Turk: Di 24’ê Hezîranê de dê deriyê azadiyê vebe

img

ÎZMÎR - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, di hevdîtina gel a li Konakê de axivî û got: “Di 24’ê Hezîranê de, ji bo azadiya gelan dê deriyê serdemek nû vebe. Ji bo me pêşerojê ava bikin, pêwîstî bi têkoşînek hevpar heye.”

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi tevlîbûna namzetên Îzmîrê Suleyman Gunduz, Elfesye Nas, Mehmet Aker, Ceyhan Akay û siyasetmedarê navdar ê Kurd Ahmet Turk xebatên hilbijartinê bi rêve bire. Di hevdîtina gel a Parka Remzî Selvî ya Taxa Gurçeşme ya navçeya Konakê de welatiyan bi berzkirina dirûşman û lêxistina çepikan Ahmet Turk pêşwazî kirin. 
 
‘DÊ DERIYÊ AZADIYA GELAN VEBE'
 
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di hevdîtina gel de axivî û wiha got: “Gelê Kurd ji bo jiyanek azad tim têkoşiyaye. Ji bo ev têkoşîn bi ser bikeve dîrokê berpirsiyariyek girîng daniye ser mile me. Em neçarin vê berpirsiyartiya xwe bînin cih. 24’ê Hezîranê fersendek dîrokiye. Sed salan carekê fersendek pêş dikeve. Divê me vê fersendê pir rast bi kar bînin. Ez bawer dikim ku 24’ê Hezîranê ji bo bi dawî anîna zilmê fersendek mezine. Ev demek dirêje em digerin. Mirovên xwedî wijdan, akademîsyen û kedkar ji bo HDP bendê derbas bike, dibêjin ‘emê dengê xwe bidin HDP’ê.’ Kesên zilma heyî li Efrîn, Başûr û herî dawî li Pirsûsê dîtin, heviyên wan mezintir bûn.”
 
‘JI BO PÊŞEROJEK HEVPAR AVA BIBE, EM MIL BIDIN MILÊ HEV’
 
Turk, herî dawî bal kişand ser yekitiya gelan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em her tim dixwazin azadiya gelan, yekitiya gelan û welatek demokratîk bê avakirin. Ji bo pêşerojek hevpar a azad ava bibe, em mil bidin mile hev. Berevajî vê em ê nekarin ji hişmendiya heyî rizgar bibin. Heya Kurd azad nebin, gelê Tirk jî azad nabe. Vaye em hemû bi hevre vê rastiyê dibînin.”
 
Turk, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, li bajêr hevdîtinan berdewam dike.