Sancar: Ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêlin 'bi taybet' dixebitin

img
ENQERE - Namzetên HDP’ê li Enqereyê bi rêxistinên demokratîk re hatin cem hev. Di ziyaretan de Wekîlê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar, diyar kir ku îktîdar ji bo HDP’ê di bin bendê de bihêle bi taybet dixebite. Sancar xwest her kes li sinrdoqan xwedî derkevin. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê, bi nûnerên rêxistinên demokratîk û komeleyên herêmî re di xwarina taştê de civîyan. Di taştê de namzetên Enqereyê Fîlîz Kerestecioglu, Velî Saçilik û Nuray Turkmen, parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar amade bûn. Bernameya taştê bi sînevîzyona ku axaftina Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş heye dest pê kir. Girseya salonê ji bo axaftina Demîrtaş demek dirêj li çepikan dan. 
 
'EV HILBIJARTIN MEŞA 7'Ê HEZÎRANÊ YE'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mithat Sancar jî salon bi kurdî, tirkî û erebî silav kir û wiha got: "Ev hilbijartin meşa 7'ê Hezîranê ye. Yên ku ditirsin ne tenê Erdogan û AKP ye. Hemû kadroyên di nava dewletê de ditirsin. Ji ber vê tirsa 7'ê Heziranê xwîn rijandin. Serî li hemû rêbazên listikan û derewan didin. Ji bo vina gel talan bikin serî li rêyên talan, derew, hîle û lîstikan didin."  
 
'BI XWÎNÊ ÎKTDAR NABE'
 
Sancar da zanin ku bi derew, rijandina xwinê, talankirin û wêrankirinê îktîdar nabe û wiha berdewam kir: "Tevî ku her tişt îşgal kirine dîsa dixwazin birêve bibin. Dixwazin îktîdara xwe li ser xwîn û talanê ava bikin. Piştî encama hilbijartina 7'ê hezîranê xwestin HDP'ê ji kok ve tune bikin. Siyasetmedar dîl girtin. Tevi hemû zextan HDP hêj li ser kar e. Ev yek wan pir hêrs dike. Em hem li ser piyan in û hem jî em mezin dibin. " 
 
Divê em li sindoqan xwedî derkevin. Hilbijêrên me yên biçin ser sindoqê baş wan nas dikin û zanin. Îktîdar ji bo hilbijêrên me neçin ser sindoqê dê serî li hemû rêbazan bidin. Rê li pêş hilbijêrên me yên sadiq qut dikin. Ev îktîdara siyasî li ser derew û hîleyan hatiye avakirin. Ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêlin bi taybet dixebitin. Ji bo vê yekê divê her kes biçin ser sindoqê û li sindoqan xwedî derkevin." 
 
ÎKTÎDARA SIYASÎ SERÎ LI HEMÛ RÊBAZAN DIDIN
 
Sancar, ji her kesî xwest heta roja piştî hilbijartinê nekevin nava sistiyan û neyên lîstikan û wiha got: "Li ser HDP'ê bi taybet radiwestin. Îktîdar ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêle serî li hemû rêbazên taybet dide. Ji ber vê yekê em dibêjin dengek jî pir giring e. Li cihê ku HDP ji sedî 70 deng distîne divê em derxin ji sedî 90'an. Li cihê ku em ji sedî 20 deng derdixin divê em derxin ji sedî 30-40'an. Divê em li gorî anketan tev negerin. Pirsgirêka me ya bendê heye. Ger ku em li sindoqan û dengê xwe xwedî dernekevin pirsgirêka dengan heye. Ji ber ku bi taybet li ser HDP'ê dixebitin pirsgirêka bendê heye." 
 
'HEM DIKUJIN Û HEM JÎ TAWANBAR DIKIN'
 
Sancar bal kişand ser êrîşa zilamên wekîlê AKP'ê ku li Pirsûsê ji malbatekê 3 kes kuşt û wiha got: "Serokomar Tayyip Erdogan di civînek taybet de li ser HDP'ê peyam dide. Piştî vê peyamê em dibînin ku li Pirsûsê bûyer pêk tê. Pişti peyama Erdogan li Piersûsê bersîva xwe girt. Ev cinayetên li Pirsûsê encama provokasyona îktîdarê ye. Bê navber derewan dikin. Hem dikujin hem jî derewan dikin û tawanar dikin. Lê em HDP dê bi aştiyê û nûra çavê gel aştiyê ava bikin. Em dizanin ji xwînê hine çênabe."
 
TURKMEN: BA LI ALIYÊ ME YE'
 
Namzetên  HDP'ê yên Enqereyê Nuray Turkmen, Veli Saçilik û Filiz Kerestecioglu jî axaftin kirin. Turkmen, diyar kir ku şerte ku HDP bendê derbas bikin û wiha got: "Em dê heta roja hilbijartinê xebatên xwe berdewam bikin. Gelê Enqereyê eleqeyek mezin nîşanî me didin. Ba li aliyê me ye. Em bawer dikin ku em dê bi ser bikevin." 
 
SAÇILIK: EM DÊ DI 25'Ê HEZÎRANÊ DE BETONÊ BAVÊJIN SER WAN
 
Namzet Velî Saçilik jî diyar kir ku ew dê di 25'ê Hezîranê de betanê berdin ser vê hişmendiya ku di berxwedana Gezî de ciwanên wan qetil kirin û got: "Binerin li Pirsûsê 33 canê me qetil kirin. Îro heman lîstikê dîsa dubare dikin. Divê em destûr nedin vê hişmendiyê em dê betonê berdin ser vê hişmendiyê."
 
KERESTECÎOGLU: EM BERDEVKÊ HERÊMÊ NE
 
Namzeta HDP'ê ya Enqereyê Filiz Kerestecioglu jî heri dawî axivî û wiha got: "Em berdevk û nûnerên herêmê ne. Tişta ku ne herêmî be nabe. Armanca partiya me siyaseta herêmî xurt bikin û pêş bixin e. Ger ku em feraseta herêmî pêş nexin, Erdogan çû dê Erdoganekî din bê. Ji ber vê yekê divê vîna gelê herêmê li pêş be. Gelê herême bi xwe der barê xwe de biryarê bide."