Siyasetmedarên piştigrî dan HDP’ê: Têkoşîna me bi gefan naraweste

img

STENBOL – Partitiyên EMEP, Kesekan û Malêngel yên di hilbijartinê de piştgirî dan HDP’ê bertek nîşanî gotinên Serokkomar Erdogan ên “Ên piştgirî dan ku bikevin parlamentoyê, dê hesab bidin” dan û gotin: “Têkoşîna me ya demokrasiyê tu caran bi gefan naraweste.”

 
Partiya Kedê (EMEP), Partiya Keskan û Pêşeroja Çepan û Malêngel bertek nîşanî gotinên Serokkomar û Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ên di 5’emîn Kongreya Baskên Jinan a Asayî ya AKP’ê de kir û bi gotina “Ên piştgirî dan ku bikevin parlamentoyê, dê hesab bidin” gef xwar, dan. 
 
EMEP: PLANÊN ERDOGAN VALE DERKETIN 
 
Seroka Giştî ya Partiya Emepê Selma Gurkan, diyar kir ku derbas kirina bendê ya HDP’ê, hişt ku planên Erdogan ên di parlamentoyê de têk biçin û wiha axivî: “Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê, derbaskirina bendê ya HDP’ê pir girîng bûç. Di hilbijartinê de jî me ev danî holê û piştgirî da HDP’ê. Ji ber vê yekê Erdogan nerehet bû û hemû planên wî yên di parlamentoyê de têk çûn. Ne tenê ji bo HDP’ê gef hatiye xwarin, di heman demê ji bo hemû hêzên demokratîk û mûxalifeta civakî hatiye xwarin. Edogan li dijî hemû hêzên li hemberî siyaseta paşvero, êrîşkar û şer  dedikevin vî zimanên tehdîtkar bikar tîne. Me gelek caran gefên wiha dîtin. Ev gefên wiha tu carî nikarain têkoşîna me ya demokrastîk rawestînin.”
 
MALAGEL: DIJ DEMOKRASIYÊ YE
 
Hevserokê Giştî yê Malagel Nûrî Gunay jî, anî ziman ku piştgirî dayîna partiyek siyasî mafê herî xwezayiye û wiha got: “Ev li dijî demokrasiyê ye. Partiyeke ku ketibê Meclîsê û bi vîna mîlyonan mirovan hatibe hilbijartin, hedef nîşandayîn bêguman ne li gorî feraseta demokrasiyê ye. Ji bo demokrasî li Tirkiyeyê pêş bikeve, em têdikoşin û emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê heye. Li holêye ku welat çawan bi rêve dibin.”
 
PARTIYA KESKAN: EM TUNDIYÊ ŞERMEZAR DIKIN 
 
Hevberdevkê Partiya Keskan û Pêşeroja Çep Nacî Sonmez jî, da zanîn ku Erdogan bi ser HDP’ê re zimanê tehdîtkar li dijî mûxalifeta civakî bikar tîne û wiha bilêv kir: “Weke partî em tundiyê lenet dikin. Ev helwestek dij demokrasiyê ye. Li hemberî gefên wiha  dê têkoşîna me bidome.”