Berdevkê HDP’ê Oluç: Heke dawî li xerckirina şer bê dê krîz bisekine

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç têkildarî geşedanên aboriyê de axivî û got: “Divê aboriya îsrafê bidawî bibe. Lazim e têkiliyên dostikên hev bi dawî bibin û xwe arasteyî hilberîn û îstîhdamê bikin. Pêwîste dawî li xerckirina leşkerî û şer bê anîn. Heta ev gav neyên avêtin, ne pêkan e krîz bê sekinandin.” 

 
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç têkildarî rojeva civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê nirxandinan kir. Di rojeva sereke ya civîna li navenda giştî ya HDP’ê de geşedanên aboriyê cih girtin. 
 
‘ŞERÊ ABORIYÊ NÎNE, JI BER XELETIYAN KRÎZ HEYE’ 
 
Oluç behsa gotinên Serokomar Erdgogan ên mîna “şerê aboriyê” û “terorîstên aboriyê” kir û got: “Em pir aşkere dibêjin şerê aboriyê nîne. Gotina têkoşîna milî û xwecihî temamî hemaset e. Terorîstên aboriyê jî tune ne. Ev krîz ji ber şaşîtiyên desthilatdariyê rû dide. Heke rewş neyê nirxandin, ne pêkan e pêşî li vê krîzê bê girtin. Li holê aborî û polîtîkayek şaş heye. Berpirsa van hemû biryaran Erdogan û şêwirmendên wî yên aboriyê û desteya ji wezîran pêk tê ye. Ev tenê berpirsyar in. Ev pirsgirêk hatiye halê kes nikare kontrol bike.” 
 
‘DIVÊ MECLÎS BI LEZGÎNÎ BICIVE’ 
 
Oluç diyar kir ku divê bi lezgînî Meclîs kom bibe û wiha dewam kir: “Ji bo ev krîz hin bêtir kûrtir nebûye lazim Meclîs bicive. Berevajî vê yekê xeletî bên kirin dê hemû civak ji ber vê krîzê tengasî bijî. Faturaya krîzê ji kedkar û karkeran re tê birîn. Ji serê salê vir ve kedkar bi windakirina aboriyê re rû bi rû ne. Mesela esas lîreyê tirk qîmeta xwe winda dike. Windakirina qîmeta TL tê maneya civak feqîr bibe. Bedela polîtîkayê şaş kedkar didin. Ji ber vê yekê divê demildest Meclîs bikeve tevgerê. 
 
TÊKILIYÊN WAN DOSTANE ME ANÎN VÎ HALΠ
 
Li gellek bajaran karker bi komî ji kar tên derxistin. Divê Meclîs bi lezgînî tedbîr bigire. Em ê di mehên pêş bibînin ku vê krîza finansal dê bandorek çawa li ser jiyana rojane bike. Li Tirkiyeyê her tişt bi dovîzê ve girêdayî ne. Ji nîskan bigire heta pîvazan hilberînên îthal mijara gotinê ye. Vê krîza pêk tê dê di mehên îlon û cotmehê de pirsgirêka xwedîkirinê bide destpêkirin. Her wiha ev krîz bandorek neyînî li ser sektora dermanan dike. Razemeniyên çavkaniyên têkiliyên dostikên hev ên kapîtalîzmê me anîn vê halî. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe, divê mirov balê bikişîne ser sê mijaran. Yek jê divê ewil aboriya îsrafê bi dawî bikin. Têkiliyên dostikane yên hev bi dawî bikin û xwe arasteyî hilberîn û îstîhdamê bikin. Ya sêyemîn jî divê xerckirina leşkerî û şer bi dawî bikin. Heta ev gav neyên avêtin ne pêkane krîz bê sekinandin.” 
 
Oluç di dawiya axaftina xwe de got li Tirkiyeyê krîza herî mezin destpê kiriye û ew ê wek HDP’ê ji bo vê yekê asteng bikin tişta ji destê wan bê dê bikin.