Ji bo Demirtaş tev li mîtîngan bibe serî li Wezareta Dadê û YSK'ê dan

img
ENQERE - Rêxistina HDP'ê ji bo Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku li Edîrneyê girtî ye, tev li mîtîngên Stenbol, Îzmir, Dîlok û Mêrdînê bibe serî li Wezareta Dadê û YSK'ê dan. 
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye tev li mîtîngên Stenbol, Dîlok, Îzmir û Mêrdînê bibe serî li Wezareta Dadê û Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) dan. HDP'ê di serlêdanan de diyar kirin ku dê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de li Stenbol, Îzmir, Mêrdîn û Dîlokê mîtîngan pêk bînin. HDP'ê da zanîn ku Selahattin Demirtaş jî namzetê wan ê Serokomariyê ye û divê ew jî derkeve pêşberî hilbijêrên xwe û xitabî wan bike."