XARPÊT - Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Depê Songul Duzgun û Cafer Ogûr hewl didin şaredariyeke ku ji 1'ê nîsanê ve mafê gotinê yê şêniyên navçeyê be ava bikin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê bênavber didomîne. DEM Partî hewl dide ku bidestxistina şaredariyên ku bi tayinkirina qeyûman hatine desteserkirin, careke din dersê bide desthilatê. Yek ji van şaredariyan jî ya navçeya Depê ya Xarpêtê ye.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di hilbijartinên herêmî yên 2014’an de bi rêjeya ji sedî 51,7 Şaredariya Depê bi dest xistibû, lê di sala 2017’an de bi hinceta ku hevşaredarên wê "propagandaya rêxistinê" kirine, qeyûm tayinî şûna wan hatibû kirin. Di hilbijartinên 2019’an de jî şaredarî ji aliyê AKP’ê ve hatibû bidestxistin.
DEM Partî ya ku dixwaze di hilbijartinên pêş de careke din şaredariyê bi dest bixe, di pêşhilbijartinê de Songul Duzgun û Cafer Ogûr wekî namzetên hevşaredariyê diyar kir. Namzetên hevşaredariyê ku xebatên xwe didomînin, projeyên xwe yên têkildarî çareserkirina pirgsirêkên gel vegotin.
'DÊ JIN HEPSÎ MALÊ NEBIN'
Namzeta Hevşaredariyê Songul Duzgunê diyar kir ku şaredariya heyî bi zîhniyeta qeyûman tê birêvebirin û got: “Dijminatiya herî mezin a zîhniyeta qeyûm ya li hemberî jinan e. Dema ku şaredarî desteser kirin, bi girtina hemû yekîneyên jinan ev yek bi zelalî nîşan dan."
Duzgunê diyar kir ku li dijî zîhniyeta ku hewl dide jinan di nava çar dîwaran de bihêle, ew beşdariya jinan di hemû qadên jiyanê de diparêzin û destnîşan kir ku piştî şaredariyê bi dest bixin dê bêyî ku bi derengî bikeve projeyên jinan bimeşînin. Duzgunê got: “Em plan dikin ku kargehên jinan zêde bikin û kooperatîfên jinan ava bikin. Em dixwazin ji bo jinan atolye bên avakirin û di nava şaredariyê de yekîneyên jinan bên vekirin. Em dixwazin jinan di hemû qadên jiyanê de bi awayekî aktîf bibînin, bi taybetî jî di siyasetê de. Em ê teqez bikin ku jinên me li malê neyên girtin û ji jiyana karsaziyê dûr nekevin û em ê kreş û malên lênêrînê ji bo zarokan ava bikin."
Duzgunê ku berê ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet mamostetî kiriye, diyar kir ku ji bo jiyana astengdaran hêsantir bikin dê projeyên "jiyana bê asteng" pêk bînin û ji bo wan kolanan sererast bikin. Duzgunê parve kir ku dê ji bo kesên taybet projeyên atolyeyê hebin.
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TALANA EKOLOJÎK
Duzgunê bal kişand ser projeyên qirkirina ekolojiyê hedef digirin û got: “Geliyê Periyê yek ji wan cihên ku divê ji aliyê ekolojîk ve bê parastin. Li herêma di navbera Çewlîk, Dêrsim, sêgoşeya Depê de bi 7 projeyên HES'ê hevsengiya ekolojîk hilweşandin. Em dikarin bibêjin ku bi HES û bendavan Ava Periyan nema. Li vir em ê li gorî pêşniyazên gelê me pêşkêşî me kirine, li ser projeyên ekolojîk bisekinin. Em dixwazin xwezaya xwe bi projeyên enerjiyê yên nûjen ewletir bikin. Em ê di vî warî de jî kontrolên xwe zêde bikin. Em ê ji qirkirina xwezayê re bêjin na."
