne. Daxuyaniyên wan aştî, azadî bû. Niha hemû wekîlên me yên ku wekîltiya wan hatin xistin, hatin sirgûnkirin, hatin binçavkirin û girtin, hemû hevalên me yên dîl hatine girtin, dê li dijî van polîtîkayan serî ne tewînin. Yên dibêjin 'Em dê xwîna akademîsyenên aştiyê birijînin' wan ceza nakin. AKP û MHP hebûna xwe di şer de dibînin. Ji ber polîtîkayên şaş ên derve bandora xwe li ser polîtîkayên hundir jî dike. Tevî gelek pirsgirêk niha nexweşiya şarbonê ketiye Tirkiye. Ger ku wesîr bêje 'Hûn dikarin goşt bixwin' Wê demê dê nexweşiya şarbonê jî bi hêsani belav bibe. Ji ber vê yekê divê AKP polîtîkayên ku xizmeta Tirkiye dike pêş bixe."