Temellî bi ciwanên partiyê re hatin gel hev

img
STENBOL - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di konferansa pêk hat de bi ciwanên partiye re li hev kom bûn. Temellî, diyar kir ku nifûsa Tirkiyeyê ji sedî 17 ji ciwanan pêk tê û got: “Lê ligel vê yekê jî ji sedî 1,5 budçe ji bo ciwanan tê veqetandin. Em banga beşdarî siyasetê bibin li ciwanan dikin.”
 
 
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “Ciwan xwe bi meclîsan rêxistin dikin û li dijî faşîzmê serî hil didin” konferansa xwe pêk anî. Konferans li avahiya Rêxistina Navçeya Bagcilara HDP’ê pêk hat û ji bajarên cûda gelek ciwan, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran beşdarî konferansê bûm. Polîsên li ber avahiyê rawestiyan nasnameyên ciwanan di GBT’ê re derbas kirin.  
 
Di konferansê de pankartên “Em ne qediyan, em hene û bi cep û rast tên”, “Jin koletiyê nakin û bi rêxistin kirinê azad dibin” û “Em bi rêber Apo re hatin dine û emê bi Rêber APo re azad bibin” daliqandin û bênavber dirûşên “Bijî berxwedana  Efrînê” û  “Bijîk Serok Apo” hatin berz kirin. Konferansê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di konferansê de axivî û wiha got: “Ciwanên Tirkiyeyê bi bêkariyê re rû bi rûne. Nifûsa Tirkiyeyê ji sedî 17 ji ciwanan pêk tê, lê ligel vê yekê jî ji sedî 1,5 budçe ji bo ciwanan tê veqetandin. Ji ber vê yekê em bi krîzeke topyekun û pirsgirêkan re rû bi rû ne. Ciwanên mezun ên zanîngehan li Tirkiyeyê ji sedî 30 zêde bûye. Divê mijarê de, li tevahiya cîhanê em yekemînin. Li Tirkiyeyê ji sedî 22 ciwan bêkarin û jinên ciwan jî ji sedî 24 bêkarin. Li Tirkiyeyê bê edaletiyek mezin li dijî ciwanan heye. Her ku diçe pirsgirêkên ciwanan mezintir dibin. Gava em li ciwanên zanîngehê dixwînin mêze dikin, êrîş û zextên mezin li ser wan hene. Hemû derfetên zanîngehê ji ciwanan girtine.”
 
'TIRYAK YEK JI POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ YE'
 
Temellî, anî ziman ku pirsgirêka ciwanan tenê bi yên zanîngehê re naqede wiha bilêv kir: “Gelek ciwanên kar dikin tu fermiyeta wan tuneye. Ciwan weke depoya kedê ya erzan tên dîtin. Bi taybetî ciwanên koçber ên Sûtiyeyê rastî kedxwariyek mezin tên. AKP li şûna li dijî tiryarkê têbikoşe, tiryak kiriye amûrê polîtîkayê. Em baş dizanin ku polîtîkayên dewletê ciwanan ber bi çirava tiryakê ve dibe. Ger polîtîkayên dewletê tunebûya, Tirkiyey bi awayekê cîdî li dijî tiryakê têbikoşiya, îro hejmar ciwan ên beşdarî karê tiryakê bûyîn evqas zêde nedibûya.”
 
'DIXWAZIN CIWANAN BÊ POLÎTÎK BIHÊLIN'
 
Temellî, bal kişand ser girîngiya ciwan beşdarî siyasetê bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê ciwan beşdarî siyasetê bibin û siyasetê biaxivin. Berî her tiştî divê em îro pergalê baş analiz bikin. Ger emê dest bi têkoşînê bikin, divê destpêkê li dijî kapitalîzmê em dest bi têkoşînê bikin. Netew-dewlet û kapîtalîzma Tirkiyeyê îro hewl didin ciwanan ji siyasetê dûr bixin û cûda bikin. Ev mekanîzma kiriye dewrê. Ciwan û jin divê vê rastiyê baş bibînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Niha jî tam demê vê yekê. 24’ê Hezîranê ji bo vê fesendeke mezine.”