Pîroglû: Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man

img

STENBOL - Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, ji bo gotinên Serkomar Erdogan ku got "Em di heman keştiyê de ne" got: "Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man. Tu carî çarenûsa me ne hevpar bûye û dê nebe jî." Seroka EHP'ê Sîbel Ûzûn jî got: "Aşkere ye ku dê gel, kedkar û bloka rejîma yek zişamî û sermayeyê di heman keştiyê de cih negirin." 

Serokomar Tayyip Erdogan, duh na pêr li Trabzonê têkildarî zêdebûna qûra dowîzî ji pîşesazan re gotibû: "Mayîna li ser piyan a gel tenê ne peywira me ye, peywira pîşesaz û bazirgana ye jî. Baş bizanibin ez ê mecbûrî plana B û C'yê têxim dewrê." Her wiha Erdogan gotibû "Em di heman keştiyê de ne." Siyasetmedaran bersiva van gotinên Erdogan dan. 
 
Parlementerê HDP'ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku 16 sal in AKP bi mantiqa talankirinê û deynkirina ji derve aboriyê bi rê ve dibe û her wiha hem li derve hem jî li hundur şer didomîne û ev yek bû sedem ku kêmasiyeke mezin di aboriyê de rû bide û deyn zêde bibin. Pîroglû, destnîşan kir ku loma li welat krîza aborî rû da û du sedemên vê yekê yên sereke hene û got: "Ya ewil polîtîkaya neo-lîberal e. Ya dudoyan jî siyaseta şer e." 
 
‘ME TU CARÎ DI HEMAN KEŞTIYÊ DE CIH NEGIRT' 
 
Pîroglû, bal kişand ser gotina Erdogan a "Em di heman keştiyê de ne" û bilêv kir ku Erdogan bi van gotinana xwestiye bêje "Em ê bi hev re noq bibin." Pîroglû got: "Halbûkî em dizanin ku tu carî çarenûsa karker û patron, serdestan nebûye yek. Di 16 salan de dema karker bi cinayetên karî mirin, di nav xizaniyê de jiyan, gelê kurd dimir, zarokên xizanan di şer de dimirin dewlemend û patron di cîhaneke din de dijiyan. Ne êşê me yek bûn, ne jî em di heman keştiyê de man. Tu carî çarenûsa me ne hevpar bûye û dê nebe jî."
 
Pîroglû, destnîşan kir ku tê xwestin fatûreya krîzê li gelê xizan bê birîn û got: "Lê em jî dibêjin tiştekî ku gel bide tune ye. Dewlemend hewl didin ku vê fatûreyê li me bibirin. Lê ji bo em vê fatûreyê nedin divê em bitêkoşin. Ev yek jî bi rêxistinbûyînê pêkan e. Gelê kurd û çîna karkeran aTirkiyeyê eger bi hev re tev bigerin, dê vê fatûreyê bi sermaye û patronan bidin dayîn." 
 
'DIVÊ GEL Û KEDKAR DEST BAVÊN PAXILA ERDOGAN' 
 
Seroka Giştî ya Partiya Tevgera Karkeran (EHP) Sîbel Ûzûn jî destnîşan kir ku bi btealî, enflasyonê û bêqîmetbûyîna lîreyê tirk welat ber bi rûxandinê ve çûye û got: "Aşkere ye ku dê gel, kedkar û bloka rejîma yek zişamî û sermayeyê di heman keştiyê de cih negirin." 
 
Ûzûn, bilêv kir ku divê gel û kedkar ji bo vê bedêlê nedin destê xwe bavêjin paxila Erdogan û got: "Ji bo welat ji vê krîza aborî xelas bibe, pêdiviya me bi têkoşîna polîtîk a rêxistinbûyî ya kedkaran heye. Wekî partî em ê heta dawiyê ji bo vê yekê tev bigerin."