Temellî: Em dê bi derbaskirina bendê lîstikên Erdogan xera bikin

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, diyar kir ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ji bo partiya wan di bin bendê de bihêle serî li hemû hîleyan dide û wiha got: “Em ê bi derbaskirina bendê bersîvê bidin Erdogan û lîstikên wî xera bikin." 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, der barê parastina sindoqan, kampanya hilbijartinê ya HDP’ê û planên AKP'ê yên li ser hilbijartinê de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Temellî, diyar kir ku kampanya wan a hilbijartinê bi hemû hêza xwe berdewam dike û wiha got: 
“Her çend Medya xebatên me nebîne jî dîsa em li qadan in. Em di nava gel de ne û gel ziyaret dikin. Xebata hilbijartinê gelek coş, kelecan û heviyê dide me. 
 
‘EM DÊ DI 24'Ê HEZÎRANÊ DE VÎ KARÎ HAL BIKIN'
 
Temellî, diyar kir ku qad pir bi coş û zindî ne û wiha got: "Ev coş û kelecan tenê bi tevlêbûnê nayê pîvan. Eleqe pir zêde ye. Mirov bi kelecana ku ji vê pêvajoyê xelas bibin dijîn. Bi heviya ku ji vê serdema tundiyê rizgar bibin dijîn. Raste hêrsek gelek mezin heye. Em bawer dikin ku mirovên me dê vê hilbijartinê baş binirxînin. Dengê HDP’ê li her derê bilind dibe. Em dê di 24'ê heziranê de êdî dawiyê li vê pêvaoya şer bînin. 
 
‘HESABÊ WAN ME DI BIN BENDÊ DE BIHÊLIN E'
 
Temelî, destnîşan kir ku hesab û planên wan tev ji bo HDP'ê di bin bendê de bihêlin e û wiha got: "Ger di tûra yekemîn de HDP di bin bendê de bimîne, herî kêm dê 80 wekîl dê zêde biçin ji AKP’ê re. Bi vî rengî AKP dê li meclîsê serdestiyê bi dest bixe. Ger ku AKP di meclîsê de serdestiyê pêk bîne, dê haribe li gorî xwe her tiştî bike. Ji bo vê yekê plana wê ya sereke HDP'e di bin bendê de bihêle ye. Operasyonên li dijî Qendîlê jî perçeyekî vê lîstikê ye. Lê niha dem dema xerakirina vê lîstikê ye. Em dê di 24'ê Hezîranê de vê lîstikê xera bikin." 
 
Temellî, bal kişand ser gotinên Erdogan ên der barê Demirtaş de û wiha lê zêde kir: "Ev daxuşaniyên Erdogan bêzarî û acizbûna wî nîşan dide. Xuya dibe ku çiqas aciz bûye. Ji hilbijartinê re 9 roj mane. AKP'ê û Erdogan YSK û Walî tev xistine fermana xwe. Dest bi guhertina cihê sindoqan kiriye. Walî û qeymeqam ji YSK'ê dixwazin ku cihê sindoqan biguherînin. Heta niha cihê nêzî 200 hezar hilbijêr hatiye guhertin. Zextên midûriyeta polîsan a li ser civakê berdewam dike. Em di ferqa hemû lîstikan de ne. Divê hilbijêr jî di vê ferqê de bin. Ji ber vê yekê sindoq li ku dibe bila bibe divê biçin dengê xwe bidin. Em dê teqez biçin dengê xwe bidin. Em dê li ser her sindoqê bibin muşahîd. Me bang li hemû kesan kir ku bibin muşahîd. Ger ku em dibêjin dengek ji Demirtaş û dengek ji HDP’ê re, em bang li her kesî dikin ku bibin muşahîdê demokrasiyê. Em li her derê bibim muşahîd. "
 
Temelli, da zanîn ku li pêş wan hilbijartinek awarte heye û di bin rewşek awarte de dikevin hilbijartinê û wiha bi dawî kir: "Li gorî lêkolînan em bendê derbas dikin. Lê divê em wekî ji sedî 9.99 qebûl bikin. Hel hilbijêr divê xwe wî dengê ku bendê derbas bike bibîne û biçe ser sindoqê. Divê hemû kesên derdora me biçin ser sindoqan û biçin sindoqan biparêzin. 
 
Em dê di 17'ê Hezîranê de li Stenbolê mîtînga mezin pêk bînin. Em bang li hemû jin, ciwan, kedkar û kesên cuda dikin ku tev li mîtînga Stenbolê bibin. 
 
 MA / Yasin Kobulan – Ferhat Çelik