ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dê sibê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bikin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel dê sibê bi Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bike. Dê cihê serdanê Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bibe.
Hate diyarkirin ku daxwaz ji CHP’ê hatiye û Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê randevûya fermî dane Ozel. Di serdanê de tê payîn ku dê hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2024’an were nirxandin.
SERDANA TÎP’Ê ÎRO YE
Hevserokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş jî dê îro saet 14.30’an de dê ji bo pîrozkirinê serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan bike.