Demîrtaş ji bo AYM'ê got: Teqlîda miriyan dike

img
NAVEND NÛÇEYAN - Namzetê Serokkomiyê yê girtî Selahattîn Demîrtaş, diyar kir ku nûçeyên Dadgeha Qanûna Bingehîn daxwaza berdana wî red kir ne rastin û got: “AYM’ê serladana parêzeran a ji bo berdana min hîna ne nirxandine jî. Hîna teqlîdê miriyan dike.” 
 
Namzetê Serokkomariyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê girtî Selahattîn Demîrtaş, derbarê nûçeyên Dadgeha Qanûna Bîngehîn “Daxwaza berdanê red kir” de daxuyanî da. Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê ku kampanyeya hilbijartinê bi rêve dibe, li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev tişt gotin: “Nûçeyên Dadgeha Qanûna Bingehîn daxwaza berdanê red kir, ne rastin. AYM’ê serladana parêzeran a ji bo berdana min hîna ne nirxandine jî. Hîna teqlîdê miriyan dike. AYM ketiye rewşa ditirse dosya min bigire dest. Bi rastî jî pir xwelîserin.”