Namzetê HDP’ê dê piştî 30’ê nîsanê zelal bibe

img
STENBOL – HDP biryar girt ku di her du tûrên hilbijartina zordest de bi namzetên xwe bikevin hilbijartinê. Di encama nîqaşan de yê ku navê wî herî zêde derdikeve pêş Selahattîn Demîrtaş e. Piştî di 30’ê nîsanê de li Silîvrî danişîna Demîrtaş bê dîtin dê HDP jî li gorî vê yekê navê namzetê xwe zelal bike. 
 
Piştî ku tifaqa AKP û MHP’ê 24’ê Hezîranê wek hilbijartina zordest diyar kir, hemû awir zivirîne ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Piştî du mehên din dê hilbijartin pêk bê û mijara herî zêde tê meraqkirin dê HDP’ê di hilbijartinê de polîtîkayek çawa bişopîne. 
 
Li aliyekî AKP û MHP tifaqa xwe ya hilbijartinê kirin yek û li aliyê din jî Partiya Îyî, CHP û Partiya Saadet jî dixebitin ku tifaqa xwe bikin yek. 
 
Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ê ku ji bo HDP’ê got “di sindoqan de veşêrin” li ser vê yekê HDP derket asta partiya kilît a hilbijartinê. 
 
HDP’ê li herêmên Çukurova, Marmara û li bajarê Îzmîrê starta xebatên hilbijartinê da. Lîjneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê duh li Stenbolê li hev kom bû. Rojeva sereke ya civînê hilbijartina 24’ê Hezîranê bû. Di civînê de ji namzetiyê bigire heta rêxistinbûyînê nîqaş hatin kirin. 
 
HDP DÊ NAMZETEK KU HEMÛ ALIYAN TEMSÎL BIKE BIDE NÎŞANDAN 
 
Di civînê de navê nazmet nehat teqezekirin. HDP ji bo namzetê xwe diyar bike dê di rojên pêş me de jî gelek civînan li dar bixe. Li bendê ye navê namzet piştî hevdîtinên eniya demokrasiyê ya li Tirkiyeyê û bajarên herêmên bên kirin diyar bibe. Ev hevdîtin dê heta 1’ê Gulanê dewam bikin. Namzetê ku dê HDP diyar bike divê ku hemû herêm û Tirkiyeyê temsîl bike û hemû alî li ser namzet li hev bikin. Dê ev pîvana sereke be. 
 
NAVÊ DERDIKEVE PÊŞ DEMÎRTAŞ E
 
Hat zanîn ku di hevdîtinên heta niha de navên gelek kesan derket pêş. Dê hemû pêşniyaz û nêrîn yek bi yek bên nirxandin. Dê HDP bi namzetê xwe bikeve hilbijartina zordest û ji bo namzetê yêk jê yê herî zêde navê wî derdikeve pêş Selahattîn Demîrtaş e. 
 
Hêjayî gotinê ye ku ji gelek aliyan jî pêşniyara navê Selahattîn Demîrtaş tê û ku ev salek û nîv e li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê girtin. 
 
30’Ê NÎSANÊ DÊ BIBE DÎROKA ZELALKIRINA NAMZET
 
Ji bo HDP’ê navê namzetê xwe teqez aşkere bike li benda danişîna Demîrtaş a di 30’ê nîsanê de li Dadgeha li Silîvriyê bê dîtin. Dê HDP li gorî encama vê danişîna bê dîtin de namzetê xwe zelal bike. 
 
Tê gotin ku îhtîmal heye di danişîna 30’ê nîsanê de ceza li Demîrtaş bê birîn. Ev îhtîmal bi xwe re anî ku HDP hin bêtir bi tedbîr û baldar tevger bike. 
 
Ji ber vê yekê dîroka 30’ê nîsanê dê ji bo HDP’ê bibe dîroka zelalkirina her tiştî. Heke jixwe ku li Demîrtaş ceza bê birîn, dê HDP bi namzetek ku hemû aliyan temsîl bike riya xwe dewam bike. 
 
DÊ TÛRA EWIL DE BI NAMZETÊ XWE BIKEVE HILBIJARTINÊ 
 
Yek ji mijara herî zêde jî tê meraqkirin gelo dê HDP bi partiyên mîna CHP, ÎYÎ û Saadet re li ser tifaqê li hev bike. Di vê nokteyê de tenê stratejiyek HDP’ê mijara gotinê ye. HDP dê di tûra yekemîn de bi namzetê xwe bikeve hilbijartinê û armanc dike ku ji rêjeya sedî 13 a hilbijartina 7’ê Hezîranê bêtir deng bigire. Di vir de armanca bingehîn a HDP’ê ew e ku dengên xwe yên 7’ê Hezîranê winda neke û berevajî vê armanca wan ew e ji 7’ê Hezîranê bêtir deng bigirin. 
 
Di tûra duyemîn de jî heke ku hemû muxalefet namzetek hevpar bê diyarkirin û li bendê ye HDP jî piştevaniyê bide namzetiya hevpar. 
 
HDP dê beriya 3’ê Gulanê ku roja serlêdana namzet bi dawî dibe namzetê xwe diyar bike. 
 
MA / Yasîn Kobulan