Temellî li Cizîre bang kir: Em ê bi hevre vê lîstikê xera bikin

img
 
ŞIRNEX – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di mîtînga li Cizîrê de xîtabî deh hezaran kir û wiha got: “Pirsgirêka kurd heye û em dê vê pirsgirêkê çareser bikin. Em dê bi hevre li van sindoqan xwedî derkevin. Dema me dengê xwe avêt sindoqan divê em neçin mal û sindoqan biparêzin. Em bi hevre van lîstikên qirêj qera bikin." 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di mîtînga li Cizîrê ku bi deh hezaran kes beşdar bûbû axivî. Temellî bi tilîlî, çepik û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Temellî, di mîtîngê de bal kişand ser geşedanên dawî û parastina sindoqan. 
 
‘EM BI HEVRE VÊ ÎKTÎDARÊ XERA BIKIN'
 
Temellî, gel silav kir û xwest dost û dijminê wan zanibin ku dê bi hevre bi ser bikevin û dê bi hevre vê zilmê bi dawî bikin. Temellî wiha got: "Ji 24'ê Heziranê re pir hindik ma. 24'ê heziranê ji bo têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê pir girîng e. Dîrokek pir girîng e. Em dê wê rojê biçin ser sindoqan hem dengê xwe bidin û hem jî li dengê xwe xwedî derkevin. Tişta îktîdar dizane nifrînê zêde bike. Civakê bike dijminê hev. Bi vî rengî dixwaze li ser piyan bimîne û îktîdra xwe berdewam bike. Em destûr nadin vê yekê. Em dê di 24'ê Heziranê de bi hevre ji vê îktîdara ceberût di sindoqê de jê rizgar bibin."  
 
EM DÊ DAWÎ LI ÎKTÎDARA DEVBIXWÎN BÎNIN
 
Temellî, destnîşan kir ku li vî welatî ji hemû kesên ku vîna jiyana hevpar diparêzin re got ‘Bi te tê guhertin'. Em dê bi hevre vê yekê biguherînin û dawî li vê yekê bînin. Piştî biryara hilbijartinê da her dem HDP wekî dijmin nîşan da. Di meha remezanê de jî ev nifrîn berdewam kirin. Provokasyon pêş xistin. Serî li hemû provokasyonên ku nayên aqilan dixin meriyetê. Di roja erefê de li navçeya Pirsûsê provokasyon pêş xistin. Di vê provokasyonê de mirovan jiyana xwe ji dest dan. Em sersaxiyê ji malbatan re dixwazin. Rahma xwedê li wan be. Her tişt li ber çavê her kesî pêk hat. Her kes baş dizane rastî çiye. Lê Serokomar bi lez HDP sucdar kir. Baş dizane ku ev provokasyon û listik bi hesabê hilbijartinê pêk hatiye. Yên li nexweşxaneyê û li cihê bûyerê baş dizanin. Lê medya hevkar bi nûçeyên derew mirovan dixapîne. Li ser hesabê derew dixwazin zêde dengan bistînin. Nahlet li îktîdara wisa bê. Nahlet li dengê wisa bê. Ger ku em îktîdarê dixwazin jî ji bo aştî, aramî û azadiyê dixwazin. Ji bo pêçiya tu kesî xwîn nebe em dixwazin. Lê ew li ser kuştinê siyasetê dikin. Li ser dijminantiyê siyasetê dikin. Em dê di 24'ê Hezîranê de bi hevre dawî li vê îktîdarê bînin." 
 
'EM BANG LI DOZGERAN DIKIN' 
 
Temellî, bang li dozgeran kir ku bi lez û bez delîlan kom bikin û bûyerê ronî bikin. Temellî, bal kişand ser gotinên Wezîr Suleyman Soylu û wiha got: "Wezîr bê navber HDP’ê tawanbar dike. Ji ber ku li ser suc hatin girtin. 
Her tişt dê di demek nêzîk de bêtir ronî bibe. Tu tişt veşarî û di tariyê de namînin. Hem sucdar û hem jî şirîkên suc dê bên ronîkirin û darizandin. Li şûna sucdaran bigirin endam û rêveberên me binçav kirin. Bi vî rengî nikarin ser bûyerê veşêrin."
 
BANG LI RÊXISTINÊN CIVAKÎ DIKIM
 
Temellî, bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û demokratîk jî kir û xwest li hemberî van lîstik û hîleyan bêdeng nemînin û got: "Sûcê li Pirsûsê pêk hat, li dijî pêşeroja Tirkiye pêk hatiye. Li dijî demokrasî û aştiya Tirkiye pêk hatiye. Werin em di bûyera Pirsûsê de milê xwe bidin hev û li tenişta hev rawestin. Ji bo bûyer ronî bibe em bibin înisiyatif. Em bi vî rengî benda li pêş Tirkiye xera bikin. 8 roj şûnde guhertina qedera Tirkiye di destê me de de ye. Em de kurd, tirk, ermenî, roman, suryanî li ser vê axê kijan gel û nasname heme em dê bi hevre bijîn. Werin em li ser vê vînê siyasetê bikin. Hesin bûya riziya bû. Ax bûya riziya bû. Lê ev vina HDP'ê mezin dibe. Em bi hevre li vê vînê xwedî derkevin. Li dijî faşizmê em mil bidin mil. 
 
