MYK'a HDP: Serokkomar sûc dike û AYM hiqûqê binpê dike

img
ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP'ê, derbarê binpêkirinên hiqûqî û nelirêtiyên berî hilbijartina 24'ê Hezîranê de, daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Serokkomar sûd dike û AYM hiqûqê binpê dike."  
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê binpêkirinên hiqûqî û nelirêtiyên berî hilbijartina 24'ê Hezîranê de, bi sernavê "Serokkomar sûc dike, Dadgeha Destûra Bingehîn jî hiqûqê binpê dike" daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniya hat dayîn wiha hat  gotin: "Binpêkirina hiqûqê, sûc û bêûsûlî di dema hilbijartinê de dewam dikin. Der barê namzetê me yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, 29'ê Gulana 2018'an serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayin. Dadgehê, roja ku serlêdan hat kirin biryar da ku li gorî xala 73'an a rêziknameya navxweyî serlêdan neyê qebûlkirin. Lêtiştekî ecêb e; ji bo Birêz Selahattîn Demîrtaş me li gorî xala 73'an a rêziknameya navxweyî tiştek nexwestine. Daxwaza me ew e ku li gorî xala 68'an a rêziknameya navxweyî, serlêdan zû bê nirxandin. Dadgeha Destûra Bingehîn bêyî ku dosyayê lêkolîn bike, li ser daxwazeke nehatiye kirin biryar daye. Ev yek jî nîşan dide ku dadgeh li gorî fermanê biryarê didin. Ne xema Dadgeha Destûra Bingehîn e ku vê bêhiqûqiya xwe binixumîne. Eşkere nîşan dide ku li gorî fermanê tevdigere. Dadgeha Destûra Bingehîn mixabin bûye dîwana bilind a binpêkirin û bêhiqûqiyê."
 
'ERDOGAN BI AWAYEK VEKIRÎ FERMANÊ DIDE'
 
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan bi navê Serokkomariyê mohra xwe datînin binê mijarên ku eleqeya xwe pê nîne. Di dewama daxuyaniyê ev  tişt hatin gotin: "Ji bo namzetê me Demîrtaş nikaribe di çarçoveya mafê xwe yê hilbijartinê yê serbest de bixebite, bi rengekî vekriî fermanê dide gelek saziyan. Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan di bernameya televîzyonekê de li xwe mikur hat ku wî ferman daye YSK. Erdogan diyar kir ku wî agahî daye YSK'ê û jê re gotiye, axaftina propagandayê ya ku TRT'ê bi Demîrtaş re kişandiye, piştî ku ji aliyê wî ve hate kontrolkirin dikare bê weşandin. Namzetek li ser axaftina namzetekî din biryarê dide. Ev rewşeke sosret û bêhiqûqî ye ku li cihekî din ê dinyayê nehatiye dîtin. Destwerdana li hilbijartinê ye, sûc e. Serokê Giştî yê AKP'ê ku li gel her tiştî jî fêhm kiriye wê encama dixwaze nikaribe bi dest bixe, fermanê dide hemû saziyên dewletê û bi vî rengî dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve. Li pey hev sûcan dike.
 
'EM Ê HESABÊ WÊ YEK BI YEK BIPIRSIN'
 
Ne karê YSK'ê ye ku şert û mercên hilbijartinê ji bo bi kêrî namzetekî bê bi guherîne. Wezîfeya YSK ew e ku hilbijartinekê amade bike ji bo îradeya gel bi xurtî bandorê li sindoqan bike. Em ê giliyê her sûcî bikin û di çarçoveya hiqûq û demokrasiyê de em ê hesabê wan yek bi yek bipirsin."