Bilgen: Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Êrîş neqebûlkirina kurdan e

img

ENQERE - Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar ê ji aliyê OSO û TSK'ê ve li Efrînê hat xerakirin û wiha got: "Ev nenaskirina kurdan e. Ger ku ne wisa be çi ji peykerê Kawayê Hesinkar dixwazin. Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Ger ku hûn Kawayê Hesinkar wekî nûnerê PYD'ê nas dikin êdî tiştekî bê gotin tune ye." 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, der barê rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar ê li Efrînê talankirina malên gelê Efrînê û geşedanên dawî li navenda giştî ya HDP'ê civîna çapemeniyê amade kir. Bîlgen, diyar kir ku 500 roj di ser êrîşa li ser partiya wan re derbas bû û wiha got: Di van 500 rojan de 395 danişînên parlamenterên me hatin ditin. Rêveberên me yên îfade nedan nema. Li ser partiya me zext, tundî û ambargo heye. Em rastî pêkanînên boykotê tên. Niha 25 wekilên me hatin binçavkirin. 9 wekilên me wekîltiya wan hatin xistin. Tevi hemû zextan dîsa HDP xebaten xwe berd8ewam dike û gel li HDP'ê xwedî derdikevin. Gelê me li partiya xwe û denê xwe xwedî derdikevin. Em dê di Newrozê de jî bibînin ku dê gel li vîna xwe xwedî derkevin. Li gelek bajar û navendan rêveber û endamên meclisa partiya me tên binçavkirin û girtin. Li Bazîdê kalê 80 salî û rêvebera me di bin çavan de ye. Ji 5 endamên komiteya Amadekar ya Agiriyê jê 3 kes di bin çavan de ne. 
 
'ALA OSO TÊ ÇI WATEYÊ'
 
Bîlgen, bal kişand ser OSO û ala OSO ya li Efrînê hat çikilandin û wiha got: “Diwazin deng qut bikin. Ji duh ve televizyon tev qala ala OSO dikin. Ji bo ala Iraqê dibêjin perçeyê potekî ye. Ger ku ala Iraqê perçeyekî pot be, wê demê ala OSO çiye. Kengî dewleta wan çê bû. Hemû tiştên aydî kurdan dibin pot. Duh balafirên Îsraîl dema Gazze bombe kirin her kesî qiyamet rakirin. ÎEro li Efrinê sivîlan bombe dikin. Lê dê leborîna xwe jî nexwazin. Dî dê vir bi rêve bibe. Ala Tirkiye û OSO li wir hat vekirin. OSO dê bi rêve bibe. 
 
‘KAWAYÊ HESINKAR SEMBOLA KÊ YE?' 
 
Bîlgen, bal kişand ser rûxandina peykerê Kawayê Hesinkar ê ji aliyê OSO û TSK'ê ve li Efrînê hat xerakirin û wiha got: "Ev nenaskirina kurdan e. Ger ku ne wisa be çi ji peykerê Kawayê Hesinkar dixwazin. Kawayê Hesinkar sembola çi ye? Ger ku hûn Kawayê Hesinkar wekî nûnerê PYD'ê nas dikin êdî tiştekî bê gotin tune ye. Nirxê dîrokê bi balyozan xera kirin. Kawa sembola azadiya gelan e. Nirxê hemû gelan ê azadiyê ye. Nirxê gelê Rojhilata Navîn e. Gele Rojhilata Navîn dê li rixnên xwe xwedî derkevin. Ev polîtîkana xizmeta biratî û aştiya navbera gelan nake. 
 
Bîlgen, têkildarî "Kongeray Rizgarkirina Efrînê" ya li Dîlokê ji 30 kesan hat avakirin jî ani ziman ku AKP heta niha ji bo raste rast mudaxaleyi polîtikayên navxweyi yên Sûriye bike mekanizmayên bi vi rengî ava kirine û wiha got: "Em li dijî şerê vesayetê yên li Rojhilata Navîn in. Ji bilî bi dawîkirina şer u pêşxistina aştiyê çare tune ye."