Sakik: Di dema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin

img

MANÎSA - Namzetê HDP'ê yê Manîsayê Sirri Sakik, bal kişand ser tevlêbûna Tansu Çîller a mîtîngê AKP'ê û wiha got: “Aktora ku hêj hesabê kuştinên di serdema xwe de nedane, wekî ku serkeftin  bi dest xistibe, mivan silav dikin. Ev rewş nîşan dide ku li Tirkiye demokrasî çiqas xerab e. Di serdema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin." 

 
Serokomar Tayyip Erdogan û AKP'ê di 17'ê Hezîranê de li Qada Yenî Kapi ya Stenbolê mîtîng pêk anî. Di mîtînga Erdogan de Serokwezîra berê ku di salên 90'an de bi kujtinên faîl ne diyar tê zanîn   Tansu Çiller û Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Agar li gel Erdogan derketin û gel silav kirin. Têkildarî tevlêbûna Çîller û Agar a Mîtînga AKP'ê û geşedanên dawî Namzetê HDP’ê yê Manîsayê, Sirri Sakik nirxandinên girîng kirin. Sakik, çend roj berê li Manisayê beşdarî mîtîngê bû û bi deh hezaran kes di mîtînga  HDP'ê ya Manîsayê de amade bûn. Sakik, diyar kir ku HDP wekî  ji bo hemû gelê Tirkiye ji bo Manîsa jî bûye hevî û eleqeya li hemberî HDP'ê gelek zêde ye. Sakik, da zanîn ku eleqeya li hemberî partiya wan pir cuda ye û wiha got: “Niha ev coş û hewaya serkeftinê li hemû bajarên herêma Egeyê belav bûye. Li Manîsayê di 2 salên dawî de nêzî 150 endam û rêveberên me hatin girtin. Li gel vê yekê eleqe û tevlêbûna partiya me gelek zêde ye. Em li  vir têkoşîna siyasî berdewam diktin. Tevî ku bi sedan salan ceza li wan birîye jî nikarin tirsê ava bikin. Mîtînga ku me li vir pêk anî nîşan da ku bi tirs, xaf û girtinê nikarin gelê me asteng bikin. Nikarin rê li pêş hezkirina HDP'ê bigirin." 
 
‘HÊVIYEK MEZIN HEYE' 
 
Sakik, destnîşan kir ku di xebatên hilbijartinê de ne tenê hilbijêrên wan, hilbijêrên AKP'ê û partiyên din ên siyasî jî eleqeyek mezin nîşanî HDP'ê dide. Sakik, da zanin ku kesên cuda pir aşkere diyar  dikin ku dê dengê xwe bidin wan û wiha got: “Pir aşkere diyar dikin ku dê dengê xwe bidin HDP’ê. Lê em li vir di bin dorpêçê de ne. Mînak partiyên din li qadê mîtinê pêk tînin. Destûr didin wan, lê destûr nadin wan. Destûr nadin ku em alên xwe jî vekin. Niha li bajar buroyek me ya hilbijartinê jî tune ye. Lê em bi gelê xwe re bi hevre dixebitin. Tevî hemû astengiyan eleqeyek mezin heye.  
Heviyek mezin heye. 
 
'OLÊ DEWLETEKÊ EDALETA WÊ YE'
 
Sakik, bal kişand ser daxuyaniyên Erdogan ên di civîna girtî de ku fermanê dide endam, rêveber û namzetên xwe da ku HDP'ê têxin xefikê û wiha got: "Çend rojin daxuyaniyên Erdogan ên fermanê dide û gefan li partiya me dixwe li holê ye. Ev nîşan dide ku bûyerên dawî pêş dikevin ji vê yekê ne serbixwe ye. Her kes xwe erkdar û peywardar dibîne. Li gorî xwe xwe sas dike. Ji ber vê yekê em dibêjin Olê dewletekê edaleta wê ye. Ji bo li vî welatî demokrasî pêş bikeve em li vir in."
 
‘EM DÊ BIBIN DENGÊ HER KESÎ'
 
Sakik, destnîşan kir ku ew dê bibin dengê hemû kesên li vî welatî û vîna wan temsîl bikin û wiha got: "Her dem li vî welatî xwîn diherike. Divê ev xwîn bê sekinandin. Yek ji vana Soma ye. Li Soma xwîn herikî. Divê em hesabê vê yekê bipirsin. Em dê bibin dengê hemû beşên gelê Tirkiyeyê." 
 
'ÇÎLLER NÎŞAN DIDE KU LI VÎ WELATÎ EDALET Û DEMOKRASÎ TUNE'
 
Sakik herî dawî bal kişand tevlebûna Tansu Çiller û Mehmet Agar a tev li Mîtînga Erdogan a Yenî Kapi bûn û wiha bi dawî kir: "Dema Çiller siyaset dikir me jî siyaset dikir. Divê berî her tiştî Tansu Çiller hesabê rojê berê bide. Li şûna hesabê berê bide hatiye gel silav dike. Ger ku hesab dabûya dê îro tev li mîtingan nebûya. Ev dîmen û tablo nîşan dide ku li vî welatî edalet û demokrasî tune ye. Aktora ku di serdema xwe de hesabê kuştinan nade, îro gel silav dike. Aktora ku hêj hesabê kuştinên di serdema xwe de nedane, wekî ku serkeftin bi dest xistibe, mivan silav dikin. Ev rewş nîşan dide ku li Tirkiye demokrasî çiqas xerab e. Di serdema Çîller de her roj mirov dihatin kuştin. Çîller siyasetmedara ku got ‘Dogan Gureş ferman da û min jî kir. Şopa Çiller pir qirêj û tarî ye. Genî bûye. Di dema wê de Torosên Sipî karsaz û parazvanên mafên mirovan revandin û kuştin. Li şûna Çiller hesab bide serbest digere. Şîrketê wê heta niha rojekê jî qurişek bac nedaye."