Partiyên siyasî bertek nîşanî Erdogan dan: Em ê çokê daneynin

img
STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî gefxwarina Erdogan a li dijî HDP’ê dan û gotin: “Me li ber gef û zextên Qesrê çok danenî û em ê çokê daneynin.” 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di 5’emîn Kongreya Baskê Jinan a Asayî de axivî û bi gotinên “Em ê hesab ji yên xwestin HDP biçe parlamentoyê bipirsin” gef li dengdêrên HDP’ê xwaribû. Li dijî van gotinên Erdogan bertek didomin. Partiya Tevgera Kedê (EHP), Partiya Şoreşger û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) gotinên Erdgona wek “provokatîf” nirxandin.
 
ESP: DI HAVEYNÊ HDP’Ê DE RUHÊ BERXWEDANÊ HEYE 
 
Endamê MYK’a ESP’ê Suat Çorlu diyar kir ku tevî hemû zext û astengiyan HDP bi îradeya milyonan qebûl kiriye şandine Parlamentoyê û got: “HDP hemû planên AKP’ê vala derdixe û li dijî AKP’ê jî serkeftî derdikeve. Di 24’ê Hezîranê de carek din hat nîşandan HDP û pêkhateyên xwe bi milyonan li dijî faşîzmê xwedî li vîna xwe derketin. Ji ber vê yekê ye Qesr bi van daxuyaniyan aciziya xwe li hember îradeya milyonan nîşan dide. Lê bila her kes baş dizanibe, di ruhê haveynê HDP’ê de berxwedan heye. Tevî hemû zextan jî dê HDP îrade, deng û rengîniya xwe ya bi milyonan re dewam bike.” 
 
EHP: ÎRADEYA DENGDÊRAN NAYÊ DARIZANDIN 
 
Sekretera Giştî ya EHP’ê Ozge Akman jî anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê her tim “îradeya sindoqê” tîne rojevê û bi gotina îradeya sindoqan hemû normên hiqûq û demokrasiyê binpê dike. Akman da zanîn ku kes nikare îradeya deng dane HDP’ê tehdîd bike û got: “Îradeya yên dengê xwe dane nayê darizandin. Ez gotinên Erdogan wek provokatîf dinirxînim. Lazim e muxalefet ber bi bayê provokasyonan nekeve. Em ê mil bidin milê hev û têkoşîna xwe dewam bikin.” 
 
PARTIYA ŞOREŞGER: EM Ê LI DIJÎ GEFAN ÇOK DANEYNIN 
 
Partiya Şoreşger jî têkildarî daxuyaniya Erdogan wiha got: “Erdogan ê gotina ‘îradeya millî’ ji devê xwe naxîne, naxwaze îradeya 6 milyonan kes bibîne û tune dihesibîne. Em pêkhateyên HDP’ê ne. Gefên li dijî HDP’ê li dijî hemû pêkhateyan e. Ev gef hemû hêzên demokrasî û kedê dike hedef. Berê jî me li dijî gef û zextên Qesrê çok danenî û em ê niha jî çok daneynin.”