Duzgunê diyar kir ku dê ji 1'ê Nîsanê û pê ve şaredariyeke ku mafê gotin û biryarê yê gelê Depê ye ava bikin.
OGÛR: MIN XEWNEKE BÊ DEPÊ NEDÎTIYE
Cafer Ogûr ku piştî 37 salan li bajarê xwe bû namzetê hevşaredariyê hezkirina xwe ya ji bo navçeyê wiha bilêv kir: "37 sal in min xewneke bêyî Depê nedîtiye."
Ogûr diyar kir ku armanca wan ew e ku bi gelê navçeyê re Depê bi pêş bibin û wiha got: “Di qonaxa yekem de me 23 proje dan ber xwe. Em ê bi gelê xwe re vî bajarî bi rê ve bibin. Em ê hemû projeyên ku gel dixwaze pêk bînin û bi hev re pêk bînin. Gelê me çi bixwaze em ê bikin. Zêdekirina park û qadên hêşîn, tesîsên civakî, îslehkirina çemê Ohiyê, projeyên veguherîna bajêr ên li dijî erdhejê, kooperatîf, hilberandin û firotina hingiv û berhemên herêmî, qursên perwerdehiya bi zimanê dayikê, qursên amadekariyê yên zanîngeh û lîseyê, bi enerjiya nûkirî hilberîna elektrîkê, hêsankirina xwegihandina bazara heywanan, axurên heywanan û gelek projeyên din."
‘EM Ê PÊŞÎ LI BER KOÇBERIYÊ BIGIRIN'
Ogûr diyar kir ku ciwanên ji Depê jî wekî yên gelek bajarên Kurdistanê berê xwe dane Ewropayê û koçber bûne û got ku ji bo pêşî li vê yekê bigirin dê projeyên îstîhdamê pêk bînin.
Ogûr ev tişt gotin: “Ciwanên me ji ber sedemên aborî, siyasî û polîtîk ji ber tirsandin û zextan neçar dimînin biçin derve. Em ê bi afirandina derfetên kar ji bo van ciwanan, hewl bidin gelê xwe li vir bihêlin. Vegerandina kesên ku çûne ne pêkan e, lê ji îro û pê de em ê rê li ber ciwanên xwe bigirin ku neçin derve û metropolan. Ji bo ku projeyên xwe pêk bînin em ê şaredariya biratiyê pêk bînin."
TEVDÎRÊN JI BO ERDHEJÊ
Ogûr anî ziman ku ji ber ku Dep di bin xetereya erdhejê de ye biryar dane ku qadên komkirinê ava bikin û wiha got: “Li vir ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê tune ne. Em ê di vî warî de ekîban ava bikin. Em plan dikin ku vê di nava şaredariyê de ava bikin. Ji xeynî vê, planênîmarê yên ku heta niha hatine çêkirin bi tevahî li hember erdhejê sist in. Wek hûn jî dizanin Dep, ciheke li herêma erdhejê ye. Qada ku li vir destûra îmarê hatiye dayîn, avî ye. Dema tê kolandin jî av jê derdikeve, qadên çandiniyê ji bo pêşketinê hatine vekirin. Her wiha wan qadên ku pêwîstî bi pêşxistina wan hebû parsel bi parsel firotin. Heta ji destê me tê em ê hewl bidin pêşiya vê yekê bigirin. Em ê bi pisporên erdhejê re tevdîran bigirin."
‘EM TÊN KU TIŞTA YA ME YE WERGIRIN'
Ogûr ji bo pêkanîna van ji gelê navçeyê alîkarî xwest û got: “Dep, axa Mazlûm Dogan, axa Hayrî Dûrmûş e. Dema ku em dibêjin Dep, ew tên bîra me. Gelê me yê li metrepolan, li Ewropayê dijîn, divê teqez roja hilbijartinê bên û dengê xwe bidin. Em vîna xwe radestî tu kesî nekin. Em tên, ya ku tişta ya me ye wergirin."
MA / Şîlan Çîl