Koçyîgît: Divê em piştî hilbijartinê jî bi rêxistin bikin Hamzaoglu: Dawiya dawî em ê bikenin

img
STENBOL - Hevberdevka Meclîsa Giştî ya HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê bi qasî heta hilbijartinê, piştî hilbijartinê jî xwe bi rêxistin bikin. Berdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu jî, ji girtîgehê name şand û got: “Taliya talî em dê bikenin" 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), 3'emîn civîna giştî ya serdema 8'emîn li Navenda Giştî ya HDK'ê ya Beyoglu pêk anî. Di civînê de Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu name şand. Li Salonê pankarta "Ji Hevberdevkê me Hamzaoglu re Azadî" hat vekirin. Gelek hevparên kongreyê tev li kongreyê bûn. Piştî hilbijartina dîwanê Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît axaftina vekirinê kir. Koçyigit, ewil siyasetmedarên girtî silav kir û ew bibir anîn. Koçyigit, diyar kir ku piştî li Îngîlîstanê ajanê Rûs hat kuştin û şûnde şerê sar dest pê kir û wiha got: "DYA Fransa û Îngiltere bi îdîaya li Sûriye çekên kîmyewi hatine bikar anîn êrîşî Sûriye kir. Bi vê yekê peyamê didin Rûsya û ÎRanê ku ew li wir in. Tirkiye li ser nakokiya DYA û Rûsya li dijî Efrînê operasyon pêk anî. Beriya wê ket Cerablus û Babê. Tirkiye van nakokiyan baş bikar tîne. Lê îro Tirkiye ji ber diplomaya navneteweyî ketiye nava çalê. Dema ku Şerê li Sûriye dest pê kir, tirkiye vîna gelê Sûriye esas girtibûya îro nediket vî halî. Ger ku azadî û wekheviya  gelên Sûriye esas girtibûya îro gelê Efrin nediket vê rewşê û mahkûmî jiyana kampan nedibû. Dema OSO ku wekî Kuvay-î Milliye hat naskirin ket Efrînê hemû rastiya wê hat dîtin. Çeteyên ku îro li Îdlib û Cerablusê bi cih bûne hem jî çeteyên ku ji Guta û Duma derdixin wan tînin li Efrinê bi cih dikin. Dixwazin Efrînê bikin hêlîna çeteyan. Vegera gelê Efrînê bi destê çeteyên OSO tê asteng kirin. 
 
Koçyîgît, bal kişand ser hilbijartina 24'ê hezîranê û wiha got: "Tifaqa AKP-MHP nikare mehek din welat bi rêve bibe. Hemî tifaqên hatin avakirin li ser hîleyan hatin avakirin û hildiweşin. Êdî propaganda li dijî kurdan bi dawî dibe. AKP-MHP ku bi şer xwe li ser piyan hişt, şer ew têk bir. Ji ber vê yekê biryara hilbijartina Zordest a 24'ê Hezîranê girt. Ger bawer kiribûna dê bi ser bikevin dê OHAL rakira û KHK bi dawî kiribûna. Li welat OHAL heye, lê li Kurdistanê Rêveberiya Awarte heye. Li gelek herêman "Herêma Ewlehiya TAybet" hatiye îlankirin. Dê li Kurdistanê sindoq çawa bên danîn. Ewlehiya Sindoqan dê li kurdistanê çawa bên parastin?. Em dê hem xwe ji bo hilbijartinê û hem jî piştî hilbijartinê xebatên xwe yên rêxistinê berdewam bikin." 
 
DIVÊ EM JI HER DEM BÊTIR BI ISRAR BIN
 
Piştre nameya Hevberevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu ku ji bo civînê şandibû hat xwendin. Hamzaoglu, bal kişand ser astengiyên li pêş jiyana li girtîgehê û têkoşîna li dijî van astengiyan û wiha got: "Divê em hem li derve û hem jî li hundir ji her demê bêtir têbikoşin û di nava hewldanan de bin. Ger ku em bi hevre bixebitin û em biryarên kolektif bistinin em dê bi ser bikevin. Divê em bi biryar gavan pêşve bavêjin. Ji xwe armanca avakirina HDK’ê mifteya çareseriyê ye. Dixqwaze hiş û dil bike yek û rê nîşan bide bibe rêberê civakê û pêşengiyê bike. Ji ber kirîza aborî êdî aborî têk diçe. Di rewşa îro de êdî kapitalizm kirîza ku bi xwe ava kiriye nikare bi rêve bibe." 
 
Hamzaoglu, bal kişand ser êrîşên li ser Efrînê û da zanîn ku Rûsya û DYA çavê xwe ji êrîşên li ser Efrînê re girtin û wiha berdewam kir: "Li her derê tundî zêde dibin. Li hemû cîhanê ev tundî belav dibe. Kapitalizm, ji bo karibe bi rêve bibe tundî û zextan zêde dike. Niha deynê Tirkiye yê derve 450 milyar Dolar derbas kir. Tirkiye her tişt kiriye taşeron. Ked erzan kiriye û rê li pêş sanaya ku zerarê dide jiyana mirovan vekiriye. Deynê derve sal bi sal zêdetir dibe. niha 450 milyar dolar zeyn derbas kiriye. "