‘Em li deng û sindoqên xwe xwedî derkevin'

img
STENBOL - Siyasetmedar Ahmet Turk, Huda Kaya û Sibel Uzun ên beşdarî mîtînga Stenbolê yabi sed hezaran kes amade bûn, xwest teqez her kes di 24'ê hezîranê de biçin ser sindoqan û hem dengê xwe bidin û hem jî sindoqan biparêzin. Siyasetmedaran got: "Em li dengê xwe jî li sindoqên xwe jî xwedî derkevin." 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li Bazara Gel a Bakirkoyê mîtîng pêk anîn.Bi sed hezaran kes beşdar bûn. Axaftina Namzetê Serokomariye yê HDP'ê Selahattin Demirtaş a TRT'ê ji aliyê sed hezaran kesan ve li ekranê hat guhdar kirin. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevşaredarê Mêrînê ku Qeyûm tayînî şûna wî kir Ahmet Turk û Seroka Giştî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sîbel Uzun mîtîng nirxandin û ji hemû hilbijêran xwest biçin ser sindoqan û sindoqan biparêzin.
 
TURK: BI QASÎ DENGAN SINDOQ JÎ GIRÎNG IN
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê ku qeyûm tayînî şûna wî kirin Ahmet Turk, diyar kir ku tevlêbûn û kelecana mezin a mîtîngê nîşan da ku gel çiqas bi hesreta azadiyê dijîn û wiha got: "Ev mîting, raperîna gel a li dijî polîtikayên zilmê bû. Tevlêbûna li dijî zilmê bû. 
Ez bawar dikim ku ev coş, kelecan û tevlêbûna mitîngê dê di 24'ê Hezîranê de jî li dijî zilm û polîtîkayên înarê xwe nîşan bide. Hilbijartin di sindoqê de tê destxistin. Em dê hem dengê xwe bidin û hem jî em dê sindoqên xwe biparêzin. Bi qasî dengdayinê parastina sindoqan jî girîng e. Heta ku hilbijartin bi dawî bibe divê ciwan, jin, karker, coşeşger û hemû kesên bindest ji sindoqan dûr nekevin." 
 
UZUN: HETA KÊLIYA DAWÎ EM LI SER SINDOQAN BIN
 
Seroka Giştî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sîbel Uzun jî ji hemû hilbijêran xwest biçin ser sindoqan û sindoqan biparêzin. Uzun, destnîşan kir ku ev rojên wanî pir girîng in û xest heta hilbijartin bi dawî bûn jî ji sindoqan dûr nekevin. Bi sed hezaran kesên di mîtîngê de kom bûn nişan dide ku dê çawa biçin ser sindoqan û li sindoqan xwedî derkevin. Divê em heta dawî li sindoqan xwedi derkevin û destûr nedin lîstik û hîleyan. Divê teqez HDP bendê derbas bike. Em li HDP’ê û Demirtaş û pêşeroja xwe xwedî derkevin. 
 
KAYA: SÎLEYA HERÎ MEZIN DÊ GEL LI ZALIM BIDE
 
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya jî diyar kir ku mîtînga Stenbolê mîtînga 7'ê Hezîrana 2015'an a Stenbolê anî bîra wê û got: "Li çar aliyê Tirkiye xebatên HDP'e bi coş û kelecanek mezin tê pêşwazîkirin. Jin, ciwan, kal û pîr ji her temenî eleqeyek mezin nîanî HDP'ê didin. Coşê HDP’ê li her derê pir zêde ye. Hesab û sileya herî mezin dê gelê me li ser sindoqê li wan bide û wan bişîne. Em bi hişmendiya kolektif û bi hevre qedera xwe û welatê xwe diyar bikin û bi hevre li sindoqan xwedî derkevin."
 
MA / Sadiye Eser