Hevberdevka HDK'ê Koçyigit: Divê hêj çiqas mirov bên kuştin?

img

STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, helwest û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî komkujiya li ser Efrînê rexne kir û wiha got: "Ev bêdengî dirûtî ye. Em dipirsin gelo divê hêj çiqas mirov bên kuştin?" 

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, tifaqa AKP-MHP'ê êrîşên li ser Efrînê ku 57 rojin berdewam dike û pîrozbahiya Newrozê nirxand. 
 
Koçyigit, bal kişand ser tifaqa AKP-MHP'ê û wiha got: “Îktîdara AKP'ê ji ber ku her diçe hêza xwe winda dike û têk diçe plana hilbijartina 2019'an dike. Di hemû anketan de xuya dibe ku AKP êdî nikare bi serê xwe ji 51 bistîne. Lîstika referanduma 16'ê nîsanê niha kir zagon. Hemû dizî, nelirêtî û dijhiqûqî kir zagon û krasê zagonan li wan kir. Ji bo AKP hêza xwe ya winda kiriye dîsa bi dest bixe li dijî Efrînê şer da destpêkirin. Şerê Efrînê ji bo îktîdara xwe xelas bike ye. Bi tu awayî ev tifaqa hilbijartinê ne rewa û ne hiqûqî ye. Di referanduma 16'ê Nîsanê de Bloka NA qezenç kir. Lê ev bi hîleyan ji destê me girtin. Birêz Kiliçdaroglu, hemû hilbijêrên xwe ji kolanê kişand. Hilbijartina di şertê OHAL'ê de û bi vê tifaqa hilbijartinê pêk bê ne rewa û ne hiqûqî ye. Em dibînin ku CHP teslîmî polîtîkayên AKP -MHP’ê bûye. Ji ber ku CHP teslîm bûye welatê Tirkiye dixe nava herî çiravê. Di vê rewşê de gelê kurd bi komkujiyên mezin re rû bi rû maye. "
 
Koçyigit, anî ziman ku AKP  ji serdema ku cemaetê bi rêxistin dikir û piştgirî dida wê hat îro û wiha got: "Her dem beriya hilbijartina rengê xwe guhert. Bi rengê niştecîhî, millî ket rewşa nijadperestî, zayendîperestî, militarist û yekperestiyê. Ger ku îro kurd û tirk li kolanan şerê hev nakin bi xêra projeya Birêz Ocalan a yekîtiya gelan e. Dibe ku îro AKP hilbijartinê pêk bîne. Lê birîna ku AKP'ê di nava civakê de ava kir, heta 40-50 salan derman nabe. Ji bo ku AKP xwe li ser piyan bihêle pêdiviya wê bi şer heye. Xwe bi şer li ser piyan dihêle. Ji ber vê yekê li dijî Efrînê şer daye destpêkirin. 
 
LI SER KURDAN BOMBEYAN DIBARÎNIN
 
Koçyîgît, destnîşan kir ku her kurdekî li Efrînê tê kuştin xwişk û birayên Kurdên Dersim, Amed, Agîrî û bajarên din in. Elewiyên ku xwe ji komkujiya 38’an a Dersimê rizgar kirin û çûn Efrînê ne. Niha xwişk û birayên me dikujin. Li ser kurdan bomeyan dibarînin. Dixwazin em ji vê komkujî û bombebaranê re bêdeng bimînin. Dibêjim 'em we dikujin û dengê xwe nekin' Qeydên dîmenên komkujiyê hene. Tevî vê yekê kurd bi dengê berz dibêjim 'Em dixwazin bi hevre wekhev û azad bijîn." 
 
DIVÊ HÊJ ÇEND MIROV BÊN KUŞTIN?
 
Koçyigît, anî ziman ku dagirkeriya li ser Efrînê ket roja 57’an û wiha got: "Ewropa li hemberî vê yekê bêdeng e. Sazî û hêzên navneteweyî li hemberî vê yekê bêden in. Ev bêdengî durûtî ye. Ji bo bêjin bes e gelo pêwiste hêj çend mirov bên kuştin? Divê hêj çend bajar tune bibin? NY tenê dibêjin em bi fikar in. Lê ji bilî vê yekê tiştekî din tune ye. Ji ber ku li ser hesabê aborî, bazirganiya çekan li hev kirine. Lê di encamê de kurd tên kuştin. NY û hemû hêzên navneteweyî yên li hemberî vê komkujiyê bêdeng in berpirsiyar in. 
 
‘HEMÛ AGIRÊ NEWROZÊ DÊ JI BO EFRÎNÊ GEŞ BIBE'
 
Koçyigit,  pîrozbahiya Newrozê jî nirxand û diyar kir ku îsal hemû agirê Newrozê dê ji bo piştgiriya Efrînê geş bibe û wiha got: "Îsal Newroz xwedî wateyek taybet e. Newroza kurdan her dem xwedî dirokek taybet e. Lê îsal bêtir taybet e. Kurd her dem li mîrateya dîrokî Newrozê xwedî derketin. Tevi hemû astengî û qedexeyan Newroz li kolanan pîroz kir. Îsal jî dê Newroz ji bo Berfinên Efrînê, Dayik Fatma, Mam Hasan û gelê Efrînê geş bibe. Divê em îsal hemû gel mil bidin milê hev û bi hevre Agirê Newroza gelan pîroz bikin. 
 
GEL DÊ LI DIJÎ TECRÎDA LI SER OCALAN HELWESTA XWE NÎŞAN BIDE
 
Koçyigit, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:  "Birêz Ocalan di Newroza 2013'an de peyama dîrokî da. Lê piştî polîtîkayên AKP'ê yên piştî 2015’an her tişt hat guhertin. Em ji 5'ê Nîsana 2015’an heta niha ne ji Îmraliyê û ne jî ji Birêz Ocalan bi tu awayî agahî nagirin. Ji ber vê yekê îsal gel dê di Newrozê de helwesta xwe nîşan bide. Ji ber vê yekê Newroz bêtir bi wate ye. Birêz 24 saetan û sal 12 meh di bin tecrîdê de ye."  
 
Koçyigit, herî dawî bang li hemû gelan kir û xwest li dijî şerê li ser Efrînê, li dijî tecrîdê ji bo biratiya gelan û wekheviya gelan li dijî tifaqa AKP-MHP'e gel dakevin qadên Newrozê. -
 
MA / Necla Demir - Yasin Kobulan