Berdevka Meclisa Jinan Turkoglû: Yên ku dê bajarên xwe birêve bibin em jin in

AMED - Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglû diyar kir ku HEDEP partiya jinan e û wiha got: “Ji bo ku li dijî îktîdara mêrserdest bi modêla xwe ya herêmî ya azadîxwaziya jinê bibêjin em li vir in, banga me ji bo hemû jinan ew e ku ji bo bernamzetiyê serlêdanê bikin.” 

 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Halîde Turkoglû li Bûroya Şêwirmendiyê ya Amedê ya Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî rojevên heyî axivî. 
 
Turkoglû, jinên tevî zext, zilm û tundiyê jî di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî qad neterikandin, jinên karker ên berxwedana xwe ya li Agrobayê didomînin, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, girtiyên siyasî Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Ayla Akat Ata silav kir. 
 
BERTEK NÎŞANÎ RAPORA ATK’Ê YA DERHEQÊ OZER DE DA
 
Bi domdarî Turkoglû bertek nîşanî derxistina hunermenda kurd Pervîn Şakar ji arşîva TRT’ê da. Turkoglû, têkildarî Makbûle Ozer a 81 salî ku ATK’ê derheqê wê de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” da jî wiha got: “Yên ku ev rapor amadekirin û erê kirin, sûcekî li dijî mirovahiyê kirine. Gelo we wijdana xwe daniye bin kîjan kevirî? Hûn ewqas ji mirovahiyê dûr ketine ku ji bo jineke 81 salî ya li ser kursiya biteker jiyana xwe didomîne û ji sedî 61 astengdar e rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ amade dikin. Şandina Makbûle Ozer a girtîgehê dê xetereyê li ser jiyana wê çêbike û divê tavilê ev bêhiqûqtî bi dawî bibe.” 
 
'EM BI BIJÎŞKAN RE NE’
 
Bi domdarî Turkoglû bal kişand ser endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ên ji peywirê hatine girtin û got ku biryara dawî ya skandal, nîşaneya domandina sepana tayînkirina qeyûman e. Turkoglû, got ku ew heta dawiyê bi Şebnem Korur Fîncanci û rêhevalên wê re ne. 
 
HEVDÎTINÊN BÛDÇEYÊ
 
Turkoglû axaftina xwe wiha domand: “Mîna her sal îsal jî bûdçeyeke li piştperdeyan ji hêla zilaman ve hatiye amadekirin û ji rojeva gel û jinan dûr hat veqetandin. Mîna di qonaxa komîsyonê de, bila gumana kesekî nebe ku di qonaxa lijneyê de jî dê jin muxalefeta herî xurt bikin. Ji ber ku ev bûdçe maf û azadiyên me xesp dike. Her aliyê vê bûdçeya li ser bingeha dijminatiya kurdan, karkeran, kedkaran û jinan hatiye avakirin. 
 
DERDEKÎ WEZARETÊ YÊ JI BO TUNEKIRINA XIZANIYA JINAN NÎNE 
 
Li Tirkiyeyê 12 milyon jin ji ber keda lênihêrtinê nikarin tev li jiyana xebatê bibin. Wezareta ku navê jinê jê hatiye derxistin qaşo ji têkoşîna li dijî tundiya ser jinê berpirsyar e lê em wisa nabînin. Em tespîtên di rapora ‘Keda Jinê’ ya DÎSK Genel Îşê bi kar tînin ji ber ku wezaret daneyên xizaniya jinê parve nake. Tu derdekî wezaretê yê ji bo bidawîkirina xizaniya jinê tune ye. Navê vê wezaretê ne wezarata parastina jinê lê wezareta parastina malbatê ye. Navê wê ne wezareta pêşîlêgirtina tundiya ser jinê lê wezareta hefskirina jinan a di malê de ye. Dem dema wê ye ku em li dijî vê bûdçeya ku ji dem, nan, sifre û keda me didize û xizaniya jinan rewa dike serî rakin. Em ê Wezareta Jinan ava bikin û rayeya biryarê dê di destê jinan de be. 
 
DI 10 MEHAN DE 287 JIN HATIN QETILKIRIN
 
Me bi dehan caran got ku tu derdekî vê îktîdarê yê ji bo têkoşîna li dijî tundiya ser jinê nîne. Di 10 mehan de 287 jin hatin qetilkirin. 183 jinan ‘bi awayeke guman’ jiyana xwe ji dest dan. Jinên ku li dijî van komkujiyan têdikoşin jî rastî tundiya dewletê tên. Di roja 25’ê Mijdarê de ev yek careke din nîşan dan. Sedema van êrişan û tundiyê tirsa wan e. Em jin tirs û fikarê baş fêm dikin û careke din bersivê didin. Hûn çi bikin jî dê jinên berxwedêr û azad her îktîdara we bihejînin. 
 
GIŞTÎNAMEYA TÊKILDARÎ TUNDIYA LI SER JINÊ 
 
Yên ku di 25’ê Mijdarê de êrişî jinan kirin û li Amedê jineke 65 salî bi îşkenceyê binçav kirin, bêyî ku şerm bikin di heman rojê de giştînameya 25’ê mijdarê parve kirin. Dixwazin li dijî tundiya ser jinê hezar giştînameyan parve bikin lê heke pratîka wê tune be, bi kêrî tiştekî nayên. Me ji xwe bîlançoya tundiya li ser jinê eşkere kiribû, lewma tu hêviya jinan ji vê îktîdarê nîne. Ji giştînameyeke ku dibêje dê perwerdeya kontrolkirina hêrsê bidin mêrên tundiyê li jinan dikin  ma dê çi derkeve. Di esasê xwe de bi vê yekê hewl didin tundî û qirkirinên zilaman rewa bikin. Ev giştîname di çarçoveya daxwazên faîlên tundiyê de hatiye amadekirin. Di encama bazariyên qirêjî yên tifaqa cumhurê de hatiye amadekirin. 
 
Em li vir careke din dibêjin ku heta em hebin em ê dev ji têkoşîna wekhevî û azadiyê bernedin. Ne giştînameya we lê Peymana Stenbolê dide jiyîn. 
 
HILBIJARTINÊN RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ
 
Jinên hêja; weke ku hûn jî dizanin hilbijartin nêz dibin. Dem dema wê ye ku li dijî rejîma qeyûman ku ji sala 2016’an ve îradeya jinan xesp dikin, em bibêjin ‘me dev jê bernedaye, li vir in û xwedî li vîna xwe derdikevin.’ Divê em li dora rêgeza me ya ‘Nûnertiya wekhev û hevserokatî xeta me ya mor e’ xwe bêhtir bihêz bikin. Li dijî îktîdara mêrê serdest ku jinan ji mekanîzmayên biryardayînê dûr dixe, ji bo ku em bi modêla xwe ya azadîxwaziya jinê bibêjin li vir in bang li hemû jinan dikin; ji bo bernamzetiyê serî lê bidin û di nava rêveberiyên herêmî de cih bigirin. 
 
BANGA JI BO JINÊN CIWAN
 
Jinên ciwan; li dijî vê îktîdara dixwaze we bêpêşeroj bihêle banga me herî zêde ji bo we ye. Werin bibin hêza guherandina pêşeroj, jiyan û bajarên xwe. Werin ji bo bernamzetiyê serî li HEDEP’ê bidin ku partiya jinan e. Yên ku dê xwe jî bajarên xwe jî birêve bibin em jin in.”