Ozsoy: Li Rojhilata Navîn bê statûyek kurd jênerevîn e

img

ENQERE – Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP’ê Hişyar Ozsoy êrîşên li ser Efrînê nirxand û got: “Bi gotina ‘Li Efrînê kevir li ser kevir û serî li ser serî nemîne’ jî ya Devlet Bahçelî dê li Rojhilata Navîn statûya kurdan jênerevîn e. Ev yek ne pêkan e jî.” 

Berpirsê Têkiliyên Derve yê HDP’ê û Wekîlê Çewligê Hişyar Ozsoy binpêkirina agirbesta Neteweyên Yekbûyî yaTirkiye pêk tîne, êrîşên li ser Efrînê û helwesta hêzên navneteweyî ya li dijî vê yêk nirxand. 
 
Ozsoy da zanîn ku êrîşên dagirkirina Efrînê li gelek welatên cîhanê qebûl nayê dîtin û got: “Li gel vê yekê jî hêzên navnetewî deng dernaxin. Ewropa, Amerîka, bi taybetî Fransa, Swêd û gelek deverên din û NY bixwe jî daxuyaniyan dan û gotin êrîşên Tirkiyeyê nayê qebûlkirin. Lê heta niha dengek wan bilind û bertekek xurt li dijî Tirkiyeyê çênebûye.” 
 
‘TIRKIYE RASTE RAST KET EFRÎNÊ’ 
 
Ozsoy destnîşan kir ku Tirkiye di mijara êrîşên li dijî Efrînê de du hincet ji xwe re dike argûman û cihê vê van argûmanan di hiqûqa navnetewî de nîne. Ozsoy anî ziman ku bi argumanên “mafê min parastina rewa heye” û “YPG rêxistina terorê ye” êrîşî Efrînê kir û wiha domand: “Di hiqûqa navnetewî de jî cihê her du argumanan tune. Tirkiye heta niha delîliya êrîşêk ji Efrînê li dijî Tirkiyeyê nikare bide nîşandan. Argumana wan tenê gotin e, lê wek delîl tu tiştekî pêşkêş nekiriye. Ya herî girîng jî ew e YPG ne ji aliyê NY û ne jî ji aliyê koalîsyona navneteweyî ve rêxistina teror nayê dîtin. Tirkiye bi rewşek raste rast ket Efrînê.” 
 
‘DIXWAZIN EFRÎNÊ VEGUHERÎNIN SÛR, NISÊBÎN Û CIZÎRÊ’ 
 
Ozsoy diyar kir ku derdora Efrînê tê bombebarankirin û wiha domand: “Bi awayekî derûnî dixwazin gelê Efrînê dest bi terkandinê bike. Av û ceryanê qût dikin. Dixwazin bajêr bê mirov bihêlin û hemû bajar hilweşînin û bi şewitînin. Gotina Bekîr Bozdag a ‘Me personelên ji dema Sûr û Cizîrê tecrûbetir şand Efrînê’ jî tê vê wateyê, ku dixwazin Efrînê veguherînin, Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê.” 
 
‘DÊ RENGÊ ŞER BIGUHERE’
 
Ozsoy da zanîn ku heke TSK û OSO bikeve navenda Efrînê dê reng û teşeyê şer biguhere û her çiqas Tirkiye bikeve Efrinê jî nayê maneya ku bi ser ketiye. Ozsoy destnîşan kir ku Pentagon li qadê xebatên nêz bi kurdan e dide meşandin û got: “Tu hilbijartinek Amerîkayê ji bilî kurdan nîne. Li gel hemû gef û gur û êrîşan jî dê kurd li Efrînê bin. Heke Efrînê serûbin bikin jî û gotina Devlet Bahçelî ya ‘Li Efrînê kevir li ser kevirê û serî li ser serî nemîne’ jî dê li Rojhilata Navîn Sûriye jî di nav de statûyek kurdan pêk were. Ne pêkane ku statûya kurdan çênebe. Ev rastî ji bo Tirkiyeyê bi êş be jî neçar e hevrû bimîne. Berevajî vê yekê dê Tirkiye winda bike.” 
 
PIR ALÎ XEBATÊN DÎPILOMASΠ
 
Ozsoy got ku ew wek HDP’ê ji bo Efrînê xebatên pir alî yên dîpolomasiyê birêve dibin û dê ji niha şûn ve jî ji bo hemû mafên kurdan û axa kurdan xebatên xwe berfirehtir bikin. 
 
‘EFRÎN NE DESTPÊK E Û DÊ NE DAWÎ BE JÎ’ 
 
Ozsoya anî ziman ku gelê kurd netewek ku bi sedan komkujî û raperîn bi ser wan de derbas bûne, Kobanêya hûr hûrî bû dîtine û li dijî her cûre zilmê û dagirkirinê li ber xwe dane derbas kirine û niha jî heman rewş li Efrînê diqewime ka dê kurd çi bersivê bidin raya giştî ya cîhanê. Ozsoy got ku Efrîn ne destpêk e û ne jî dawî ye. 
 
MA / Selman Güzelyüz