Buldan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi ‘tifaqa jinan’ heye

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku yên çarenûsa hilbijartina 24’ê Hezîranê aşkere bikin jin in û ji ber vê yekê pêdiviya Tirkiyeyê bi “tifaqek jinan” heye û dixwazin vê tifaqê ava bikin. 

Meclîsa Jinan a Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) ji bo di hilbijartina zordest de stratejiya xwe diyar bike  li Navenda Giştî ya HDP’ê kom bûn. Civîn bi serokatiya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan pêk hat û mijar û rojeva sereke ya civînê jî hilbijartina 24’ê Hezîranê ye. Piştî nîqaşên civînê temem bibin dê sibê Meclîsa Partiyê jî li hev kom bibe. Dê piştî vê civînê jî namzetiya Serokomariyê, stratejiya hilbijartinê û nîqaşên têkildarî tifaqê dê biryara talî bide. 
 
Civîn bi axaftina vekirinê ya Buldan dest pê kir. Buldan diyar kir ku 24’ê Hezîranê pêvajoyek gelek girîng e û ji axaftina wê ev mijar derketin pêş:
 
AKP li jinan neheqiyê dike. Tenê neheqiyê ne li jinan dike, li tevahiya gelên Tirkiyeyê dike. Ji ber van kirinên AKP’ê divê jin û gelên Tirkiyeyê tercîhek rast bike û bi hilbijartinek girîng re hevrû mane. 
 
Em 24’ê Hezîranê dîroka dê jin dihatûyê diyar bikin dibînin. Em bi xebata bikin re dê azadiya têkoşîna jinê serkeftinê bi dest bixe. Ev 15 sal e hikumeta AKP’ê bi awayekî micid mudaxeleyî beden, ked, tarzê jiyanê û hebûna jinê dike. Her tim destkeftiyên jinan di bin êrîşan de ma. Hemû pêkanînên AKP’ê zayendperestiyê kûr kiriye. Gotinên zayendperstî li ser jinê bûn tundî. 
 
AKP HER TIM JI JINAN TIRSIYA 
 
 Hikumeta AKP’ê her tim ji jinan tirsiya. Ji jinên derketin kolanan û têkoşîn kirin tirsiya. Ji jinên siyasetmedar tirsiya. Sedema hemû tundî û êrîşan ev e. Têkoşîna me ya li dijî AKP’ê xwedî girîngiyek xwe heye. Ji bo keda jinan neyê kedxwarîkirin, di 24’ê Hezîranê de berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Li cihê têkoşîna jinan heye, bila tu kes ji bîr neke ku dê demokrasî û wekhevî jî hebe. Ji ber ku jinan ditirsin mudaxeleyî pergala me ya hevserokatiyê jî kirin. Hemû saziyên me yên jinan girtin. Jinên siyasetê dikin dîl girtin. Bi boneya ji jinan tirsiyan Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û gelek siyasetmedarên me yên din xistin girtîgehan. Hemû saziyên jinan ên şaredariyên me, ji aliyê qeyûmên AKP’ê ve hatin girtin. 
Rejîma îro dixwazin ava bikin dê bi destê jinan hilweşe. Heke ku em dixwazin bikevin pêşiya vê rejîmê divê em têkoşîna xwe bilindtir bikin. Di serdema AKP’ê de pirsgirêka jinan a beka heye. Heke ku hikumeta AKP’ê vê pêvajoyê bidomîne, dê pirsgirêka beka ya jinan dewam bike. 
 
EM DIXWAZIN TIFAQA JINAN AVA BIKIN 
 
Ez bang li hemû jinên Tirkiyeyê dikim; li dijî tifaqa AKP-MHP’ê bi taybetî daxwaz dikim ku jin bên di lîsteya HDP’ê de bibin bernamzet. Em dikevin hilbijartina têkoşîna bi hev re û serkeftinê. Ji ber vê yekê divê her kes li qada bin û bi taybetî dixwazin li gel HDP’ê tevger bikin. HDP, partiyek jinan e. Me got tifaqa jinan. Em dixwazin tifaqa jinan jî pêk were. Pêdiviya Tirkiyeyê bi vê yekê heye. Hêzek ku dikaribe mudaxeleyî vê pêvajoyê bike hebe ew jî jin in. Hêzek dikaribe tifaqa AKP û MHP’ê têk bibe ew jî hêza jinan e.”