Tanrikûlû: AYM bû hevkarê polîtîkayên binpêkirina mafên mirovan

img
ENQERE - Di 6 salan de 176 hezar û 951 kesî bi hinceta "mafên wan ên darizandineke adil hatiye binpêkirin" serî li AYM'ê dane. Parlementerê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû ji bo helwesta AYM'ê ya ji bo serlêdanan got: "Bû hevparê polîtîkaya binpêkirina mafên mirovan." 
 
Li Tirkiyeyê, binpêkirina mafan nemaze jî di dema "qedexeyên derketina kolanan" û Rewşa Awarte de zêde bûn. Ev yek di raporan de jî rû da. Li hemberî vê yekê welatiyan serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dan. 
 
176 HEZAR Û 951 KESÎ JI BER BINPÊKIRINA MAFAN SERÎ LI AYM'Ê DAN 
 
Di navbera 23'yê Îlona 2012'an û 30'yê Hezîrana 2018'an de 176 hezar û 951 kes ji bo "darizandineke adil", "37 hezar û 294 kes ji bo "mulkiyetê", "26 hezar û 538 kes ji bo "binpêkirina qedexeya cihêkariyê", 13 hezar û 439 kes ji bo "azadî û ewlehiyê", 7 hezar û 704 kes ji bo "jiyanê", 5 hezar û 250 kes ji bo "binpêkirina azadiya ramanê", 3 hezar û 578 kes ji bo "muameleya nebaş û îşkenceyê", 3 hezar û 22 kes ji bo "perwerdehiyê", 2 hezar û 613 kes ji bo "binpêkirina mafê civîn û xwepêşandanan" û hezar û 316 kes jî ji bo "binpkirina mafê azadiya ol ûw ijdanê" bi awayekî ferdî serî li AYM'ê dan. 
 
Di sala 2013'an de 9 hezar û 897, di 2014'an de 20 hezar û 578, di 2015'an de 20 hezar û 376, di 2016'an de 80 hezar û 756, di 2017'an de 40 hezar û 530 û di 6 mehên 2018'an de 17 hezar û 892 kes serî li AYM'ê dan. 
 
Serokwekîlê Komîsyona Lêkolînkirina Mafên mirovan a Meclîsê û Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû, anî ziman ku ew bi dîmeneke mezin a binpêkirina mafan re rû bi rû ne.Tanrikûlû, bilêv kir ku berpirsiyarê vê dîmenê Hikûmeta AKP'ê ye û got: "Ev karektera sereke ya binpêkirina mafên mirovan e. Binpêkirina mafên mirovan veguherî polîtîkaya hikûmetê. Tişta xerab jî ew e ku îktîdareke siyasî ya ku vê yekê ji xwe re bike xem û rê li ber van binpêkirina  bigire tune ye. Berê di demên herî xirab de jî îktîdaran nedixwest bi binpêkirinên mafên mirovan bên bilêvkirin. Lê niha îktîdara niha hem bi pêkanînên xwe yên darazê hem jî bi pêkanînên xwe dibe sedem binpêkirinên giran û ji bo rexneyan jî xwe li nebihîstinê datîne." 
 
Tanrikûlû, destnîşan kir ku kesên binpêkirinên mafan tînin ziman jî wekî "xayîn, terorîst" tên tawanbarkirin. 
 
‘AYM BÛYE HEVKARÊ POLÎTÎKAYÊN BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN ÊN REJÎMÊ' 
 
Tanrikûlû, ji bo binpêkirinan bi van gotinan AYM'ê rexne kir: "Mixabin di van binpêkirinan de berpirsiyeriyeke mezin a AYM'ê jî heye. Di xalên krîtîk de biryarekê nade û li gorî standardên DMME'yê biryaran nade û bû hevkarê polîtîkayên binpêkirinên mafan ên vê rejîmê." 
 
Tanrikûlû, destnîşan kir ku Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê jî ne çalak e û got: "Di serdema çûyî de komîsyon di ezmûneke xirab de derbas bû. Ket pozîsyoneke ku îdiayên îşkencekirinê yên li girtgehan lêkolîn nekir û neçû girtîgehan. Di serdema nû de em ê hewl bidin ku komîsyon çalak bibe." 
 
MA / Diren Yurtsever