Deh hezar tev li mîtînga HDP'ê ya Colemêrgê bûn

img
COLEMÊRG – Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê di çarçoveya hilbijartina 24'ê heziranê de mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes beşdar bûn. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemir diyar kir ku ew dê AKP'ê li vê bi rê bikin.
 
Rêxistina HDP'ê ya Colemêrgê di çarçoveya xebaten hilbijartinê ya 24'ê Hezîeranê de mitîng pêk anî. Bi deh hezaran kes beşdarî mîtîngê bû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan  ji ber muxalefeta hetawê tev li mitîngê nebû. Karwana ji sedan maşîne pê dihat bi armanca Pervîn Bûldan pêşwazi bikin çûn balafirgeha Selehattîn Eyûbî. Lê jie ber ku Buldan jiber muxalefeta hewayê nekarîbû bê, karwana ku çû balafirgehê piştre dîsa bi karwanek mezin hatin Colemêrgê. Bi sedan maşîne li nokteya kontrolê ya polîsan a Depinê hatin rawestandin. Bi saetan li nokteyê hatin rawestandin û piştre derbasî nava bajar bûn û çûn qada mîtîngê. Piştî karwan gihişt qada mîtingê bi deh hezaran kesan karwan pêşwazî kir. Heyeta ku endamê meclîsa partiyê Hamit Geylani, Berdevka Meclîsa Jine ya HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir, Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan, Namzetê HDP'ê Ozgur Zeydanoglu, Sait Dede jî tev li karwanê bûn û beşdarî mîtîngê bûn. Mîtinê bi rêzgirtinê û siRûda "Çerxa Şoreşê" dest pê kir. 
 
Di mîtinê de namzetê HDP'ê Ozgur Zeydanoglu, bal kişand ser girîngî û wateya hilbijartinê. Namzeta HDP'ê ya Agiriyê û Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemir jî anî ziman ku îktîdar di nava tirsek mezin de ye û ji ber ve yekê serî li provokasyon û lîstikan didin û wiha got: "Me ev yek li Serêkaniyê û Pirsûsê dît. Serî li hemû rê û provokasyonan didin. Divê em li hemberî hemû lîstik û kekînan hişyar tev bigerin. Me heta niha li ber xwe da em dê li ber xwe bidin. Ev axa Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran e." 
 
Mîtîng piştî axaftinan bi dirûşme û çepikan bi dawî bû.