YÊN ŞER DERISTIN DÊ WINDA BIKIN
 
Walî, hêzên polîsan,. YSK, AYM, li dijî hiqûq û qanûnan tev digerin û dixwazin HDP’ê di bin bendê de bihêlin. Namzetê me yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş hêj girtî ye. Çima? Ji ber ku ku sevdaliyên wî hene. Ji ber ku li pêş wî hezkirina demokrasî, aşti, azadiyê heye. Neteweya demokratîk û komara demokratîk heye. Em hezar silavên xwe ji Faysal Sariyildiz û Ferhat Encu re dişînin. Em li vir li ser piyan in. Em dê îktidara Erdogan  di sindoqan de veşêrin. Em dê xwe û bajarê xwe bi rêv bibin. Em dê bi hevre bi rêve bibin." 
 
EM BI SANARYOYA QANDÎLÊ RE RÛ BI rÛNE 
 
Temellî, destnîşan kir ku gelê Cizîr û Botanê her dem li ber xwe da û her dem bi berxwedanê vina xwe parast. Wekî 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê em bi listikan re rû bi rû ne. Wekî li Pirsûsê 3 canê me ji me stendin. Çawa li Cizîr, Sûr, lîstik çê kirin dixwazin dîsa lîstikan çêkin. Niha sanaryoya Qendîlê ava dikin. Lê êdî kes sanaryo li ber çavan nagire. Ma hûn qet Mehmet Tunç û Asya Yuksel ji bîr dikin? Me ji bîr nekir û em ji bîr nakin."  
 
NE 80 WEKÎL EM DÊ BI 180 WEKÎLÎ BIÇIN MECLÎSÊ
 
Temellî, xwest qet neyên lîstikan û wiha berdewam kir. Em dê di 24'e heziranê de vana rêwî bikin. Divê em qet neyên lîstikan. Divê em ji feqan agahdar bin. Em dê her dem bêjin aştî û demokrasî. Em dê li sindoqan xwedî derkevin û êdî dema şandina îktîdarê hatiye. Em dê di 24'ê Hezîranê de ne bi 80 wekîlan, em dê bi 180 wekilan biçin meclîsê."  
 
PIRSGIREKA KURD HEYE Û EM DÊ ÇARESER BIKIN
 
Temellî, bal kişand ser pirsgirêka kurd û çareseriya wê û wiha lê zêde kier: "Bernameya namzetê me yê serokomariye Selahattin Demirtaş û bernameya HDP’ê bernameya demokrasiyê ye. Em dê bi hevre rêveberiyên herêmî û demokrasiyê xurt bikin. Em dê bi hevre ji bo komara demokratîk têbikoşin. Serokomar çû Amedê û got: ‘Pirsgirêka kurd tune' Ev çawa wîcdan e. Tu dibêje pirsgireka kurd tune. Lê em dibêjin pirsgirêka kurd heye û em dê çareser bikin. Heta pirsgireka kurd çareser nebe tu pirsgirêk çareser nabin." 
 
BILA HEDEFA CIZÎRÊ 97 BE
 
Divê hedefa Cizîrê ya hilbijartinê 97 be. Eger em 24’ê Hezîranê bi awayekî bi hêz biçin ser sindoqan, em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin. Ciwan, jin, kedkar, cotkar, esnaf ên beşên herî mexdûr ên vî welatî ne. Ev beş hemû bên gel hev dikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.
 
TI JIN DENG NADE VÊ HIŞMENDIYA MÊRPEREST
 
Rengê li jinê hatîkirin cihêkirin, tine hesibandine. Li vî welatî şideta li ser jinê, destdirêjî û destavêtina jinê di asta herî jor de ye. Dibêjin; ‘Ji ber ku jin kar dikin, bêkarî zêde bûye’ em vê hişmendiyê napejirînin. Ti deng nade vê hişmendiya mêrperest.
 
EM DENG NADIN Û NAVEGERIN, XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN
 
Ji bo hilbijartinê demek pir kin maye. Em ê bi hev re bibin muşahîd. Em ê xwedî li sindoqên xwe derkevin. Em ê deng bikar bînin û nevegerin malê, xwedî li dengê xwe jî derbikevin. Em ê bibin şopdarên dengên xwe. Heta encam diyar bibin ji ser sindoqan naçin. Em ê vê lîstika qirêj bi hev re xirabikin. Em ê bi teqez bi serkevin. Wê demokrasî bi ser keve. Ji bo dengek ji bo Demîrtaş yek ji bo HDP’ê.”