Demîrtaş: Deng bidin me, em ji derveyî kek û simîtan tiştên xweştir bixwin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, di daxuyaniya da de wiha got: “Dengekê bidin HDP’ê û dengekê bidin Demîrtaş, em ji derveyî kek û simîtan tiştên xweştir bixwîn.” 

Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek weşand. Demîrtaş, têkiliya dinavbara demokrasî û aboriyê de nirxand û wiha got: “Di navbera demokrasî û aboriyê de raste rast têkiliyek heye. Di welatiyên ku demokrasiyek bi hêz ava nakin de, bêguman dibe ku dewlemendî pêk bike. Lê belê tenê rêveber û bijare… Halbûkî li welatên demokrasî lê bi hêz be, hemû kes dewlemendiyê parve dikin. Ger demokrasî tunebe, ji bo xizanan jî nan tuneye. Ger hikûmetek zelal, hesap dayîn û li gorî hiqûqê tevgerîn tunebe, mezinbûna aboriyê hin kesên derdora desthilatdariyê tenê dike trilyoner. Rêveberiya AKP û hindikayên derdora wê yên dewlemend bûyîn, mînaka vê ya harî bi êşe. Kesên heya sozên demokrasiyê nedin we, ji sozên wan ên kar û xwarinê bawer nekin.
 
HEYA DEMOKRASÎ TUNEBE AŞTÎ JÎ PÊK NAYÊ
 
 Demokrasî ne tenê nanê we, dê rûmet, nasname, şêweyê jiyana we, baweriya we, xwezaya we û çanda we biparêze. Dê bingeha aştiya civakî be. Heya demokrasî tunebe, aştî jî pêk nayê. Heya aştî jî pêk neye, nan jî çênebe. Hemû bi hevre girêdayîne. Ji ber vê yekê em herî zêde aştî û demokrasiyê dixwazin. 
 
EM XWEDIYÊ XIZÎNEYEK MEZIN IN, LÊ DIXWAN EM TENÊ FÊRÎ KEK Û SIMÎTAN BIBIN
 
Bi dengên we çawan ku em bên ser kar, em ê gavên bihêz û bi biryar ên demokrasî û aştiyê bavêjin. Tirkiye dê di hûndir û derve de bibe welatê aştiyane yê herî bihêz û bibe model. Wê demê dê hemû welatiyên me yên ji bo kar bibin diçin ji derveyî welat, dê vekirin welatê xwe. Welatê me ne cemserek xewleye û ne jî çolek bê ave. Em li ser axa herî dewlemend a cîhanê dijîn. Ligel vê  yekê jî, em dinava  xizanên cîhanê de cih digirin. Gelo di vir de tiştek ecayîb tune ye? Em xwediyê xizîneya herî mezin a cîhanê ne, lê dixwazin em tenê fêrî kek û simîtan bibin. Gelo em ji vê virvirandinê re ne bêjin êdî bese? 
 
JI DERVEYÎ KEK Û SIMÎTAN EM TIŞTÊN XWEŞTIR BIXWIN
 
Dengên xwe, emanetê kesên henekê xwe bi aqlê we dikin, nekin. Tenê dengek dikare gelek tiştan biguherîne. Bi mîlyonan deng, bi wê 1 dengê re dibe yek. Tenê bi tere diguhere. Dengekê bidin HDP û dengekê bidin Demîrtaş, ji derveyî kek û simîtan em tiştên xweştir bixwin.”